Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî hêzên artêşa tirk berdewam in. Gerîla li Çelê ya Colemêrgê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa tirk çalakî pêk anî
Şerê di navbera gerîlayên HPG , YJA Star û hêzên artêşa tirk de berdewam e. Di çarçoveya şer û pevçûnan de li seranserî bakur û başûrê Kurdistanê gerîla li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Têkildarî şer û pevçûnên dawî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di roja 2’ê nîsanê saet di 13:30’an de li dijî leşkerên dewleta tirk ên li girê Şehîd Bager û Koordîne yên navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakî pêk anîne.
HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de hêzên wan bi awayekî serkeftî li çeper û baregehên leşkerên tirk xistine û ev agahî dan: “Hejmara kuştî û birîndarên hêzên artêşa tirk nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hewanan bi rêk û pêk herêm da ber topan.” BEHDÎNAN