Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd ragihand

HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku li Geverê şehîd bibûn aşkere kir û got: "Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran lê xistin. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:

“20’ê Hezîrana 2023’an li qada Warê Teço yê Geverê, di navbera komek ji hevrêyên me de yên ku bi erka xwe radibûn û Artêşa tirk a dagirker şer qewimî. Artêşa tirk a dagirker li ser herêma ku hêzên me lê bû operasyonek pêk anî û saet di 06:00 de hêzên me bi xurtî li operasyona dijmin xistin. Di şer de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa tirk a dagirker li gel hejmara xwe ya zêde nekarî ji bejahî ve bi ser hêzên me ve biçe, tirsiya ku sîng bi sîng li hemberî hêzên me şer bike û xwe bi astekê vekişand. Piştre jî qada ku hevrêyên me lê bûn bi balafirên şer hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê hevrêyên me Avareş Pirsûs, Raman Sine û Serxwebûn Amed şehîd bûn.

Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran lê xistin. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

 

Nasnav: Avareş Pirsûs
Nav paşnav: Ahmet Demîr
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Fatma-Alî
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2023 / Gever
Nasnav: Serxwebûn Amed
Nav paşnav: Şehmûs Akyol
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Halîme-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2023 / Gever
Nasnav: Raman Sine
Nav paşnav: Mûhammed Fûad Nusreyî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Şehla-Xosro
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2023 / Gever

Avareş Pirsûs

Hevrêyê me Avareş Pirsûs li bajarê qedîm ê Rihayê li navçeya Pirsûsê ya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin ji dayik bû. Ji ber ku bi malbatî koçî Dîlokê kirin hevrêyê me Avareş li wir mezin bû, li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Lewma Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di temenekî biçûk de nas kir. Hevrêyê me Avareş ku mezinê 6 xwişk û bira bû, haya xwe ji wezîfeyên xwe yên civakî hebû, ji ber vê jî zû têgihişt û ji aliyekî ve 9 salan çû dibistanê li aliyê din jî li dermangehê xebitî û bi keda xwe li ser piyan ma. Hevrêyê me Avareş bi dilsoziya xwe ya li nirx û exlaqê civakî yê xurt ê ji malbata xwe wergirtî, tu carî bi polîtîkaya modernîteya kapîtalîst û asîmîlasyonê ya dewleta tirk  a li ser ciwanan nexapiya, her tim cewhera xwe parast. Hevrêyê me Avareş ku dilê wî gelekî bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re bû, bala xwe li ser têkoşîna me bû û tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me Avareş her ku têkoşiya bi coş û kêf bû, tehma têkoşîna ji bo azadî, nasname û hebûna gelê xwe dikir. Cihgirtina li nava doza azadî û hebûnê ya gelê Kurd, şerê ji bo gelê xwe û serxistina şerê gel ê şoreşgerî li dilê xwe nekişand û li ser vê bingehê sala 2014’an di meha Adarê de beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Avareş ku li Zapê tevlî nava refên gerîla bû, gava jiyana li ser bingeha hevrêtiya gerîla dît, gelekî kete bin bandora wê. Fêhm kir ku jiyana li nava PKK’ê ya bi pîvanên azadî û îradeya azad li devereke din nîne û heyraniya xwe ya ji bo vê jiyanê timî dianî ziman. Hevrêyê me Avareş zanîbû ku tevlîbûna li nava refên gerîla tenê gava destPêkê ye ji bo şoreşgeriyê û ji bo bi tevahiya hebûna xwe bibe şoreşger, bibe PKK’iyek xwe jinûve birêk û pêk kir. Ji uslûbê heta bi liv û tevgerê, ji feraseta rêbazê heta bi çand û exlaqa şoreşgerî xwe guhert. Ji bo xwe ji feraset û nêzîkatiyên zayendîperestiya civakî li ser civakê ferz dike rizgar bike, ji bo xwe ji feraset, uslûb û mejiyê mêr ê serwer qut bike û bi jinê re bibe hevrêyekî rast gelekî hewl da. Ji dil baweriya xwe pê anî ku PKK navê jiyana azad û nû ye, bi vî rengî tevlî bû û di meşa şoreşê de ya li ser vê bingehê da destpêkirin, di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû, ji Zapê heta bi Garê, ji Çemço heta Cîlo li gelek qadan pratîk kir. Li qadên zehmet ma, tevlî pratîka şer bû, tecrûbeyeke mezin a şer û jiyanê bi dest xist. Hevrêyê me Avareş ber bi fermandariyê ve gavên ji xwe bawer avêt, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel di akademiya pisporiya leşkerî de tevlî perwerdeyê bû û di taktîka sûîqestê de bû pispor. Zanîbû ku çeka di destê wî de temînata paşeroja azad a gelê me ye, lewma her fîşekek bi bawerî û armanceke mezin teqand. Hevrêyê me Avareş bi kesayetiya xwe ya jêhatî, jîrbûna xwe, bi tevlîbûna xwe ya bi tempoya bilind, bi sekna xwe ya cihê baweriyê û kûrbûna xurt a leşkerî dest bi dayina perwerdeya pisporiya leşkerî kir. Hunera ku rêxistina me da wî, bi dilnizimiyeke mezin gihand hevrêyên xwe, bû alîkar ji pêşketina hevrêyên xwe re û tevlîbûneke mînak pêk anî.

