Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan aşkera kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di operasyona şoreşgerî de şehîd bûn aşkera kir û got, “Em soza xwe dubare dikin, ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya hevrêyên xwe Adar, Heqî û Eylem derkevin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin:”Di daxuyaniya xwe ya 27’ê Mijdara 2022’an de me ragihandibû ku di 25’ê Mijdara 2022’yan de li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê di operasyonên şoreşgerî de derbên giran li artêşa tirk a dagirker hatiye xistin, 19 dagirker hatine cezakirin û hevrêyên me Adar, Heqî û Eylem ên di operasyonên şoreşgerî de bi fedaîtî bi ser dijmin ve çûn heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Van hevrêyên me yên hêja, ku ji mînakên herî bijarte yên milîtaniya fedaî ya Apoyî ne, taktîkên gerîlatiya serdema nû bi hostatî bi kar anîn û derbeke dîrokî li artêşa Tirk a dagirker xistin. Piştî pêvajoyeke amadekariyê ya bi israr, îrade û bi daxwaz, taktîka tîmên bi tevger di çalakiyê de bi serketî bi cih anîn û nîşan dan ku gerîla di her şert û mercî de wê têkoşînê dewam bike û azadiya gelê me misoger bike. Hevrêyên me Adar, Heqî û Eylem ku milîtanên mînak ên artêşa fedaî ya Apoyî bûn, di şer û jiyanê de bi ruhê fedaî meşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Adar Argeş
Nav paşnav: Vesîle Arvîş
Cihê jidayikbûnê: Bazîd
Dayik-Bav: Gulîzar-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Zap
Nasnav: Heqî Karasûngûr
Nav paşnav: Omer Açan
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Zahîde-Îlhamî
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022  Zap
Nasnav: Eylem Esrîn Memyan
Nav paşnav: Nûpelda Polat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Necîbe-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Zap
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar