Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan aşkera kir

HPG’ê ragihand ku 3 gerîlayên azadiyê li Xakurkê şehîd bûne û wiha got: “Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn, bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd di encama êrîşa dewleta dagirker a tirk de şehîd bûn daxuyanî da. HPG’ê ev tişt parve kir:

“Di nîsana 2024’an de di encama êrişên dijmin de yên li ser herêma Xakurkê, hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat şehîd bûn.

Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat ku weke ewladên herî bijarte yên gelê Kurdistanê metirsiya qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser gelê me heta hucreyên xwe hîs dikirin, ji bo hêjayî vê rastiya gel bibin ku ew afirandin, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku ji bo misogeriya azadiya gelê me ji her cûre fedakariyê re amade bûn, bi têkoşîna xwe ya destanî ya li nava refên gerîla, ev yek ispat kirin. Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat di nava şert û mercên herî giran û demên herî zehmet de bi îradeya Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan, bi berxwedana xwe nîşan dan ku milîtaniya fedaî ya Apoyî têk naçe. Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn, bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan. Hem di kar de hem jî di nava çalakiyan de bêteredût têkoşiyan, serketin ji xwe re kirin armanc û ji me re bûn çavkaniya hêz û moralê. Van hevrêyên me Sema Bahoz û Firat bîranînên xwe yên gelekî hêja û wezîfeyên şoreşgerî yên divê teqez bi ser bêne xistin ji me re hiştin.

Weke hevrêyên wan, em soza xwe dubare dikin ku em ê hêjayî xeta têkoşînê ya hevrêyên xwe Sema, Bahoz û Firat bin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Sema Cuya Çewlîk

Nav paşnav: Zîlan Azak

Cihê jidayikbûnêÇewlîk

Dayik-Bav: Gulten-Yuksel

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê

 

Nasnav: Bahoz Hewlêr

Nav paşnav: Fawaz Oso

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Edûle-Mahmûd

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê

 

Nasnav: Firat Harûn

Nav paşnav: Halef Karacan

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Salîha-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2024 / Xakurkê

Şehîd Sema Cuya Çewlîk

Hevrêya me Sema li Çewlîkê li nava malbateke dilsozê cewhera Kurdîtiyê û welatparêz ji dayik bû. Malbata wê ya xwedî hişmendiya bilind a welatparêziyê navê Zîlan li hevrêya me kir û hevrêya me jî di tevahiya jiyana xwe de hewl da hêjayî navê xwe be. Ji ber vê yekê jî hîn di zarokatiyê de zanîbû bê wateya navê wê çi ye, ji ku hatiye û ji kê hilanî ye. Bi vê têgihiştinê mezin bû. Piştî ku apê wê hevrêyê me Nûrettîn Azak sala 1993’an tevlî nava refên Partiyê bû û di nava malbatê de timî qala wî dihate kirin, hevrêya me Sema hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me ku bi terbiye û çanda ji malbatê wergirtî mezin bû, di heman demê de jiyana şoreşgerî jî pejirand û li derdora xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêya me di ciwantiya xwe de li rastiya derdor û dijmin pirsî û gihîşt wê encamê ku ne dikare bi mejiyê bi serweriya mêr ê ku koletiyê li jinê ferz dike bijî, ne jî dikare bi dewleta tirk a ku qirkirinê bi rêk û pêk li gelê me ferz dike bijî. Hevrêya me baweriya xwe bi wê yekê anî ku jiyaneke alternatîf tenê bi felsefeya Rêber Apo dikare bê afirandin, ji bo vê jî hîn bêhtir pirtûk û analîzên Rêber Apo xwend. Hevrêya me Sema zanîbû ku di felsefeya Rêbertî de çiqasî xwe kûr bike ew ê ewqasî jî azad bibe, hewldanên xwe yên bi vî rengî bi rêk û pêk kir. Hevrêya me mîna her kesên li Kurdistanê, rastiya dijmin ji dibistanê û ji her qada jiyanê nas kir, siyaseta qirkirinê ya dijmin ku li dijî gelê me dimeşîne zû fêhm kir û li hemberî vê yekê jî bû xwedî hêrseke mezin. Piştî ku bavê wê yê ku di nava karên çapemeniyê yên legal de dixebitî ji aliyê dijmin ve hate girtin û zindanîkirin, hêrsa hevrêya me Sema ya li hemberî dijmin hîn mezin bû. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku li hemberî vê rastiya dijmin tenê têkoşîn dikare bê kirin, di dema ciwantiya xwe de tevlî nava karên ciwanên welatparêz, şoreşger bû. Hevrêya me Sema di vê demê de partiya me PKK hîn baştir nas kir. Di nava kar de bi rengekî çalak beşdar bû, ked da ku gelek jin û ciwanên Kurd nirxên azadiyê nas bikin û beşdarî nava refên têkoşînê bibin. Hevrêya me Sema ku li Bedlîsê dema diçû zanîngehê bi rengekî profesyonel tevlî kar bû, têkiliya xwe ya bi sîstemê re her roj hîn bêhtir qut kir. Di vê demê de bi sekna xwe ya milîtanî û kesayetiya xwe ya serhildêr a ku li ber dijmin serî neditewand, ji hevalên xwe re bû mînak. Dema ku êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya bi ked, fedakariyeke mezin hate afirandin her roj zêde bûn, her wiha li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me ‘Plana Têkbirinê’ hate meşandin, hevrêya me Sema ev yek ji xwe re kir hincet ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêya me baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî bi bandor a li hemberî rastiya dijmin li nava refên gerîla dikare bê meşandin û sala 2015’an dema li zanîngehê dixwend ji Bedlîsê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Sema yekemcar li herêma Garzanê tevlî perwerdeya gerîla bû, bi vê perwerdeyê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi saya sekna xwe ya bi daxwaz û qîmetê hevrêyan dida wê, bi rengekî çalak tevlî bû û ji bo karibe wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne, têgihişt ku divê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe hîn bêhtir şareza bike. Li ser vê bingehê bi daxwaza hevrêyên wê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me li vê derê tevlî nava perwedeya şervanên nû bû, agahiyên xwe yên destpêkê yên têkildarî gerîlatiyê zêde kir û her kêliyê bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê bû. Hevrêya me ku li gelek qadan pratîk meşand, gihîşt wê encamê ku weke gerîlayeke xwedî tecrûbe êdî dem hatiye ku bi berpirsyariyên girîng rabe. Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku ev yek jî tenê bi gerîlatiya pispor û profesyonel dibe, li ser vê bingehê beşdarî nava perwerdeya pisporiyê bû. Di serî de çekên giran ku ji bo taktîka gerîla ya dema nû girîng e, derfet dît ku di gelek branşan de bibe pispor û ji bo karibe perwerdeya wergirtî bixe pratîkê, gelekî bi kelecan bû. Hevrêya me xwest bi çalakiyên xurt ên li dijî dijmin hêrs û kîna xwe hîn mezin bike û ji bo vê jî israr kir, pêşniyar kir. Di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe, bi asta xwe ya kûrbûnê û bi dilsoziya xwe ya bi nirxên me yên azadiyê bû gerîlayeke YJA Star ku ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak bê dîtin, bi vê sekna xwe di heman demê de ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê. Ji ber vê jî pêşniyar hate kirin ku hevrêya me beşdarî karên stratejîk bibe ku ji bo vê jî pêwîstî bi baweriyê hebû. Hevrêya me ev pêşniyara hevrêyên xwe bi têgihiştineke rêxistinî pêşwazî kir û qebûl kir. Dema ku ev kar dikir, bi hesasiyet û rêbaza xwe ya kar a bi rêk û pêk, pratîkeke serketî bi cih anî. Hevrêya me Sema hem kar dikir, hem jî di her kêliyê de xwe perwerde dikir. Bi taybetî ji bo pîvanên azadiya jinê di kesayetiya xwe de bide rûniştandin gelekî ked da, hewl da. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku tenê bi pîvanên jina a azad dikare bibe deng û parêzvana jinan ku her roj têne qetilkirin, ji bo vê jî her tim bi hevrêyên xwe re nîqaş dikir û hem xwe, hem jî hevrêyên xwe bi pêş ve dibir. Ji ber taybetmendiya karê ku dikir, hevrêya me Sema derfet dît ku gelek hevrêyan nas bike, bi kesayetiya xwe ya ji dil di dilê hevrêyên xwe hemûyan de bû xwedî cihekî. Di kar de bû pispor û xwedî tecrûbe, di serî de herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji bo tevlî berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe israr kir.

Hevrêya me Sema li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû û bi coş û moraleke mezin tevlî kar bû. Hevrêya me asta xwe ya tevlîbûnê li vê derê jî dewam kir û her roj tempoya xwe ya kar bilind kir, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir ku pê re dixebitîn. Hevrêya me li herêma Xakurkê ku zanîbû warê berxwedanê yê hevrê Şehîd Bêrîtan – Gulnaz Karataş e, ji bo hêjayî xeta têkoşînê ya hevrê Şehîd Bêrîtan bibe, gelekî hewl da. Hevrêya me Sema bi şehadeta xwe hêrsa tolhildanê ya hevrêyên xwe mezin kir. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad a ku hesreta wê bû, wê bi bîr bînin.

Şehîd Bahoz Hewlêr

Hevrêyê me Bahoz li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya qedîm li warê berxwedanê Kobanê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna li nava refên gerîla ya ji derdora xwe ya nêz, hevrêyê me Bahoz firsend dît ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas bike. Hîn zarok bû kete bin bandora têkoşîn û jiyana milîtanên Apoyî û dixwest tevlî nava refên gerîla bibe û bibbe milîtanê azadiyê yê gelê me. Di destpêka ciwantiya xwe de gelek karên cuda û girîng kir, ji bo milîtanên Apoyî li Kobanê bi hêsanî karê xwe bikin, kedeke girîng da. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat, hevrêyê me Bahoz firsend dît ku têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, beşdarî nava yekîneyên berxwedanê bû û di parastina gelê me de bi rol rabû. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kirin, bi hevrêyên xwe re beşdarî nava pêvajoya berxwedana dîrokî bû, bû yek ji hevrêyên me ku li vê derê bi rengekî fedaî şer kir. Piştî ku di Berxwedana Kobanê de yek ji xizmên wî yên nêz, hevrêyek me şehîd bû, hevrêyê me Bahoz navê dotmama xwe Şehîd Hewlêr hil da û navê xwe kir Bahoz Hewlêr. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku her şehadeta li Kobanê hincetek ji bo tolhildanê ye, lewma kete nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me Bahoz baweriya xwe ya bi serketinê ji bo kêliyekê jî kêm nekir, lewma kir ku derbên giran li çeteyan bê xistin û bi keda xwe ya bêhempa ya di têkoşînê de li nava hemû hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me bû yek ji lehengên bênav ên serketina li Kobanê û di têkbirina çeteyan de xwedî hewldanên girîng bû. Di pêvajoya berxwedanê de derfet dît ku gelek milîtanên Apoyî yên hêja nas bike. Hevrêyê me Bahoz ji gotinên van hevrêyên me yên li ser çiyayên Kurdistanê bi bandor bû û ji xwe re kir armanc ku tevlî nava refên gerîla bibe ku armanca wî ya zarokatiyê bû. Piştî ku Kobanê û gundên li derdorê hatin rizgarkirin, hevrêyê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Di nava gerîla de yekemcar li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya destpêkê wergirt û ji aliyê hînbûna jiyana li çiyê destpêkê hinekî zehmetî kişandibe jî bi kesayetiya xwe ya bi daxwaz û îrade zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir û bi coş tevlî bû. Hevrêyê me li qada leşkerî tecrûbeyên girîng wergirt, derfet dît ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş bixîne û bibe milîtanekî şareza. Hevrêyê me Bahoz ku îdîaya wî ya têkoşînê mezin bû, li nava refên gerîla hîn nû bû lê belê tevî vê yekê jî xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û tevlî berxwedana li wê derê bibe. Ji bo vê jî gelekî bi daxwaz bû û israr dikir û pêşniyara hevrêyên xwe ya ji bo pisporbûyîna li branşên leşkerî qebûl kir û tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Bahoz tecrûbeya şer a di şerê Kobanê de bi perwerdeya pisporiyê hîn bi pêş ve bir, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li eniyên herî pêş cih girt. Hevrêyê me beşdarî gelek çalakiyên li hemberî artêşa Tirk a dagirker bû, bi wêrekiya xwe hêz da hevrêyên xwe. Bi saya tevlîbûna xwe ya fedakar a li hemû çalakiyan hevrêyê me Bahoz li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê, ji bo hêjayî van nêzîkatiyên hevrêyên xwe bibe her tim hewl da têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêyê me Bahoz di vê pêvajoya şerê giran de du caran birîndar bû lê tevî vê jî daxwaza xwe ya têkoşînê qet kêm nekir û ji bo karibe hîn bêhtir tevlî bibe hewl da.

Hevrêyê me Bahoz ku piştî sala 2018’an têkoşîna xwe li qadên cuda dewam kir, di her karî de serketin ji xwe re kir armanc. Bi kesayetiya xwe ya durust û xwezayî, bi dilsoziya xwe ya kûr a bi nirxên azadiyê re bandor li hemû hevrêyên xwe kir û bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan bû milîtanekî Apoyî. Di pêvajoyekê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, xwest tevlî çeperên berxwedanê bibe û li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû.

Hevrêyê me di demeke kurt de hînî herêma Xakurkê bû, bi lez kete pey wan firsendan ku li dijî dijmin çalakiyan bike. Ji bo vê jî hewldan û lêgerînên xwe bênavber dewam kir, beşdarî gelek çalakiyên li herêmê bû û wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih anî. Li hemberî êrişeke gengaz a li ser Xakurkê ji bo avakirina tunelên berxwedanê kedeke mezin da, bi taybetmendiya xwe ya pêşdîtî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di heman demê de ji xwe re kir esas ku di rêbaza şerê gerîla yê dema nû de li gel xwe her wiha hevrêyên xwe jî perwerde bike, ji bo tecrûbeyên tîmên gerîla yên nîv tevger û tunelan di kesayetiya xwe de bi cih bike, timî hewl da. Hevrêyê me Bahoz ku hêviya xwe ya azadiyê her tim dewam kir û mezin kir, ji bo karibe vê taybetmendiya xwe di jiyanê de nîşan bide, ji xwe re kir armanc ku timî reng bide jiyana gerîla û enerjiya xwe ya pozîtîf di her kêliyê de mezin bike. Hevrêyê me Bahoz bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirinê.

Ji dema tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve ji xwe re kir pîvan ku dilsozê xeta Rêber Apo û şehîdan be, heta kêliya dawî jî ev sekna xwe dewam kir û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Weke hevrêyên wî heta ku têkoşîna hevrê Bahoz weke mîrate ji me re hiştiye bi ser bixîne, em ê bi biryardarî şer bikin.

Şehîd Firat Harûn

Hevrêyê me Firat li nava malbateke welatparêz li Curnê Reş ji dayik bû ku ev herêm yek ji wan qadan e ku têkoşîna me yekemcar lê girseyî bû û derba destpêkê li xeta xiyanetê hate kirin. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û bi saya sekna şoreşgerî ya bi dehan salan a Curnê Reş, derfet dît ku partiya me PKK di temenê biçûk de nas bike. Hevrêyê me bi bîranînên derba destpêkê ya li dijî axayên feodal mezin bû ku wan axayan li Curnê Reş li ser keda gelê me hebûna xwe dewam dikirin, hêviyên azadiyê tine dikirin û pêşkêşî dijmin dikirin. Hevrêyê me tevî ku heta xwendina zanîngehê bi rengekî çalak tevlî kar nebû jî hêrsa li dijî dijmin her tim di dilê xwe de mezin kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû bajarê Çankiri yê Tirkiyeyê û li wê derê zilm û zexta li ser xwendekarên Kurd û tevahiya gelê Kurd dît, lewma gihîşt wê baweriyê ku li dijî vî mejiyê faşîst weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet divê têbikoşe. Zanîbû ku ev yek jî tenê bi rêxistinbûyîna di bin sîwanê ciwanên welatparêz, şoreşger de dibe, li ser vê bingehê dest bi kar kir. Hevrêyê me Firat di dema vî karî de firsend dît ku rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo ji nêz ve nas bike, fêhm bike û bi rengekî hîn çalak tevlî bû. Hevrêyê me bi bandora ji felsefeya azadiyê ya Rêberê me, ji bo bibe milîtanekî Apoyî gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir kûr bibe û tempoya xwe ya têkoşînê bilind bike. Dema ku di nava kar de bû rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û gihîşt wê biryardariyê ku li dijî rastiya vî dijminê ku qirkirinê li gelê me ferz dike, divê hîn bi rengekî radîkal têbikoşe. Bi taybetî di sala 2014’an de ku êrişên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava gihîştin asta herî bilind, hevrêyê me ev biryar da û gihîşt wê encamê ku têkoşîna herî bi bandor jî li nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dibe. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de zanîngeh terikand û weke bersiva herî bi wate ya li dijî dijmin, ji bo bibe şervanê azadiyê yê gelê me ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Agahiyên xwe yên destpêkê yên têkildarî gerîlatiyê ji hevrêyên xwe yên li Amedê wergirt, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me bi bandora ji têkiliyên hevrêtiyê, jiyana komunal a gerîal û heybeta çiyê, hîn bi coş û kelecan tevlî nava jiyanê bû. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, tevî ku xwest derbasî Kobanê bibe û li dijî çeteyan şer bike, ji ber pêwîstiyan tevlî karên cuda bû. Hevrêyê me ji bo demekê li vê derê kar kir û piştî ku dewleta Tirk a mêtinger li hemberî gelê me û tevgera me dest bi êrişa topyekûn kir, beşdarî nava karên HPG’ê bû. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeya şervanên nû bû, du salan li herêmên cuda kar kir. Tevî ku di karê xwe de serketî bû û pratîkeke serketî meşand jî ji bo bibe bersiv ji êrişên dijmin re, xwest têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêyê me Firat xwest, ji aliyê leşkerî ve xwe şareza bike û pêwîstiyên pêvajoya şer bi cih bîne, li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya pisporiyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi taybetmendiya xwe ya fedakar û kedkar li pêş bû, ji bo serketî bibe heta jê hat tevlî perwerdeyê bû. Bi vî rengî dilsoziya xwe ya hestewarî ya bi Rêber Apo, partiya me PKK’ê û hevrêyên şehîd re veguherand dilsoziyeke zanebûn. Her ku rastiya partiya me û Rêber Apo nas kir, timî xwe kêm dît, ji aliyê îdeolojîk ve timî xwe kûr kir û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de afirand. Lewma hevrêyê me gelekî sade û dilnizm bû, lêgerîna xwe ya li heqîqetê ji bo kêliyekê jî neterikand. Di pêvajoyekê de ku jinûve avabûna gerîla di rojevê de bû, hevrêyê me Firat tevlî perwerdeyê bû û ji bo rêbaz û taktîka dema nû bikeve meriyetê bê fikar û bi rengekî fedakar tevlî bû. Hevrêyê me Firat perwerde bi rengekî serketî qedand û piştre jî derbasî qadên karê pratîkî bû.

Hevrêyê me Firat ku li gelek qadan karê pratîkî kir, di her karî de bi sekna xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna xwe ya fedakarî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Lê belê her tim dixwest biçe qadên ji şerê giran û di vê mijarê de timî israr kir. Hevrêyê me Firat ku armanca wî ya herî mezin ew bû ku li qad û bi rengekî dijmin ne li bendê bû li dijmin bixe. Kûrbûna xwe ya di vê mijarê de bi hevrêyên xwe re parve kir û di pejirandina taktîka gerîla ya dema nû û bicihanîna wê de hewl da. Di pêvajoyekê de ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me bênavber dewam dikin û li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldanên dagirkeriyê zêde bûne, ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî şer bibe derbasî herêma Xakurkê bû ût evlî kar bû.

Hevrêyê me Firat li herêma Xakurkê hem di çêkirina tunelên şer de hem jî di gelek karên têkildarî binesaziya şer de xebitî, tempoya xwe ya tevlîbûnê her roj bilind kir û hewl da wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih bîne. Li herêma Xakurkê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi wêrekiya xwe ya di van çalakiyan de hêz û moral da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Firat ji dema tevlîbûna li nava refên gerîla heta bi şehadetê bi tevlîbûna xwe ya durust, bi kesayetiya xwe ya sade û ji dil bandor li hevrêyên xwe kir. Em soz didin ku armancên wî bikin armancên xwe û di têkoşîna xwe de wî bi bîr bînin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar