Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne bi daxuyaniyekê aşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî da:
“Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa tirk a dagirker ku li ser qada Zapê daye destpêkirin, berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi heybet dewam dike. Di vî şerê giran de dagirker negihîştine armanca xwe û xitimî ne. Bêguman di serneketina dijmin de tatkîkên şer ê nû, wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêxistiniya bi rengê tîmên gerîla yên bi tevger ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî roleke diyarker e. Her kêliya ku dijmin dixwaze xwe tev bide, hevrêyê me derbên giran li wan didin. Bi tîmên bi tevger ku hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol di nav de bûn û pêşengî ji berxwedana destanî re kirin, derbên giran li dijmin xistin. Di vî şerî de ev hevrêyên me şehîd ketin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Bahoz Jînda
Nav paşnav: Salîh Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Dayik-Bav: Çinar-Dildar
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Nîsana 2022 / Zap
Nasnav: Kamûran Gabar
Nav paşnav: Abdulvahap Beyret
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Vetha-Mecît
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Nîsana 2022 / Zap
Nasnav: Zana Tolhildan
Nav paşnav: Mûhammed Xidir Ahmet
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Meryem-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Nîsana 2022 / Zap
Nasnav: Herekol Têkoşer
Nav paşnav: Rênas Yûsûf
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê
Dayik-Bav: Necûda-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Nîsana 2022 / Zap