Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 19'ê gulanê li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û wiha got: "Bi biryardariya xwe ya li ser têkoşînê, bûn milîtanên mînak û cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girtin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlyanên k udi 19’ê gulanê de li herêma Medînayê li dijî artêşa tirk a dagirker şehîd bûbûn aşkera kir. HPG’ê bal kişand ser têkoşîn û berxwedana şehîdan û destnîşan kir ku di şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên wan berxwedaneke bêhempa dane.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “19’ê gulanê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ji baregeha Kanî Masî bi rê ket û xwest li derdora Girê Ortê yê Metînayê kemînê deyne. Hêzên me bi vê yekîneya veşartî ya dagirkeran hesiyan û dest lê werdan. Di şer de û bombardûmana piştî şer, ji fermandarên me yên leheng ên kêliya destpêkê dest li dagirkeran werdan hevrêyên me Mîrza û Andok şehîd bûn. Hêzên me 20’ê gulanê li derdora Girê Ortê ev yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe û bi sabotajê lê dan. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkeran piştî çalakiyê xwestin bi helîkopterên Skorsky windahiyên xwe ji qadê bibin. Hêzên me bi xurtî li van helîkopteran reşandin û dest lê werdan. Bi destwerdana hêzên me re helîkopterên dagirkeran neçar man ji qadê biçin. Di 23’ê gulanê saet di 11.00 de li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, hêzên me bi çekên giran li qereqola Kanî Masî ya artêşa tirk a dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin. Ev her du çalakiyên ku ji aliyê hêzên me yên Metînayê ve hatin lidarxistin, ji bo hilanîna tola fermandarên me yên nemir hevrêyên me Mîrza û Andok hatin kirin.”

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd jî HPG’ê wiha aşkera kir: “Mîrza Rênas (Ayhan Înalhan), li Amedê ji dayik bûye, navê dê û bav; Halîze-Zeynar, di 19’ê gulana 2022’an de li Metîna şehîd bû. Andok Şoreş (Mehmet Ete), li Amedê Ji dayikê bibe, navê dê û bav: Remziye-Mehmet Fesîh, di 19’ê gulana 2022’an de li Metîna şehîd bû.”

HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd Mîrza Rênas ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Mîrza li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi nasnameya civakî ya li Licê çanda welatparêziyê ya xurt û rastiya dijmin baş nas kir, bi vî rengî mezin bû. Rûyê rast ê dewleta tirk a mêtinger ku Licê hilweşand, gundê wan wêran kir, nas kir û rastiya dijmin fêhm kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû Amedê, lê belê li şûna ku li dibistana dewleta tirk bixwîne, weke ciwanekî Kurd bi berpirsyariya dîrokî tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Nêzî 3 salan tevlî karên ciwanan bû, bi taybetî jî di karên xweparastinê de bi roleke çalak rabû. Di sala 2009’an de meşa xwe ya şoreşê gihand çiyê û beşdarî nava refên grîla bû. Bi hişmendiya şoreşger a bilind zû hînî jiyana gerîla bû, weke gerîlayekî xwedî tecrûbe bi hêsanî tevlî pratîkê bû. Piştî ku salekê li herêma Garê kar kir, ji bo perwerdekirina hevrêyên me yên nû yên tevlî partiyê bûn, cihê xwe di nava karên perwerdeya şervanên nû de girt. Tiştên ji partiyê hîn bû bi dilnizmî gihand hevrêyên xwe û li ser vê bingehê ked da. Piştî ku 2 salan li herêma Metînayê ma, di sala 2012’an de ku hingî Şerê Gel ê Şoreşgerî geş bû, li akademiya leşkerî li ser taktîka dema nû kûr bû, perwerde wergirt û derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Li eyaleta Mêrdînê jî 3 salan kar kir, bi berpirsyarî rabû, ji çalakiyên gerîla heta bi xurtkirina karên xweparastinê, ji têkiliya bi gel re heta bi tevlîkirina şervanên nû li nava partiya me gelek kar bi rengekî serketî kir. Sala 2014’an derbasî herêma Botanê bû, di serî de Besta li gelek qadên Botanê kar kir. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de yek ji fermandarên me yên destpêkê bû ku ked da ji bo pêşvebirina berxwedana li Şirnexê. Piştre jî li herêma Botanê fermandariya tîmên bi tevger kir û tevlî gelek çalakiyan bû. Li ser bingeha tecrûbeyên xwe yên mezin sala 2017’an derbasî eyaleta Mêrdînê bû û di asta fermandariya herêmê de bi berpirsyarî rabû. Sala 2018’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, di zivistana 2018-2019’an de pratîka xwe ya 10 salan a gerîla nirxand, li ser bingeha gerîlatiya serdema nû feraseta xwe ya rê û rêbazê nû kir û derbasî herêma Avaşînê bû. Li herêma Basyayê weke fermandarê herêmê wezîfe kir, bi kedkarî û fedakariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re û di sala 2021’ê de ji bo amadekirina binesaziya şerê li Avaşînê bi rola xwe rabû. Piştî ku 2 salan li Avaşînê ma derbasî herêma Metînayê bû, weke fermandarê herêmê kar kir û ev wezîfeya xwe jî bi baweriya xurt a ji bo serketinê bi rengekî serketî bi cih anî. 19’ê Gulana 2022’an ji bo rê nede dijminê dagirker ku ji bo dagirkeriyê gavekê biavêje, beriya her kesî kete nava liv û tevgerê û di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Mîrza bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi kedkarî û baweriya xwe ya li serketinê, bi hêrsa xwe ya tolhildanê ya li dijî dijmin û bi fermandariya xwe wê her tim ji bo me bibe mînak.”

Derbarê gerîlayê şehîd Andok Şoreş de jî HPG’ê ev agahî da: “Hevrêyê me Andok li Amedê, ku bi berxwedan û serhildanê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re dike, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku li nava malbateke welatparêz mezin bû û karakterê şoreşgerî yê qada lê mezin bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hîn biçûkanî nas kir. Polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me, hewldana dijmin a tepisandina gelê me bi komkujiyan, kir ku hêrsa hevrêyê me Andok a li dijî dijmin mezin bibe. Hêrsa xwe jî bi tevlîbûna li nava kar kir derbasî nava refên têkoşînê kir. Bi vî rengî rêbaza herî rast a têkoşîna li dijî dijminê qirker diyar kir. Piştî ku demekê karên ciwanan kir, gava ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gelê me yê li Şengalê û Rojava kir, beşdarî nava Hêzên Azadiyê yên Rojava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Hevrêyê me Andok 2 salan di nava pratîka giran a şer de ma û vê demê tecrûbeyên mezin ên leşkerî wergirt. Di heman demê de ji ber bicihhatina îdeolojiya Rêbertî li Rojava gelekî kelecanî bû û ji bo felsefeya Rêbertî bigihêje tevahiya gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kedeke mezin da. Sala 2016’an bi daxwaz û israra xwe derbasî çiyayên Kurdistanê bû û tevlî nava refên gerîla bû. Bi saya tecrûbeyên xwe yên li nava jiyan û qada şer, zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Sala destpêkê ya li nava refên gerîla, li Akademiya Mazlûm Dogan perwedeya îdeolojîk wergirt, xwe di felsefeya Rêbertî de kûr kir. Piştî pêvajoyeke serketî ya perwerdeyê, bi israr xwest tevlî karên leşkerî bibe. Hevrêyê me Andok ku li gel tecrûbeya xwe ya leşkerî bi perwerdeya îdeolojîk re veguherî fermandarekî şareza û di demekê de ku şer giran bû, derbasî herêma Metînayê bû. Li herêma Metînayê di asta fermandariya yekîneyê de bi erk rabû; beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û li dijî êrişên giran ên dijmin berxwedana şoreşgerî nîşan da. Her wiha di çarçoveya projeya jinûve avakirinê ya gerîla de bi awayekî çalak tevlî karên tunelên şer bû û kir ku binesaziya vî karî bi rengekî serketî bê meşandin. Berê hevrêyê me Andok her tim li Bakurê Kurdistanê bû, timî dixwest li herêma Amedê cihê lê ji dayik bûye gerîlatiyê bike, lê belê ji ber wezîfeyên demê li herêma Metînayê berpirsyarî hilda ser milê xwe. 19’ê Gulana 2022’an dema ku dijmin kete herêma Metînayê destwerdana destpê kir û piştre şehîd bû. Hevrêyê me Andok ku kesayetekî sade û durust bû, ji bo hevrêyên xwe timî dilnizm bû. Bi vê taybetmendiya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt.”

HPG’ê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hevrêyên me Mîrza û Andok bi daxwaz û biryardariya li ser têkoşînê bûn mîlîtanên mînak û cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girtin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji xelkê Amedê yê welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar