Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd aşkere kir

HPG'ê 3 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên wan ên hêja bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li gel êrîşên giran ên dewleta tirk a mêtinger qirker, têkoşîna me ya azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derfeta herî biçûk jî ji bo azadiya gelê me bi kar tînin û her kêliya ku firsendê dibîne, derbên hreî giran li dijmin dixin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe ji ti fedakariyê nadin alî û têdikoşin, ji Dersimê heta Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê agirê berxwedanê bilind dikin. Ji ber şert û mercên şer, agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne demeke dirêj dewam dike. Li ser vê bingehê eşkere bû ku ji fermandarên me yên leheng Rêzan Berfro di Tebaxa 2018’an de li Dersimê, hevrêya me Raperîn Devrîm di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li qada Kato Jîrka ya Botanê û hevrêyê me Hîvdar Egîd di sala 2022’an de li Dersimê şehîd bûne.

Hevrêyên me Rêzan, Raperîn û Hîvdar ku bi dilê xwe yê dilxwazê azadiyê meşa şoreşê di asta herî bilind de dimeşand û şehîd bûn, em şehadeta wan bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin. Di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rêzan Berfro
Nav paşnav: Omer Dûran
Cihê jidayikbûnê. Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîne-Osman
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2018 / Dersim
Nasnav: Raperîn Devrîm
Nav paşnav: Kûmrû Çetînkaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: –
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka
Nasnav: Hîvdar Egîd
Nav paşnav: Mehmet Karahan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûzan-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Dersim
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar