HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:
“Yek ji fermandarên YJA-Starê Devrîm Hêjar û hevrêyên me Dîcle û Andok di 27’ê cotmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ji bo herêma Girê Hekkarî veguherînin keleha berxwedanê, kedên girîng dane, bûne mînaka herî berbiçav a gerîlayên Kurdistanê ku nehiştine dagirker derbas bibin. Hevrêyên me Devrîm, Dîcle û Andok ku di berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîlayên me yên YJA Starê de bi pêşxistina gelek çalakiyan erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî bi cih anîn, çawa ku bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşengiya me kirin, wê bi şehadeta xwe pêşiya me jî ronî bikin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Devrîm Hejar
Nav û paşnav: Gulistan Aydemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Bedriye – Latîf
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê cotmeha 2022’an / Metîna
Nasnav: Dîcle Rohat
Nav û paşnav: Ayşe Muhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Hîlale – Muhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê cotmeha 2022’an / Metîna
Nasnav: Andok Serhed
Nav û paşnav: Alî Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Fatma – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê cotmeha 2022’an / Metîna
Devrîm Hêjar
Navçeya Licê ya Amedê ku rêxistina me ya PKK’ê lê ava bû, ji roja ku têkoşîna me ya azadiyê dest pê kiriye heta îro girêdayî Rêbertiya me û jiyana pîroz a şehîdên me ye. Gelê me yê Licê bi tevlîkirina zarokên xwe yên herî hêja yên di nava refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê de bûye cewhera vê jiyanê. Tevî hemû komkujî, şewitandina gundan û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên dijmin jî dev ji helwesta xwe bernedaye. Îro tevî her cure propagandaya şerê taybet jî têkoşîna me dimeşîne. Hevrêya me Devrîm a li Licê ji dayik bû. Piştî Licê ji aliyê dijmin ve hat şewitandin, neçar ma tevî malbata xwe koçî navenda Amedê bike. Li vir mezin bûye û piraniya jiyana xwe li Amedê derbas kiriye. Hevrêya me Devrîm ji temenê xwe yê biçûk ve dest bi naskirina têkoşîna me kir, ji ber ku li cihekî weke Amedê ku têkoşîna me bi rê ve dibir mezin bû, êrîşên dijmin yek bi yek dît, xwişk û mamê wî yê mezin tevlî nav refên gerîla bûn. Weke her ciwaneke kurd hevrê Devrîm jî ku xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê me berpirsyar dibîne, demeke dirêj di nava xebatên ciwanan de ma. Di xebatên xwe yên ciwantiyê de alîkariya bi dehan ciwanên kurd kir ku hişyar bibin û tevlî nava refên têkoşînê bibin. Di salên lîseyê de jî xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê ev daxwaza wê pêk nehat. Lê hevrêya Devrîm ku îdiaya jiyana azad her tim mezin bû, lêgerîna xwe qut nekir û li benda roja tevlîbûna gerîla bû. Hevrêya me Devrîm ku di dibistanên pergalê de jî xwendekareke pir serkeftî bû, zanîngeh qezenç kir û çû metropolên Tirkiyeyê. Di pêvajoya zanîngehê de rastiya dijmin û nêrîna dijmin a li hemberî gelê me zelaltir dît û bêtir xwedî li kurdbûna xwe derket. Hevrê Devrîm, anî ziman ku ew ê tu carî jiyana derewîn a ji aliyê pergalê ve tê dayîn nejî, di sala 2011’an hîn bû ku xwişka wê ya mezin di sala 1996’an de şehîd bûye û fikirî ku dem hatiye ew jî tevlî têkoşînê bibe. Her wiha xalê hevrê Devrîm di sala 1995’an de şehîd bûye û şehadeta xalê wê xeta wê ya têkoşînê zelaltir kiriye.
