Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HPG’ê ji bo êrîşa li Başûr daxuyanî da

HPG’ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên sivîlên di encama bombebarana artêşa tirk de li Dêralokê hatine qetilkirin, xwest. HPG’ê got ku dewleta tirk sivîl bi zanebûn hedef girtine û armanca wê jî tunekirina her tiştekî li ser navê kurdayetiyê ye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşa dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê ku 4 sivîl hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk bi zanebûn êrîşî herêmên sivîlan kiriye û ji malbatên qurbaniyan jî sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku hêzên artêşa tirk di 23’yê çileyê de li hin herêmên başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anîne û ev agahî dan: “Saet di navbera 11:30 û 13:00’an de balafirên şer bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê û mintiqeya Reşava ya Deralokê barandin. Saet di 19:20’an de jî qada Qesrokê ya herêma Heftanînê bombebaran kir. Di êrîşê de tu zirar negiha hêzên me yên gerîla. Lê belê li mintiqeya Reşavayê 4 welatiyên me yên sivîl ên bi navên Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlqadir ên li Çemê Zê masî digirtin, ji ber bombebaranê şehîd bûn. Mirovên me yên sivîl bi koordîneya 4 balafirên keşfê bi zanebûn kirin hedef. Cenazeyên 2’yan hatin dîtin lê yên din winda ne. Beriya her tiştî bila rehma Xwedê li van mirovên me be û serê xizmên wan û şêniyên Deralokê sax be.”

Cihên sivîlan hedef digirin

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di êrîşên li dijî Başûr de ne tenê qadên gerîla, herêmên sivîlan jî hedef digire û wiha domand: “Mînaka vê ya herî dawî, êrîşên li Deralok û Erêdnayê ne. Ev her du bûyer vê rastiyê bi rengekî vekirî radixin pêş çavan. Beriya niha mizgefta Gundê Bêbadê yê herêma Çemankê û malên gundiyan, herêma Çemço ku herêmeke tûrîstîk e, mirovên li qiraxa Çemê Markê pîknîk dikirin hatin bombekirin. Ev bûyer nîşan didin ku armanca mêtingeriya faşîst ew e ku li Kurdistanê tiştekî bi navê kurdayetiyê nehêle, hemû nirx û destkeftiyan ji holê rake. AKP ku ji aliyekî ve bi dehan baregehên xwe yên leşkerî di pratîkê de gelek herêmên başûrê Kurdistanê dagir kiriye, li aliyê din bi çekên ji teknolojiya pêşketî komkujiyan li mirovên me yên sivîl dike. Ev rastî nîşan dide ku dijminatiya xwe ji PKK’ê jî wêdetir e. Aşkera ye ku bi rêya van êrîşan dixwaze çavê gelê Başûr ê cefakar bitirsîne û encama polîtîkayeke plankirî û zanebûn tên kirin.”

Sersaxî ji malbatê re xwestin

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di êrîşên 3 salên dawî de tenê li herêma Amediyeyê nêzî 20 mirovên me bi zanebûn şehîd hatin xistin. Ev yek ji aliyê tu welatparêzekî kurd ve nikare bê qebûlkirin. Bi navê Hêzên Parastina Gel em radigihînin ku pirsîna hesabê van mirovên me yên hêja, yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e. Li ser vê bingehê, em ji malbatên Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlaqir ên di vê êrîşa giran de şehîd bûn û ji gelê başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar