Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG’ê li Îdir û Sêrtê derbên giran li artêşa tirk xistin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Sêrt û Îdirê derbên giran li hêzên artêşa tirk xistin. HPG’ê diyar kir ku di van çalakiyan de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Li gorî agahiyan, artêşa tirk li Cûdî jî amadekariya operasyona leşkerî dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li Sêrtê jî li yekîneyên veşartî û koordîneya operasyonê, li Îdirê jî li tankeke sotemeniyê, li midûriyeta gumrik û qereqola polîsan xistine. Li hêla din jî tê gotin ku dewleta tirk li dijî çiyayê Cûdî amadekariya operasyoneke berfireh dike.

Di daxuyaniyê de HPG destnîşan kir ku di 13’ê gulanê de artêşa tirk bi hevkariya yekîneyên veşartî li devera Qelanis a girêdayî navçeya Hawêl a Sêrtê dest bi operasyonê kiribû û wiha domand: “Hêzên me du rojan ev yekîneyên veşartî xistin bin kontrola xwe. Di 15’ê gulanê saet derdora 18:40’an de jî li girê ku koordîneya operasyonê jî di nav de bû, xist. Çalakî ji sê baskan ve pêk hat û hêzên me ji nêz ve li hêzên dijmin dan. Di çalakiyê de yek jê endamê koordîneya operasyonê, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC’ê bi helîkopter û hewanan qad bombebaran kir. Her wiha bi helîkopterên Skorsky jî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin. Piştre jî yekîneyên veşartî yên operasyonê ji deverê vekişiyan. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan navendên xwe.”

Polîs ji ber derbên gerîla reviyan Azerbaycanê

HPG’ê di berdewamê de jî destnîşan kir ku hêzên wan di 16’ê gulanê saet di 12.00’an de li Deriyê Sînor ê Dîlucu ya Îdirê di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de li dijî tankereke sotemeniyê ya dewleta tirk çalakiya sabotajê pêk anîne. HPG’ê diyar kir ku bi awayeke hemwext, hêzên wan li midûriyeta gumrik û qereqola polîsan jî xistine. HPG’ê ragihand ku di encamê de wesayîta sotemeniyê û hemû konteynerên li derdorê bi temamî şewitîne. HPG’ê da zanîn ku polîsên li ber deriyên sînor jî reviyane aliyê Azerbeycanê. HPG’e ragihand ku encama kuştî û birîndarên dewleta tirk nehatiye zelalkirin lê gelek wesayîtên ambulans û zircî kuştî û birîndar ji cihê çalakiyê rakirine.

Bomberana artêşa tirk

Têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî HPG’ê ev agahî dan: “Di 15’ê gulanê saet di 15:20’an de balafirên artêşa tirk devera Şehîd Şahîn a Herêma Zapê bombebaran kir. Di 16’ê gulanê saet di 13:30’an de jî artêşa tirk devera Saca ya Herêma Zapê, saet di 17:30’an de devera Şekîf a Herêma Xaxûrkê û devera Geliyê Avaşîn a Herêma Avaşînê bombebaran kir. Di van bombebaran de tu ziyan negihîşt hêzên me.”

Amadekariya operasyona leşkerî

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên artêşa tirk konvoyeke ji 50 wesayîtên zirxî pêk dihat şandine herêma Cûdî ya Şirnexê. Çavkaniyan daxuyand ku dê li herêmê operasyona leşkerî dest pê bike. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar