Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê hûrgiliyên êrîşa li dijî Heftanînê parve kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Heftanînê û çalakiyên hêzên gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC a dagirker ku di 16’ê hezîranê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl da berfireh bike, agahiyên berfireh ên li ser êrîşên dagirkeriyê û berxwedana hêzên me ya li dijî dagirkeran wiha ne;

Di 16’ê hezîranê saet di navbera 17:00-18:00’an de balafirên şer ên hêzên dagirker bombe li qada Keşanê barandin. Ber bi êvarê ve dagirkeran bi obus û hawan bombebaraneke giran li qadên Bektorya, Şehîd Kendal, Şehîd Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombebaranê saet di 23:00’yan de dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên Şehîd Sîpan, Şehîd Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.

Hêzên dagirker ên hewl didan xwe li Girê Şehîd Adar deynin li berxwedana hêzên me rast hatin. Hêzên me li helîkopterên dagirkeran reşandin û dagirker beriya ku xwe li herêmê deynin neçar man vekişin.

Di 17’ê hezîranê de hêzên me li girên Şehîd Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin.

Hêzên me her wiha 4 caran hêzên dagirker ên hewl didan ber bi girê Şehîd Sîpan ve bi pêş ve biçin têk birin û liv û tevgera dagirkeran a li qadê rawestiya.

Di şer û çalakiyên hêzên me de ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hatin lidarxistin, bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de hevrêyên me Şahîn, Tolhildan û Çiya şehîd bûn. Dagirker 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombebaraneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Dagirker her wiha êrîşê dibin ser gundên li herêmê û ji ber bombebaranê li herêmê şewat derketiye.

Kontrayek hate cezakirin

Di 14’ê gulanê saet di 11:30’an de hêzên me li ser rêya navçeya Qelqelî ya Wanê kontrayekî bi navê Yildirim Demîr ceza kirin. Vî şexsî hevkarî bi dijmin re dikir, dijminatî li nirxên gelê kurd dikir û weke destê qirêj ê dewletê li herêmê tev li karê ajan-kontra dibû ku bi nirxên exlaqî û çandî yên civaka me dilîst. Dewleta dagirker û medyaya wan ev şexs qaşo weke ku xebatkarekî komeleyeke alîkariyê be pêşkêş kirin, têkildarî sîstema qirêj a ku ew şexs tê de bû nûçeyên derewîn weşand û bi vî rengî hewl dan binixumînin. Dagirkeran piştî çalakiya cezakirinê li herêmê dest bi operasyonekê kirin, lê bêencam man.

Operasyon bêencam vekişiyan

Di 18’ê gulanê de li qada Aşkîta ya navçeya Elbakê ya Wanê artêşa TC a dagirker dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Ev operasyon heman rojê bi rengekî bêencam vekişiya.

Di 9’ê hezîranê de jî dagirkeran li qada gundên Paçan û Perez ên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin. Ev operasyon di 10’ê hezîranê de bêencam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

Bombebaranên artêşa tirk

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

Di 17’ê hezîranê saet di 11:30’an de qada Derarê ya herêma Metînayê hate bombekirin. Balafirên şer di 18’ê hezîranê (îro) saet di 00:30’an de qada Kanî Sarkê ya herêma Garê, saet di 02:00’yan de jî qada Saca û Çemço ya Zapê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat lê belê şewat li qada Sacayê derket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar