Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd aşkera kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn aşkera kir û wiha got: "Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûbûn bi daxuyaniyekê aşkera kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji gelê kurd û malbata şehîdan re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkêlşînê da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî ragihand: “Di 26’ê Adara 2021’ê di êrişên artêşa tirk a dagirker de yên li ser herêma Avaşînê hevrêyên me Serhed û Agît şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re, bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê, veguherîn xeta berxwedanê. Em jî di salvegera şehadeta wan de van hevrêyên xwe careke din bi bîr tînin û soz didin wan ku îdîa û biryardariya wan di sala nû ya têkoşînê de ji xwe re bikin mînak.”

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûbûn wiha ne: “Serhed Tolhildan (Nîhat Eset) li Amûdê ji dayik bûye, navê dê û bav Dara Hamdî, di 26’ê adara 2021’an de li Avaşînê şehîd bûye.  Egîd Gabar (Îlyas Îlhan) li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav; Ayşe-Abdulkadîr, di 26’ê adara 2021’an de li Avaşînê şehîd bûye.”

Serhed Tolhildan

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê wiha behsa Serhed Tolhildan kir: “Hevrêyê me Serhed li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi saya birayên xwe û xizmên xwe yên li nava refên gerîla hîn di temenê ciwantiyê de têkoşîna PKK’ê û îdeolojiya Rêbertî ji nêz ve nas kir. Li hemberî hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku bi destê çeteyan dixwest şoreşê ji holê rake, hevrêyê me Serhed bi rengekî çalak tevlî nava refên berxwedanê bû û dît ku azadiya dawî ya li Kurdistanê tenê bi têkoşîna gerîla dibe, bi vê têgihiştinê sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Serhed bi kelecaneke mezin timî kete nava lêgerînekê û her roj hewl da xwe ji nû ve ava bike. Li her cihê ku lê ma bi ked, karkerî, moral û coşa xwe her tim bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava jiyana gerîla de bi meraq û kelecaneke mezin her tim xwe perwerde kir û hewl da di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike. Herî zêde têkoşîna azadiya jinê bandor lê kir û bû şervanekî xurt ê îdeolojîk û heqîqetê. Bi sekna xwe ya dilnizm, cewherî û wêrek, bi sekna xwe ya fedayî wê di nava têkoşîna me de her tim weke şervanekî heqîqetê bê bîranîn.”

Egîd Gabar

Derbarê Egîd Gabar de jî ev tişt ragihand: “Hevrêyê me Egîd li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû, li nava civateke ku bi sekna serhildêr û welatparêz a Botanê tê naskirin, mezin bû. Hevrêyê me Egîd ku neçar ma li metropolên Tirkiyeyê bimîne, di nava vê demê de polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Egîd dilsozê azadî û kevneşopiyên civakî bû, lewma têkoşîn ji bo wî şert bû. Hevrêyê me Egîd li hemberî êrişên qirker û êrişên dewleta tirk a dagirker ên bi destê çeteyan li dijî şoreşa Rojava dikir, bêdeng nema, tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî bi wate bi têkoşînê da. Hevrêyê me Egîd ku bi kesayetiya xwe ya pak û kedkar dihate naskirin, taybetmendiyên karkerî yê Botanê bi çiyê re kir yek. Hevrêyê me Egîd bi kedê, bi îradeyeke xurt xwe afirand, di pêvajoyên perwerdeyê de gelekî hewl da û tiştên fêhm dikir jî ji xwe re dikir esas ku bi cih bîne. Bi daxwaza gerîlatiyeke profesyonel her tim kete nava hewldanên mezin. Bi perwerdeyên branşê re xwe şareza kir, bû gerîlayekî profesyonel û gerîlatiya profesyonel bi ruhê fedayî yê Apoyî re kir yek, bi vî rengî bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Egîd bi têkoşîna xwe ya bêmînak û performansa xwe wê her tim ji bo me hevrêyên xwe bibe çavkaniya sûdwergirtinê û weke gerîlayekî profesyonel ê demê di têkoşîna me de timî bê bîranîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ev tişt ragihand: “Hevrêyên me yên şehîd ên leheng li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên li ser gelê me, li hemberî delweta Tirk a qirker di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya Apoyî berxwedaneke mezin nîşan dan, di vê oxirê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji têkoşînê tawîz nedan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar