HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku:”Me ji gelê xwe û raya giştî re aşkere kiribû ku di 26’ê tîrmehê de li derdora gundê Bêxme ya navçeya Xelîfanê ya başûrê Kurdistanê têkiliya me bi 3 gerîlayan re qut bûbû. Li gel bangên me û serlêdana malbatên van hevrêyên me yên li hikûmeta başûrê Kurdistanê û PDK’ê jî heta niha tu bersiv nehatiye dayin.”
Nasnameyên gerîlayên ku têkilî bi wan re qut bûye wiha ne;
Nasnav: Serwer Serhat
Nav Paşnav: Erdal Aslan
Cihê Bûyinê: Erzirom
Navê Dê û Bav: : Zahide – Seyitxan
Nasnav: Wargeş Çavreş
Nav Paşnav: Ayhan Tatlı
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Heyiç – Suleyman
Nasnav: Dijwar Berxwedan
Nav Paşnav: Mahmut Xelef
Cihê Bûyinê: Hesekê
Navê Dê û Bav: Ros Xelîl – Hesen Xelef /BEHDÎNAN