Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan a li Zapê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîrana 2023’an de me ragihandibû ku artêşa tirk a dagirker 22’yê hezîranê ji Qadên Berxwedanê yên Kokerê û Şikefta Birîndara yên Zapê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di vê operasyonê de 22’ê Hezîranê di bombardûmanê de hevrêyê me Zagros Serêkaniyê, 23’ê Hezîranê jî hevrêyên me Zana û Berxwedan ên ku derbên giran li dagirkeran xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin, di encama bombardûmanê de şehîd bûn.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku herêma Zapê seranserê kirine qada berxwedanê û derbên giran li siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a mêtinger dixin, careke din nîşan dan ku bi dayina her cûre berdêlan bi israr in ku hebûna gelê me biparêzin û welatekî azad biafirînin. Hevrêyên me Zana û Berxwedan û milîtanê fedaî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nsanameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Zana Govend Nav paşnav: Zafer Akgun Cihê jidayikbûNê: Mêrdîn Dayik-Bav: Behiye-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2023 / Zap |
Nasnav: Berxwedan Gabar Nav paşnav: Salîh Dayan Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Mevlude-Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2023 / Zap |
Nasnav: Zagros Serêkaniyê Nav paşnav: Cîhad Xalid Huseyîn Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê Dayik-Bav: Tayha-Xalid Dem û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023 / Zap |