HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 28’ê kanûnê de bi awayeke bi bandor li qereqola Ayibeg a Bazîd a Agiriyê xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî leşkerên li qereqola Ayibeg a li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakî pêk anîne.
Têkildarî hurgiliyên çalakiyê HPG’ê ev agahî dan: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serkefina Şoreşgerî ya li Eylaleta Serhedê de, di 28’ê kanûnê saet di 16:30’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker a li qereqola Ayibegê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hêzên me derbên giran li çeper û stargehên dijmin xistin. Di çalakiyê de hejmara leşkerên di çalakiyê de hatine kuştin û birîndarkirin nehate tespîtkirin.” BEHDÎNAN