Hevrêyê me Avareş ku weke sekvanekî pratîka gerîla kir, sala 2017’an careke din derbasî Zapê bû, li vê derê wezîfe û berpirsyariyên cuda bi cih anî. Di amadekirina çeper û tunelên şer de wezîfe bi cih anî ku ev rêbaz di şerê me yê gel ê şoreşgerî de gelekî girîng e. Bi eşq û daxwazeke mezin tevlî vî karê zor û zehmet bû. Hevrêyê me Avareş ji dil baweriya xwe pêk anî ku ev rêbaz dikare pêşî li êrîşên dagirkeran ên bi çekên kîmyewî û taktîka şer bigire û ji bo vê jî bi performanseke bilind tevlî bû.

Hevrêyê me Avareş ku aşiqê jiyana azad a li çiyê bû, bi baweriyek emezin têkoşiya, tu carî neket nava dudiliyê, bi sekna xwe bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo bibe fermandarekî gerîla yê ku wezîfeyên mezin bi ser dixîne, her tim li ser soza ku dabû meşiya. Timî dixwest derbasî bakurê Kurdistanê bibe, li Bakur gerîlatiyê bike û sala 2020’an ev daxwaza xwe pêk anî, derbasî herêma Geverê bû. Gerîlayên Bakur ku dijmin her sal bi hezaran carî operasyon û êrîşan li dij dike, bi saya hevrêyên me yên wêrek û leheng ên mîna hevrê Avareş, bi saya berxwedana mezin a Apoyiyan nehişt dijmin bigihêje armanca xwe. Gelek êrîşên dijmin hatin têkbirin, dem û cih hat derbên xurt li dijmin hatin xistin û beşdarî gelek çalakiyên girîng bû. Hevrêyê me Avareş ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me dikarîbû bibûya fermandarekî mezin, tevî 2 hevrêyên xwe 20’ê Hezîrana 2023’yan li qada Warê Teço yê Geverê li dijî dagirkeran bi wêrekiyeke mezin bersiv da. Artêşa tirk a namerd ku nekarî li hemberî sê milîtanên fedaî yên Apoyî sîng bi sîng şer bike, bi teknîka şer bombe li qada hevrêyên me lê bû barand, di encamê de hevrêyê me Avareş şehîd bû.

Hevrêyê me Avareş ku ji roja tevlî bû û pê ve bi eşqeke mezin, bawerî û hêviya azadiyê têkoşiya, weke ewladekî leheng ê wêrek ê xelkê me yê Pirsûsê tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Avareş bi meşa xwe ya şoreşgerî wê bibe mînak ji ciwanên Pirsûsê û tevahiya ciwanên kurd re. Weke hevrêyên wî jî em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe derkevin û armancên wî bi ser bixînin.

Raman Sine

Hevrêyê me Raman Sine li nava malbateke xizan û dilnizm bi exlaqê civakî yê xurt ê malbatê mezin bû. Bala xwe her tim li ser serhildanên Kurd, berxwedanan û têkoşîna li her devera Kurdistanê bû. Hevrêyê me Raman ku bi çanda gelê kurd a xurt mezin bû, ji karê înşaetê heta bi karê xiratiyê di gelek karî de xebitî, bi keda xwe debara xwe kir û alîkarî da malbata xwe. Çiqasî xebitî jî ji ber mêtingeriya aborî ya li ser gelê kurd tu carî mafê xwe nekarî bi dest bixe. Ev rastiya ku hevrêyê me Raman lê rast hat, mêtingeriya li ser gelê me bandoreke kûr lê kir û bû sedem ku bibe xwedî hêrseke mezin. Hevrê Raman ku ciwanekî têgihiştî û dilzizm bû, li nava malbatê û hevalên xwe dihate hezkirin. Bi jêhatîbûn û karkeriya xwe 13 salan bi serketî xwend, li zanîngehê heta beşa zîreetê xwend. Lê belê ji ber polîtîkayên cihêkariyê yên mamosteyên li dibistanê, dest bi lêpirsîneke xurt a li ser sîstema heyî kir. Hevrêyê me Raman li sîstema heyî pirsî, pê hesiya ku jin di nava civakê de li statuya herî jêrîn hatiye mehkûmkirin. Tunebûna jinê ya di vê astê de, tgalankirina keda jinê, bilêvnekirina navê jinê, girtiya rûyê wê, astengiyên li ser jiyana azad a jinê ya bi rengê xwe, tu carî qebûl nekir. Di heman demê de polîtîkayên mezhebperestî yên dewleta Îranê, cihêkariya ku di nava civakê de kir, bû sedema hêrsê. Hevrê Raman ku ciwanekî rewşenbîr bû, li dijî olperestî, mezhebperestî û zayendîperestiyê helwest nîşan da, li dijî varyantên îdeolojiya bi jehr a ku modernîteya kapîtalîst li ser piyan dihêle, helwest nîşan da û kete nava lêgerîna li jiyaneke nû.

Ji medyayê PKK nas kir, kete bi bandora wêrekiya mezin  û têkoşîna milîtanên fedaî yên Apoyî ku li dijî DAÎŞ’ê meşandin. Ji şoreşgeriya bêfikar a Apoyiyan, ji têkoşîna bi rengê fedaî, ji şerê wan ê dûrî berjewendiyên şexsî û rabûna li dijî faşîzmê sûd wergirt. Di sala 2018’an de dema ku êrîşa qirkirinê ya dewleta tirk  a qirker a li ser Efrînê dît, gelekî jê bi bandor bû û bi hêrsreke mezin a li dijî dewleta tirk  a faşîst, ji bo hilanîna tola gelê kurd û xelkê Efrînê biryar da tevlî nava têkoşînê bibe. Ji ber ku hevrê Raman fêhm kir ku mesele bajarekî bi tenê yê Kurdistanê nîne, armanca esasî ya êrîşa li ser Efrînê tunekirina Kurdîtiya azad e.