Hevrê Devrîm ku di sala 2011’an de ji zanîngeha xwe derket û ji axa ji dayîk bûye tevlî nava refên gerîla bû, pêşî navê Hêjar li xwe kir. Her çiqas dixwest navê xwîşka xwe hilde jî, lê bi giraniya layiqê wî navî hîs kir. Demek dirêj li ser vê yekê sekinî. Ji ber ku şoreş û şoreşgerî barekî giran bû û divê bi layiqî ev peywir bi cih bianiya. Hevrêya me Devrîm ku di kesayeta xwe de piştî konsantrasyona ku jiyabû, serkeftinên girîng bi dest xist, bi guherandina navê xwe Devrîm Hêjar têkoşîna xwe domand. Ji wê kêliyê û pê ve hemû jiyana wê bi şoreşgerî derbas bû, bi tevahî şoreşgerî kir. Hevrê Devrîm ku xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist, hemû dema xwe da têgihiştina Rêbertî û kûrbûna di Îdeolojiya Rizgariya Jinan. Ji bo ku her kêliya bi Rêbertiyê re bijî kedeke mezin da. Bi jiyana bi Rêbertî re hewl da Rêbertî hîs bike û wateya Rêbertiya me ya ji bo gelê me û Tevgera me ji kûr ve fêm bike. Hevrêya me Devrîm ku xwedî jiyaneke têr û serketî ya gerîla ye, ji fermandarê tîmê heta fermandarê herêmê di hemû astê de cih girtiye. Li qadên Metîna, Garê, Zap, Xakûrkê û herî dawî jî li Heftanînê têkoşiya. Bi beşdarbûna di gelek lêkolînan de, her dem di nav hewldanan de be ku bi hilgirtina berpirsiyariyên girîng zêdetir beşdar bibe. Hevrê Devrîm ku bi kesayeta xwe ya cewherî û hevrêtiya xwe bandor li ser hemû hevrêyên xwe kir û bi jêhatiya xwe di gelek qadan de bû fermandareke mînak. Ji bo ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi serkeftî bi cih bîne û bikaribe bersivê bide êrîşên dijmin ên li dijî Tevgera me, xwedî ked û hewldaneke mezin bû. Bi taybet piştî sala 2018’an beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û di van çalakiyan de hemû kîn û hêrsa xwe ya li hember dijmin aşkere kir. Di gelek çalakiyan de beşdar bû û ji plansazkirin û pêkanîna gelek çalakiyan berpirsyar bû. Hevrêya me Devrîm a ku di pêşengtiya YJA Starê de bi hêvî bû, dizanibû ku bi zêdekirina destkeftiyên nû wê layiqî Rêbertiya me û rêhevalên me yên şehîd be. Ji bo vê jî bi berdewamî jiyaye ku çawa dikare têkoşîna xwe mezintir bike.
Hevrêya me Devrîm ku di sala 2022’an de li dijî operasyonên ku dijmin li herêma Metîna dabûn destpêkirin, li gelek herêman bi taybet li Girê Hekariyê li dijî dijmin çalakiyên bi bandor koordîne kir. Herî dawî hevrêya me Devrîm ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî erka xwe ya fermandariyê pêk dianî, beşdarî hemû pêvajoyên amadekariyên Pêngava Şoreşgerî ya 26’ê mijdarê bû. Lê ew di di 27’ê cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Devrîm ku bi keda xwe, bi israra xwe ya di azadiyê de, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, her tim pêşengiya milîtaniya PKK-PAJK’ê kir, wê bi şehadeta xwe jî pêşengiya me bike.
Dîcle Rohat
Kobanê ku sembola kurdayetiya azad e û her wiha bi berxwedana dîrokî ya ku li hemberî dijminê mirovahiyê, çeteyên paşverû, mirovahî ji tengasiyên mezin rizgar kir. Hevrêya me Dîcle weke jineke qehreman a Kobanê li gundê welatparêz Berxbotan ji dayik bû. Malbata hevrêya me Dîcle ji serdema yekemîn a têkoşîna me ya azadiyê ve li qada Rojava di nava têkoşînê de ye û bi van taybetiyan bûye malbateke mînak. Ev malbata me ya hêja di berxwedana Kobanê ya dîrokî de li hemberî çeteyan xwe kir mertal.Di têkoşîna destanî de birayê hevrêya me Dîcle gihişt şehadetê û bû yek ji lehengên Berxwedana Kobanê. Ji malbateke bi vî rengî ya têkoşer bû, dilê hevrêya me Dîcle ji biçûkatiya xwe bi agirê azadiyê lêdixist û li benda hevdîtina bi gerîlayan re bû. Hevrêya me Dîcle dema ku tovên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin çandin, di nava refên şoreşê de cih girt. Dema ku gelê me yê Rojava gelekî nêzî azadiya xwe bû, bi hişmendiya ku divê weke jineke ciwan a kurd erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne beşdarî çalakiyan bû. Piştî demekê li dijî êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me pêş dikevin, di nava yekîneyên parastina gelê me de cih girt. Di vê pêvajoyê de di şerê dijwar de bi awayekî çalak cih girt. Hevrêya me Dîcle ya ku ji bo gelê me ji êrîşên çeteyan biparêze lehengî şer kir, ji lingê xwe birîndar bû, lê di demeke kin de rabû ser xwe û dîsa cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Dema Kobanê bû keleha berxwedanê, wê jî ked da. Hevrêya me Dîcle ku di Berxwedana Kobanê de bi dehan hevalên me re di heman çeperê de têkoşiyan, cewhera felsefeya Apoyî ji van şehîdên ku bi şehadeta xwe dîrok nivîsandine girt û xwest bibe şagirtê vê felsefeyê. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Dîcle ya ku di nava refên gerîla de ku xeyala wê ya zarokatiyê bû, bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyanê bû û hewl da hesreta bi salan ji holê rake. Jiyana gerîlatî weke cihê naskirina xwe, hebûn û jiyana xwe dihesiband. Dîsa tevlîbûna nava refên gerîla ku weke deriyê azadiyê didît, ji bo xwe şoreşek nirxand û di vê pêvajoya şoreşê de kêlî bi kêlî ji bo xwe biafirîne kedeke mezin da. Hevrêya me Dîcle ku xwedî ezmûna şer e, ji bo şopandina rêhevalên xwe yên ku li Kobanê şahidî ji jiyana derwêşiyê re kiriye, pêdivî pê dît ku xwe bi îdeolojîk perwerde bike. Li ser vê bingehê li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan li gel komek rêhevalên jin perwede bû. Perwerdeya ku li vir girtiye weke xala veguherîna jiyana xwe nirxand, keda hevrêyên xwe yên ku bi wan re perwerde bû û bi wan re jiyanek hevpar ji bîr nekir. Hevrêya me Dîcle piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, li qada Avaşînê bi ezmûna xwe ya leşkerî û bi zanebûna bîrdozî ya ku girtibû, bi xurtî beşdarî pratîkê bû. Li herêma Avaşîn a ku nêzî 2 salan lê ma, bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin, peywira pêşengiyê ya ku ji gerîlayekî YJA Starê jê dihat hêvîkirin, bi serkeftî bi cih anî. Piştre jî ji bo gerîlatiya serdema nû, taktîk û şêwaza wê bi awayekî serkeftî nîşan bide, di nava tîmên çalak de cih girt. Di çarçoveya hewldanên dagirkeriyê yên dijmin ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê de, li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê taktîkên gerîlayên gerok bi awayekî serketî pêk anî. Tecrubeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl dida ku erka xwe bi rêk û pêk bîne.
Ji destpêka Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş ve ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li ser herêma Metîna hate pêşxistin, bi tîmên gerok derbên giran li dijmin xist. Di bikaranîna gelek taktîkên gerîla de pêşengî kir û bi vî awayî têkneçûn û israra gerîlayê Kurdistanê careke din nîşanî dijmin da. Hevrêya me Dîcle ya ku di êrîşa dijmin a 27’ê cotmeha 2022’an de dema li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bû, mîrateyek mezin a têkoşînê li dû xwe hişt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrate û armancên heval Dîcle derkevin.
Andok Serhed
Bajarê Kobanê ku navê wê bi azadî û berxwedanê tê binavkirin, bi zarokên qehreman ên ku mezin kirine, ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e. Hevrêyê me Andok di malbateke welatparêz a ku bi sedsalan li vî bajarê qedîm çanda kurdî parastiye hat dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de cih girtine, hevrêyê me Andok ji temenê xwe yê biçûk de bi hişmendiya welatparêziya Rêber Apo mezin bûye. Hevrêyê me Andok, ji ber ku salên destpêkê yên ciwaniya xwe bi destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bû, di nava şert û mercên şoreşgerî de kesayeta xwe ava kir. Ji bo vê jî hevreyê me Andok bi şoreşa gelê me mezin bû û wî bi xwe jî di nav şoreşê de cih girt. Hevrêyê me Andok jî bi hişmendiya ku pêşengê civakê ye, mîna her ciwanê kurd ê bi rûmet, hewl dide hêviyên gelê me bi cih bîne û bibe layiqî hevrêyên xwe yên ji bo gelê me canê xwe feda kirine. Ji bo vê jî beşdarî çalakiyên ciwanan bû û bi biryar bû ku bibe şopdarê stêrka me ya sor Alî Çîçek. Demeke dirêj di gelek astên xebatên ciwanan de cih girt û xwest bersivê bide pêdiviyên pêvajoya şoreşê. Dema guncav bû pêşengiya çalakiyên sivîl kir û weke hilgirê daxwazên gelê me cih girt û dema pêwîst bû li eniya şer meşiya û gelê me li hemberî êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Andok ku ji bo layiqî mîsyona pêşengiya ciwanan be kedeke mezin da, bi enerjiya ciwantiya xwe û her wiha bi zelalbûna armanca xwe bû şoreşgerekî pêşeng. Hevrêyê me Andok ku bi serkeftina xwe ya di xebatên ciwanan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, ti carî xwe bisînor nekiriye. Her tim li rêyên têkoşînê geriyaye û bi awayekî herî baş xizmeta gelê me kir. Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin li gelek eniyên herêma Rojava cih girt, di pêvajoya şer de rastiya dijmin nas kir û rûyê talanker û qirker ê dewleta tirk ya dagirker bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me Andok ku bi taybet di dema şerê Efrînê de şahidiya komkujiyên li ser gelê me bû, soz da ku ew ê tola gelê me hilîne.
Hevrêyê me Andok zanibû ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare vê tola xwe hilîne, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Rêhevalê me Andok ê ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla di warê leşkerî û bîrdozî de jêhatîbû, xwest li tunelên berxwedanê û di çarçoveya tîmên gerîla de li gel hevalên xwe li ber xwe bide. Ji bo vê jî xwe di taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de pêş xistiye û bi hostayî helwesta gerîlatiyê pêk aniye. Hevrêyê me Andok ê ku bi beşdarbûna di berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna de, xwest erka xwe ya weke milîtanekî pêşeng Apoyî bi cih bîne. Ew li benda wê kêliyê bû ku tevlî berxwedanê bibe da ku ezmûnên xwe bike pratîkê. Hevrêyê me Andok hem ji aliyê afirîneriya taktîkî ve hem jî di naskirin û bikaranîna çekên gerîla de her tim xwe pêş xistiye. Ji ber vê yekê li gorî şert û mercên şer bi tevahî xwe perwerde kir û bi cih kir. Wext hat, ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke bi bandor bimeşîne, her kêliya xwe bal kişand ser xwe û di dema şer de feydeya vê yekê dît.
Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin ên di sala 2022’an de li dijî herêma Metîna pêk anîn, bi tevlîbûna tîmên gerok çû eniya şer, ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê heta kêliya ku gihişt şehadetê beşdarî gelek çalakiyan bû. Dizane ku di her derbeya ku li dewleta tirk ya dagirker dixe hem tola hevrêyên xwe yên şehîd û hem jî ji gelê me hiltîne. Hevrêyê me Andok ê ku bi sekna xwe ya lehengî û fedaî di şer de taca xwe ya dilsoziya tevlîbûna jiyanê girt, di 27’ê cotmeha 2022’an de di êrîşên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî de şehîd bû û cihê xwe di nava berxwedana karwanê şehîdan de girt.
2. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê mijdara 2022’an de diyar kiribû ku hêzên me di 27’ê cotmeha 2022’an de li herêma Şehîd Piling a Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî komeke dagirker xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 12 dagirker hatibûn cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûbû. Di van şer û êrîşên hewayî de hevalên me Sîpan, Cesûr û Rojger piştî şerekî qehremanî şehîd bûbû. Me nasnameya hevalê we Sîpan û Cesûr aşkere kiribû û diyar kiribû em ê nasnameya hevalê xwe Rojger piştre aşkere bikin.
Nasnameya hevalê me Rojger wisa ye:
Nasnav: Rojger Gabar
Nav û paşnav: Mervan Şahnalî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Hediye – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê cotmeha 2022’an / Metîna