Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li Bamernê di êrişa dewleta tirk a dagirker de 2 jê zarok 3 sivîl şehîd bûne. HPG’ê diyar kir ku PDK û medyaya wê bi agahiyên derewîn hewl dane vê komkujiya dewleta tirk a li ser sivîlan têxin stûyê wan. HPG’ê nerazîbûn nîşanî ‘Nûçeyên derewîn’ ên medya PDK’ê da û xwest PDK dev ji vê helwesta xwe ya şaş berde.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “26’ê gulanê li derdora nehiya Bamernê ya Amediyê, dewleta tirk êriş bir ser xelkê me yê başûrê Kurdistanê ku li seyranê bûn û di encamê de 2 jê zarok 3 welatiyên me şehîd ketin. Ji malbata hersê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Encamên neyînî yên têkiliya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din aşkere bû.
Hin rayedarên PDK’ê û medya PDK’ê bi fikara sûcdariyê hewl dan bûyerê bixin stuyê hêzên me yên gerîla. Ev hewldan encameke tirsa ji nerazîbûna mafdar a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê zane, guh neda van sûcdariyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK a ku komkujiyên dagirkeran ên li ser gelê me timî rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde.
Hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa tirk dixin. Ji bo pêşî li têkçûna dîrokî ya artêşa tirk bigirin, hewl tê dayin ku bi destê hin hêzên li nava PDK’ê provokasyon bêne kirin û bi vî rengî zemîn ji şerekî nava Kurdan re bê afirandin. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin ku PDK ji bo hincetekê ji xwe re biafirîne ku li gel dewleta tirk tevlî şer bûye, dikare hin pîlanên qirêj pêk bîne. Di 24’ê gulana 2022’an de hin hêzên PDK’ê li herêma Goşinê ya Sidekanê bi ser nuqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa tirk di 25’ê gulanê de ji ser qadên di bin kontrola PDK’ê de ne derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir.
Di 26’ê gulanê de artêşa tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Agahiyên ku dibêjin ‘hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK’ê kirine’ rast nîne.
Divê PDK dest ji helwesta xwe ya şaş berde
Di vê demê de ku artêşa tirk tengav bûye û li ber têkçûnê ye, liv û tevgera bi vî rengî ya hêzên PDK’ê û weşandina nûçeyên şaş derewîn ên çapemeniya PDK’ê, eşkere ye bê têne çi wateyê. Şerekî nava kurdan ji bilî dewleta tirk a mêtinger qirker wê bi kêrî kesî neyê. Aşkere ye ku felaketeke bi vî rengî wê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin. Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybetî jî başûrê Kurdistanê.”