Hevrê Raman ji bo parastina Kurdîtiya azad, mezinkirina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê xwe, ji bo afirandina Kurdistana azad bêteredût sala 2018’an li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Raman weke ciwanekî kurd ê ku hişê xwe rewşenbîr, dilê xwe samîmî heta dawiyê baweriya xwe bi PKK’ê re anî û bi vê baweriyê dest bi meşa şoreşê kir. Piştî ku li Qendîlê tevlî perwerdeya şervanên nû bû û tecrûbeya destpêkê wergirt, bêrawestan tevlî nava karên pratîkê bû. Bi kesayetiya xwe ya têghiştî, tevlîbûna dilnizm, kêfxweşiya mezin a ji jiyanê û tevlîbûna li nava PKK’ê, bi fedakarî û kelecaneke mezin kar kir. Hevrê Raman li nava hevrêyên xwe yên jin û mêr hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê, xwest tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê bike bingeha meşeke serketî. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeya li akademiyê ya pisporiya leşkerî bû, di rê û rêbaza şerê dema nû yê gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwest bibe pispor. Bi xurtî tevlî nava pêvajoya perwerdeyê bû û bû gerîlayek ku di taktîka sabotajê de bû pispor.

Hevrê Raman bi kesayetiya xwe ya dilnzim, cudahî nexist navbera wezîfeyên biçûk an jî mezin, pêwîstiya rêxistina me li ku hebû li wir dest bi kar kir. Hevrê Raman ku milîtanekî Apoyî yê mînak bû, tevlî nava karên amadekariya şer û binesaziyê bû, ked û hewldaneke mezin nîşan da û tevkariyeke girîng kir. Dema ku cih hat bû gerîlayekî kedkar, cih hat bû fermandarekî tîmê yê pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir. Hevrêyê me Raman zanîbû ku dewleta tirk  a mêtinger qirker û polîtîkayên wê yên faşîzan dijminê herî mezin ê gelê kurd e, timî dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li Bakur derbên herî mezin li dijmin bixe. Li ser vê bingehê pêşniyara wî hate qebûlkirin û bi kêfxweşiyeke mezin, bi îdîayeke bilind a serketinê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Bi kefxweşî li Bakur gerîlatî kir, zor û zehmetî bi îradeya xurt ji pêşiya xwe rakir, di kêliyên herî zehmet de derfet afirand, bi şoreşgeriya xwe bersiv da kêlî û demê.

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi hevrêyê me Raman re bû sedema kîn û hêrsê, hêrsa wî ya ji bo tolhildanê zêde kir. Êrîşên Artêşa tirk a dagirker ên li derveyî mirovahiyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê, bikaranîna her cûre teknîka şer, bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên li dijî mirovahiyê, kir ku hevrêyê me Raman hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Raman weke şoreşgerekî Apoyî bi haya ku ji berpirsyariyên xwe yên rojane û dîrokî hebû, li Bakurê Kurdistanê têkoşîn mezin kir. Gelek êrîşên dijmin û operasyonên wan bi rêbaza şer a tîmê pispor pûç kir. Di heman demê de tevlî wan çalakiyan bû ku di kêliyên dijmin ne li bendê bû hatin lidarxistin û derb li dijmin hate xistin. Di 20’ê Hezîrana 2023’yan de dema ku li ser erka xwe bû di êrîşke dijmin de heta nefesa xweya dawî bi fedaîtî li ber xwe da û şehîd bû.

Serxwebûn Amed

Hevrêyê me Serxwebûn li paytexta Kurdistanê Amedê di nava malbat û derdorek welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Serxwebûn ji sê bira-xwişk ê herî biçûk bû. Ji derdora wî ya nêz, tevlîbûnên nava têkoşîna azadiyê çêbûn. Hevrêyê me Serxwebûn 8 salan xwend, piştre dest ji dibistanê berda û weke karker di karên cuda de xebitî. Dewleta tirk  a mêtinger ku dixwaze qirkirina çandî li ser ciwanên kurd pêk bîne, ji cewherê wê/î xalî bike, ji nasnameya wê/î dûr bike û ji têkoşîna azadiyê qut bike, li Kurdistanê bi zanebûn bikaranîna madeyên hişbir teşvîk dike. Di encama van polîtîkayên nemerdane û bêexlaqî yên dewleta tirk  de hevrêyê me Serxwebûn jî dema ku zarok bû, fêrî madeyên hişbir bû. Piştî ketî xefika dewleta tirk  a madeyên hişbir, ji malbata xwe dûr ket û pênc salan li ber bê ket. Lê hevrêyê me Serxwebûn di vê pêvajoyê de têkoşîna azadiyê ya gelê xwe nas kir, ji berxwedanê û ciwanên şoreşger ên welatparêz bandor bû. Bi ciwanên ku di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz re bû hevrê û tevlî wan bû.

Hevrêyê me Serxwebûn hingî ku nêzî têkoşîna azadiyê bû, ji belaya madeyên hişbir jî dûr ket. Destpêkê ji berxwedana li Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê û piştre jî ji berxwedana YPS’ê ya ku sala 2015’an li Sûra Amedê hatî raberkirin, bandor bû. Hevrêyê me Serxwebûn ruhê PKK’ê yê ku azad dike, hîs kir û tercîh kir ku bibe parçeyekî vê têkoşînê. Di dawiya sala 2015’an de hemû qirêjiya modernîteya kapîtalîst li pey xwe hişt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serxwebûn dema tevlî refên gerîla bû, xwe mîna ku ji nû ve hatiye dinê hîs kir. Perwerdeya destpêkê ya gerîla, li Metînayê dît. Piştre li vir tevlî pêvajoya pratîkê bû û bû xwedî tecrube. Dema ku bi îdeolojiya Apoyî bû xwedî zanebûn û ruhê azad pêş ket, xurt bû û xwe ji nû ve ava kir. Hevrê Serxwebûn di çêkirina tunel û çeperên şer de xebitî, ked da û bi vî moralî hîn xurttir tevlî bû. Hezkirina wî ya jiyanê zêde bû, moralê wî bilind bû, baweriya wî mezin û bû dilsozê azadiyê. Hevrêyê me Serxwebûn bi îdeolojiya Apoyî şoreşgeriya bi rûmet di kesayeta xwe de ava kir û bû layiqê malbat û gelê xwe.

Hevrêyê me Serxwebûn li gel pêşketina civakî, têkîliyên hevrêtî û asta şoreşger a ku xwe gihandiyê, di aliyê leşkerî de jî xwe perwerde kir. Bi gavên ji xwe bawer di pratîkê de pijiya, ji hevrêyên xwe piştgirî wergirt û bû gerîlayekî xwedî tecrube. Sala 2017’an çû akademiya pisporiya leşkerî û fêrî gerîlatiya profesyonel bû, di bikaranîna çekên ferdî û nîv otomatîk de bû pispor. Di heman demê fêrî stratejiya têkoşîna gerîla bû. Hevrêyê me piştî akademiya leşkerî derbasî qada Zapê bû û tevlî pêvajoya pratîkê ya li vir bû. Bi xwestekek mezin û hezkirin ji her wezîfeyê re berpirsyariyên xwe pêk anî. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, tevlîbûna xwe ya ji dil û fedakariya xwe hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Serxwebûn bi tevlîbûna aktîf û bi cesareta xwe di nava tîmên bi tevger de cih girt û tevlî şerê tîma pispor bû ku tarzê taktîka herî girîng a demê bû. Hevrêyê me di nava pêvajoya pratîkê de xwe perwerde kir û di demeke kurt de li ser taktîka sabotajê perwerde dît.

Hevrêyê me Serxwebûn ji bo ku xeta azadiya jinê fêm bike û bi jina azad re rast hevrêtiyê bike, Rêber Apo hîn zêdetir xwend. Dît ku modernîteya kapîtalîst, şaristaniya dewletparêz û dewleta tirk  a faşîst destpêkê êrîşî jinê dike û armanc dike ku bi xistina jinê hemû civakê bixîne û koletiyê di nava civakê de belav bike. Li dijî vê yekê jî hevrêyê me Serxwebûn jî taybetmendiyên mêrê desthilatdar di kesayeta xwe de tune kir, hem li hemberî heqîqeta jinê rexnedayîn da û hem jî hewl da ku bibe hevrêyekî rast ê jinê. Şehadeta dotmama wî hevrêya me Dîcle Hêvîdar (Rojbîn Akyol) ku 9’ê Hezîrana 2018’an li Amedê şehîd bû, ev hewldana hevrêyê me Serxwebûn hîn zêdetir kir û hêrsa wî ya li hemberî dijmin jî zêdetir bû.

Hevrêyê me Serxwebûn bû xwedî tecrubeyeke mezin, di taktîkên gerîla de bû pispor û asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me derbasî Bakurê Kurdistanê bû û gerîlatiya xwe li vir domand. Li herêma Geverê tevî şert û mercên zehmet jî, bi sebrek mezin têkoşiya. Ji bo tola salên ku dewleta tirk  a qirker jê dizîne û tola tiştên ku bi serê gelê me anîne, bistîne pir bi çalak tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me Serxwebûn armanc û meşa xwe ya di nava gerîla de, di raporekê de wiha anîbû ziman, ‘Ez ê di her pirsgirêkekê de dersek mezintir ji bo xwe derxînim, di pratîka li pêşiya me de seknek hîn rêxistintir û seknek mîlîtanekî Apoyî raber bikim û bi perspektîfa ji nû ve avakirinê ya ku rêxistinê daye me, ez ê rol û mîsyona ku tê xwestin bilîzim. Ji bo ev sal bibe sala serkeftinê û Rêbertî bigihije azadiya xwe ya fîzîkî, ez ê hîn çalaktir tevlî pêvajoyê bibim, teknîka dijmin pûç bikim û derbeyên giran li dijmin bixim. Ez ê di nava gerîla de xwe hîn pisportir bikim û hîn zêdetir lêhêrbûnê bikim. Ez ê ji xwe re esas bigirim ku fatûreyên giran li dijmin bibirim’.

Hevrêyê me Serxwebûn 20’ê Hezîrana 2023’an dema bi du hevrêyên xwe re li ser wezîfeya xwe bû, li dijî dijmin ketin nava şer û bi cesareteke mezin, bi fedayî şer kirin. Artêşa tirk ku derbe xwar, şerê sing bi sing negirt ber çavê xwe, xwe qedemeyekî paş de kişand  û bi teknîka şer qada ku hevrêyên me lê ne, bi dijwarî bombebaran kir. Hevrêyên me Serxwebûn, Avareş û Raman di encama vê bomberdûmanê de şehîd bûn.

Hevrêyê me Serxwebûn tevlîbûna xwe ya nava têkoşîna azadiyê wiha pênase kiribû, ‘biryara herî rast e ku min di jiyana xwe de daye’. 8 salan bê hempa têkoşiya. Ji Metîna heta Zapê, ji Zapê heta Geverê bêyî ku bisekine xwedî li berpiryariyên xwe derket û bi lehengî ber bi şehadetê ve meşiya. Ev sekna hevrêyê me weke sekneke şoreşgerî ya mînak derbasî dîroka têkoşîna me bû. Têkoşîna hevrê Serxwebûn, di serî de ji bo malbata wî ya hêja, ji bo hemû gelê kurd û me hevrêyên wî serbilindiya herî mezin û çavkaniya moralê ye. Divê her ciwaneke Kurd ê/a welatparêz çûyîna hevrêyê me Serxwebûn a ber bi azadiyê ve, xwe gihandina wî ya asta lehengiyê ji xwe re mînak bigire. Divê ciwanên kurd ji bîr nekin ku li hemberî modernîteya kapîtalîst, tu carî ne bêyî alternatîf nîn in. Wê bîranîna hevrêyê me Serxwebûn timî di têkoşîna me de bijî û armancên wî yên ku bi fedayî ji bo şer kirî, teqez were biserxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar