Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê nasnameya 2 şehîdaên azadiyê aşkera kir

HPG'ê nasnmeya 2 şehîdan aşker kir û ev tişt vegot: "Hevrêyên me Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta yên ku bi wêrekiyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Me 20’ê Cotmeha 2023’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku 18 û 19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî bû. Di vî şerî de 2 dagirkerên bi paye hatibûn cezakirin û 2 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Hevrêyên me Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta di vî şerî de bi cesaretek mezin li dijî dagirkeran şer kirin û şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me; gerîlaya pêşeng a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê Jîndar Rûmet Meyaser û ewladê berxwedêr ê Reqayê Zagros Besta, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Jîndar Rûmet Meyaser
Nav û Paşnav: Berjîn Arşîmet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Fatma – Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Cotmeha 2023’an / Zap
Nasnav: Zagros Besta
Nav û Paşnav: Ahmed Çorto
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Navê Dayik – Bav: Makbûle – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Cotmeha 2023’an / Zap

Jîndar Rûmet Meyaser

Hevrêya me Jîndar Rûmet Meyaser li navçeya Farqînê ya Amedê ku paytexta Kurdistanê ye, hat dinê. Hevrêya me Jîndar di nava malbateke ji eşîra Xelîkanê, bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve guhdarî bîranîn û çîrokên lehengiyê yên Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) dike û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike. Di nava malbateke zane û polîtîk de ku têkoşîna azadiyê bi çalak dimeşîne, mezin dibe. Ev yek dibe sedem ku hevrêya me Jîndar zû bi têkoşîna civakî bihese. Zextên zihniyeta desthilatdar a mêr ên li ser jinê, dibe sedem ku hevrêya me Jîndar bikeve nava nakokiyan û lêgerînên kûr. Li ber zihniyet, sîstem û mejiyê mêr ê dewletparêz ku hewl dide jinê di statuya koletiyê de bihêle, radibe. Ruhê jina azad a xurt a di cewherê wê de, ev lêgerînên wê mezin kir û bû sedem ku bixwîne, lêkolîn bike û tevgera azadiyê hîn kûrtir nas bike. Ji ber ku ji malbata hevrêya me Jîndar tevlîbûn hebûn, girêdana wê ya bi têkoşîna azadiyê re xurt bû. Kurmamê wê Şervan Partîzan (Şerafet Arşîmet) sala 2009’an li Çewlîkê, keçmama wê Denîz Amed (Esra Arşîmet) sala 2019’an li Serêkaniyê û kurmamê wê Şervan Partîzan (Nîmet Arşîmet) sala 2021’ê li Dêrsimê şehîd bûn.

Hevrêya me Jîndar xwedî lêgerînên xurt û xeyalên mezin bû. Ji bo armanca xwe pêk bîne, sala 2014’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe. Li Zapê perwerdeya destpêkê ya gerîla dît û li vir dest bi gerîlatiyê kir. Mîrateya têkoşînê ya Zapê, hişkbûna arazî û fêrkeriya mezin a Zapê ji xwe re mînak girt. Qasî 3 salan li Zapê pratîk meşand û xwe bi pêş xist. Piştî ku li qadên cuda wezîfe meşand, di dawiya sala 2017’an de ji bo bibe fermandar û di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bibe pispor, li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Ji perwerdeya li vir, hevrê û fermandarên pêşeng ên Tevgera me yên li vir dersên xurt girt. Xwe kir pispor û weke endama fermandarek mezin xwe ji pratîkê re amade kir. Piştî perwerdeyê derbasî Avaşînê bû û li vir qasî 3 salan bê navber kar û xebat meşand. Di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt, li ser tarzê şer ê tîmên pispor lêhêrbûn kir û lêhêrbûnên xwe xiste pratîkê. Taktîkên gerîla yên mîna sekvanî, kemîn, serdegirtin û êrîş hîn bû, tecrube girt û bû pispor. Ji çekên ferdî heta çekên nîv otomatîk, ji hin amûrên hewayî heta çekên ku di taktîka sûîqast û sabotajê de tên bikaranîn, di teknîka şer de pisporiyek mezin bi dest xist. Di heman demê de fêr bû ku li qadê û di çeperên şer de li dijî êrîş û teknîka dijmin xwe biparêze û dijmin vala derxîne. Hevrêya me Jîndar bi wêrekî û cesareta xwe di nava gelek çalakiyan de cih girt. Bi ser dijmin de çû û di çalakiyan de pêşengî kir.

Hevrêya me Jîndar ji bo ku tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike, di taktîkê de kûr bibe û gerîlatiya serketinê di şexsê xwe de veguherîne heqîqetekê, sala 2021’ê derbasî akademiya pisporiyê ya leşkerî bû. Li vir bi heman coş, kelecan, xwestek û performansa bilind tevlî bû. Piştî perwerdeyê demekê di nava xebatên girêdayî Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de cih girt.

Hevrêya me Jîndar bi kêrhatî, jîr, xwedî asta têgihiştineke bilind bû û tişta ku fêm kirî di kêliyê de dixist pratîkê. Hevrêya me Jîndar pir bi wêje û hunerê re jî eleqeder dibû. Bi kêrhatina xwe ya di muzîk û folklorê de, li çiyayên Kurdistanê bû dengê jina Kurd a azad. Hevrêya me Jîndar bi zanebûna dîrokê ya xurt û welatparêziya kûr a di dilê xwe de, hîn zêdetir xwedî li ziman û nasnameya me ya rûmetê derket. Zimanê me yê dayikê Kurdî di asteke pir baş de xwend û nivîsand, di şexsê xwe de çerxa bişaftinê ya ku dijmin dixwest li ser Kurdan serwer bike, têk bir. Bi serweriya xwe ya li ser Kurdî, bi qabiliyeta xwe ya ku hest û fikrên xwe bi rengekî rast dianî ziman û xîtabeta xwe ya xurt timî ji bo hevrêyên xwe bû mînak.

Hevrêya me Jîndar her tim zindî, dînamîk bû, ronahî û moral belavî derdora xwe dikir. Kaniyeke bedewiyê bû ku bi hevrêtiya xwe ya samîmî hêz dida mirov. Jiyana gerîla ya kolektîf û komunal, her tim hevrêya me Jîndar bi kelecan kiriye û bi hemû hebûna xwe tevlî vê jiyanê bû. Mîna ku ji bedewî û mezinahiya jiyana Partiyê û hevrêtiyê fêr bûyî, wê jî bi tevlîbûna xwe ya ji dil jiyana hevrêyên xwe xurt û bedew kir. Lêgerîna meşa azadiyê ya hevrêya me Jîndar xurt bû. Nakokiyên çînî û zayendî, her tim bi kûrahî lêpirsîn kir. Li ser vê bingehê di şexsê xwe de li dijî têgihiştin û zihniyeta hezar salan têkoşiya û xwe pispor kir. Di pêvajoya pratîkê de bi rojan bi hevrêyên xwe yên birîndar re li qadê bi tenê ma, li hemberî hemû zehmetiyan têkoşiya, ev yek derbas kirin û hêza xwe derxist holê. Hevrêya me Jîndar pir kêfxweş bû ku dema hêza mezin a jinê di şexsê xwe de didît, ev yek veguherand têkoşîna rêxistinî. Bi bîrdoziya jina azad hingî ku pê hesiya, di kesayeta xwe şênber kir, heyranî û dilsoziya wê ya ji keda mezin a Rêber Apo û bîrdoziya Apoyî re hîn mezintir bû. Hevrêya me Jîndar esas girt ku têkoşîna nefsê, têkoşîna zayendî, têkoşîna çînî û ya gerî girîng jî têkoşîna li dijî dijmin bi hev re bimeşîne. Hingî ku di qada pratîk û bîrdozî de şer kir, azad bû, hingî ku azad bû, bedew bû, hingî ku bedew bû ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin.

Xeyala herî mezin a hevrêya me Jîndar ew bû ku li xaka lê ji dayik bûye çiyayên Andok, Dorşîn, Ararat û Sîpanê gerîlatiyekî xurt bike. Lê li ser bingehê pêdiviyên têkoşîna me, li Zapê wezîfe girt. Li Zapê bi rengekî aktîf û herî pêş di çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xist. Weke şervaneke YJA Starê ya pispor, rê neda dijminê dagirker. Bû yek ji şervanên fedayî ya pêşeng a berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê û rol lîst. Hevrêya me Jîndar dema ku dîsa di nava lêgerîn û hewldanan de bû ku derbeyên mezin li dijmin bixe, di encama şerê li dijî dijmin de qasî du rojan li hemberî teknîka dijmin bi rengekî bêhempa li ber xwe da. Bi cesaretek mezin bi ser dijmin de çû, bi fedayiyane şer kir û 19’ê Cotmeha 2023’an şehîd bû.

Zagros Besta

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo îlham girtiye û pêşketiye, bûye bingeha herî xurt a jiyana hevbeş a hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji Efrînê heta Reqayê, ji Dêrezorê heta Til Koçerê hemû gelên li herêmê di vê şoreşê de firsend dîtin ku xwe îfade bikin. Gelê me yê ku di wê baweriyê de bû ku gel bi hev re dikare li dijî çeteyên DAÎŞ û faşîzma Baasê paşerojeke hevpar ava bike, bi berdêlên mezin şoreş parastin û mezin kirin. Hevrêyê me Zagros ku di nava malbateke welatparêz de li Reqayê ji dayik bû ku îro gelek gel û bawerî bi rengekî wekhev û azad lê dijîn, di nava şert û mercên şoreşê de mezin bûye. Karaktera demokratîk, azad û wekhev a Şoreşa Azadiyê ya Rojava û zîhniyeta nû ya li ser vê bingehê pêşket, bê guman bandor li hevrêyê me Zagros kir.

Hevrêyê me Zagros ku weke ciwanekî girîngiya jiyana nû û şoreşa ku bi berdêlên mezin pêk hatî dizanî, ji ciwantiya xwe ve ji bo parastina şoreşa azadiyê ked da. Hevrêyê me yê ku yekem car di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt, bi enerjiya ciwantiyê bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku di ferqê de ye ku şoreşa azadiyê ya bi dayîna bi hezaran şehîdan re hat afirandin ancax bi ked û berdêlên mezin dikare were parastin, her tim hewl da têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bike. Şehadeta hevrêyên wî yên nêz di nava refên şoreşê de bû sedem ku hevrêyê me Zagros lêgerîn û hewldanên xwe zêdetir bike.

Piştî ku dewleta Tirk a mêtînger bi rêya çeteyan nekarî encamê bi dest bixe û yekser bi xwe êrîş li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî, ev bû sedem ku hevrêyê me Zagros biryar bide ku bi rengekî çalaktir tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Zagros ê ku tevlî yekîneyên berxwedanê yên Rojava bû, piştî demekê li vê qadê ma, çiyayên Kurdistanê weke cihê ku li dijî dewleta Tirk a mêtînger bi rengekî herî bi bandor lê têbikoşe dît. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên serhildêr û azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros ku bi xwestek û heyecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di hînbûna jiyana gerîla û çiya de ti zehmetî nejiya. Bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî yê çiyê. Bi perwerdeya destpêkê ya ku dît, di warê leşkerî, jiyanî û rêxistinî de pêşketineke mezin bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li ser esasê hestiyarî tevlî nava refên gerîla bûbû, piştre bi dîtina perwerdehiyê re karî xwe di warê felsefeya azadiyê yê Rêber Apo de pêş bixe. Hevrêyê me Zagros ku bi ronakbîriya bîrdozî û zelaliya ku jiyabû bi awayekî çalaktir beşdarî jiyan û xebatê bû; Bi taybetmendiyên xwe yên sade, durust û mutewazî hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Zagros jî ji bo di şexsê xwe de Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ava bike ku hemû gerîlayên azadiyê ji bo têgihiştin û pêkanîna wê kedeke mezin didin, bûye xwedî hewldanek xurt. Hevrêyê me Zagros ku tevlî perwerdehiyên pisporiyê bû, hem ji zanebûna teorîk hem jî ji tecrûbeya hevrêyên xwe yên li tunelên şer û tîmên bi tevger sûd girt û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Zagros ê ku xwe di warê leşkerî û bîdozî de amade dibîne, pêşniyar dike ku derbasî herêma Zapê ku ji aliyê hevrêyên me yên fedaî Bager, Avzem, Mizgîn û Rohatan ve veguheriye keleha berxwedanê bibe.

Hevrêyê me yê ku bi îrade û biryardariyeke mezin derbasî herêma Zapê bû, bû heyrana çiyayên bi heybet a Zagrosê. Manewiyeta herêma Zapê ku di encama berdêl û kedên mezin ên hevrêyên me de pêk hatiye, bandorek mezin li hevrêyê me Zagros kir. Hevrêyê me yê ku hêz ji pêşwaziya gerim a hevrêyên xwe û manewiyeta ku her devera herêma Zapê pêçaye girt, xwest yekser li dijî dijmin tevlî çalakiyan bibe. Hevrêyê me bi vê sekna xwe zû bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hate xistin bû, bi cesaret û afirîneriya xwe di van çalakiyan de bû pêşeng. Hevrêyê me Zagros ku di 18 û 19’ê Cotmehê de li herêma Berxwedanê ya Kurojahro di çalakiyên li dijî dagirkeran de ku derbên giran li wan hate xistin de cih girt, bi performansa xwe ya serketî ya di vê çalakiyê de, di cezakirina hejmareke mezin a dagirkeran de ku di nav de yên payebilind jî hebûn, roleke girîng lîst. Hevrêyê me Zagros ku bi hevrê Jîndar re pêşengiya berxwedana Zapê kir, di vê çalakiyê de bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên ruhê çalakger a ku hevrêya me Zagros bi fedekariyên mezin avakiriye û em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd teqez hilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar