Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Perşembe - 3 Ekim 2024

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

“Di vê serdemê de ku li djiî êrîşên dagirkeriyê yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka Kurdistanê tê kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi dayina berdêlên giran ji bo parastina rûmet û armanca azadiyê ya gelê me, şerekî mezin ê îradeyê dikin. Di vî şerê îradeyê de, dewleta Tirk a dagirker li gel teknîka xwe jî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê têk biçe. Artêşa dagirker ku dixwaze şer li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike û bi vî rengî serketinên sexte bi dest bixe, di her saeta rojê de derbên giran ji hêzên me dixwe. Têkoşîna ku hevrêyên me bi fedakarî û baweriyeke mezin dimeşînin, bêguman bi berdêlên giran dewam dike. Hevrêyên me Guven û Vorîn jî bi sekna xwe ya fedaî ya li dijî êrîşên dijmin, erka pêşengiyê ya mezinkirina berxwedana me bi rengekî serketî bi cih anîn. Heta nefesa dawî bi baweriya bi felsefeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Em soz didin ku têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Guven Doza
Nav paşnav: Cancel Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Kocaelî
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Vorîn Qesasê Welat
Nav paşnav: Rakîp Kûşlû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Alîhan
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar