Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê li Qileban û Çelê li artêşa tirk da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan li Qileban û Çelê çalakiyên bi bandor pêk anîne. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî hêzên artêşa tirk bênavber berdewam in. Di vê çarçoveyê de gerîlayên HPG’ê li Qileban a Şirnexê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên bi bandor pêk anîn. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku artêşa tirk di 9’ê nîsanê saet 07.00’an de li qadên Geliyê Cinna, Girê Mêş û Girê Rijde yên herêma Kela Memê yên Qileban a Şirnexê bi desteka firokeyên bêmirov û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobrayê dest bi operasyonê kir. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di heman rojê saet di 13.00’an de li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Girê Mêşê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. HPG’ê daxuyand ku di çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk di heman rojê de bê encam vekişiya û hêzên wan jî tu windahî nedane.

Li Xeregolê çalakî

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên wan di 8’ê nîsanê saet di 16:30’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa tirk ên li Girê Xeregolê çalakiyek pêk anîn. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên li ser gund hatine xistin lê der barê hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk de agahî negirtine. HPG’ê ragihand ku piştî çalakiyê, artêşa tirk bi obûs û hawanan êrîşî derdorê kiriye.

Bombebaranên artêşa tirk

HPG’ê daxuyand ku balafirên şer ên artêşa tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine û têkildarî bombebaranê ev agahî dan: “Di vê çarçoveyê de artêşa tirk di 5’ê nîsanê de geliyê Bedrana yê herêma Qendîlê, di 6’ê nîsanê saet di 17:30’an de geliyên Şehîdan û Bedrana yên herêma Qendîlê, di 7’ê nîsanê saet di 07:00’an de qada Kinyanişê ya herêma Zapê, saet di 13:30’an de derdora gundê Sarkê yê herêma Garê, di 8’ê nîsanê saet di 08:30’an de qada Kunişka ya herêma Zapê, saet di navbera 06:00-09:00’an de qada Lolanê ya herêma Xakurkê, saet di 09:00’an de qada Werxelê ya Avaşînê û saet di navbera 22:00-00:00’an de qada Bergare ya herêma Garê, di 9’ê nîsanê saet di 12:00’an de qada Saca ya herêma Zapê û qada Çemrebotkî ya herêma Garê û di 10’ê nîsanê saet di 06:00’an de jî qada Aris Faris a herêma Avaşînê û qada Sîda ya herêma Zapê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê tu zirar negihiştin hêzên me. Lê di bombebarana li ser gundê Sarkê de zirar gihîşt bax û baxçeyên gundiyan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar