Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG’ê gerîlayên ku sala 2019’an şehîd bûn, bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, “Hevrêyên me bi têkoşîna xwe nîşan dan ku gelê me ti carî serê xwe li ber dewleta tirk a dagirker natewîne.”

“Hevrêyên me Egîd, Rûgeş, Dijwar, Siyabend û Herekol ku her yek ji wan li cihekî cuda yê Kurdistanê bûn û dilê wan ji bo azadiya gelê xwe lê dida, bi rengekî şênber nîşan dan ku gelê me tu carî serê xwe li ber dewleta tirk a dagirker natewîne. Bi berpirsyariyeke dîrokî û mezin ji bo azadiya gelê me cihê xwe li nava refên berxwedanê ya azadiya gelê me de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja ku ewladên mînak û herî bijarte yên gelê me ne, rûyê ronahî yê gelê me temsîl dikin. Hevrêyên me Egîd, Rûgeş, Dijwar, Siyabend û Herekol tev li karwanê şehîdan ê têkoşîna pîroz bûn, berê me wê her tim li wan be û ji bo me bibin çavkaniya sûdwergirtinê. Lewma jî bi bîr û baweriya xurtkirina têkoşînê û bicihanîna armancên wan, em ê hîn bêhtir têbikoşin û serketina ku mafê gelê me ye, biafirînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Qoser
Nav paşnav: Egîd Ozel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Munevver-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Rûgeş Devran
Nav paşnav: Goçer Noyan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Aydî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Siyabend Garzan
Nav paşnav: Îlyas Ozer
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Meryem-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Dijwar Berxwedan
Nav paşnav: Abdulmûtalîp Gullu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Ferîde-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Herekol Şirnex
Nav paşnav: Selîm Ongun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mevlude-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar