Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan aşkere kir

HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûne, aşkere kir û got: “Hevrêyên me weke mîlîtanên ku ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibin mînak, di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Dijmin 24’ê Tebaxa 2023’an êrîşî herêma Xakurkê kir, di vê êrîşê de hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar şehîd bûn.

Hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya gelê me di nava refên PKK’ê de hatin ba hev û bi zanebûneke zêde ya neteweyî, têkoşîn meşandin. Hevrêyên me nûneriya gelê me kirin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, hevrêyên me Rizgar ku bi Dimilkî diaxivî, Gernas ku bi Kurmancî diaxivî û Hêjar ku bi soranî diaxivî li ser bingehê ruh û fikrekî hevpar ji bo azadiya gelê me bi hev re têkoşiyan. Hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar her kêliya xwe ji bo mezinkirina têkoşînê bêyî rawestan, bi ked dayînê û bi afirandinê derbas kirin. Weke mîlîtanên ku ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibin mînak, di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rizgar, Gernas, û Hêjar em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bi geşkirina têkoşînê bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Rizgar Siwar
Nav û Paşnav: Yadîn Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Xarpêt
Navê Dayik – Bav: Hatîce – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê
Nasnav: Gernas Qendîl
Nav û Paşnav: Kawa Mamo
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dayik – Bav: Sacîde – Ahmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê
Nasnav: Hêjar Bêkes
Nav û Paşnav: Sîrûs Rasteqîz
Cihê Jidayikbûnê: Tîkab
Navê Dayik – Bav: Amîne – Tofîq
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê
Nasnav: Sîncer Dehgulan
Nav paşnav: Namet Rizayî
Cihê jidayikbûnê: Bîcar
Dayik-Bav: Meryem-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tebaxa 2023 / Xakurkê
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar