Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Zap û Avaşînê eşkere kir

HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûne aşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em ê hevrêyên xwe Rêber, Armanc, Botan û Çiya ji xwe re bikin mînak û ala wan a têkoşînê bilindtir bikin, bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên ku di şerê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Zap û Avaşînê şehîd bûbûn aşkera kir. HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk berxwedaneke bêhempa pêş xistine û beşdarî nav karwanê şehîdan bûne. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji malbata şehîdan û gelê kurd re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşîna wan da.

HPG têkildarî 4 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da: “Ewladên herî bijarte yên gelê me, milîtanên fedaî yên partiya me hevrêyên me Rêber, Armanc, Botan û Çiya şehîd bûn. Hevrêyên me yên milîtan fedaî ku her yek ji wan weke fedaiyekî ber bi şerê azadiyê ve meşiyan û bi tevlîbûna xwe xeta fedaîtiyê û têkoşîna me mezin kirin, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a li ser Zapê bi rengekî çalak şer kirin. Weke fedaî û fermandaran di asta mînak de şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. Em ê hevrêyên xwe Rêber, Armann, Botan û Çiya ji xwe re bikin mînak, ala wan a têkoşînê bilindtir bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”

HPG’ê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd jî wiha ragihand: “Rêber Andok (Veysel Dîrî), li Amedê ji dayik bûye,  navê dê û bav Munevver-Şehmûs, di nîsana 2022’yan de li Avaşînê şehîd bûye.  Armanc Kurdo (Baran Doymaz), li Semsûrê ji dayik bûye, navê dê û bav Fatma-Şeyho, di nîsana 2022’yan de li Avaşîn şehîd bûye. Botan Amed (Ahmet Yener), li Amedê ji dayik bûye, navê dê û bav Netîce-Garîp, di gulana 2022’yan de li Zapê şehîd bûye. Çiya Garzan (Saît Gencer), li Stenbolê ji dayik bûye, navê dê û bav Cemîle-Abdulhadî, di gulana 2022’yan de li Zapê şehîd bûye.”

Derbarê gerîlayê şehîd Rêber Andok de HPG’ê ev agahî da: “Hevrêyê me Rêber li paytexta têkoşîna me ya azadiyê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hîn di zarokatiyê de zext û zordariya dijmin dît, ji şewitandina gundê xwe re şahidî kir. Ji ber vê yekê hîn di zarokatiyê de hêrseke mezin a li dijî dijmin di dilê wî de mezin bû. Hevrêyê me Rêber sala 2006’an tevlî çalakiyên gelê me bû ku li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî jî li Amedê rabû serhildanê û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin şermezar kir. Di van çalakiyan de dît ku dijmin mirovên me qetil dike. Di wan êrişên dijmin de êşkence li wî jî hate kirin û vê rewşê daxwaza wî ya têkoşînê qat bi qat zêde kir. Di encama kûrbûna xurt de sala 2011’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana PKK’ê, hevrêyê me Rêber biryara tevlîbûnê da. Ev biryara wî wê rengê têkoşîna wî diyar bikira. Avantaja hînbûna şer û hunera gerîla li qada pratîkê bi rengê herî baş nirxand û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Bi wêrekî û fedakariyê di her kêliya jiyan û şer de wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî û li ser vê bingehê hewl da layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gelê me yê li Şengalê kir, mîna her milîtanekî Apoyî xwest li gel civaka me ya Êzidî be, xwest wan ji êrişên çeteyan rizgar bike. Cihê xwe di wezîfeya korîdora mirovî de girt ku bi sed hezaran mirovên me ji êrişên çeteyan hatin rizgarkirin û piştre di şerê dijî çeteyan de li refên herî pêş şer kir û ji bo azadiya Şengalê kedeke mezin da. Piştre li qada Rojava jî tevlî pêngavên rizgarkirinê bû, tevî ku di van pêngavan de gelek caran birîndar bû biryardariya xwe ya têkoşînê timî dewam kir û ji bo rizgarkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedeke girîng da. Hevrêyê me Rêber di nava şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin ên leşkerî, şahidî ji lehengiya gelek hevrêyên me yên fedaî re kir. Bi bandora ji van hevrêyên me yê fedaî ji bo tevlî nava Hêzên Taybet bibe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi perwerdeya îdeolojîk û tecrûbeya xwe ya leşkerî bû fermandarekî şareza, Adil Bilikî û Reşît Serdar ji xwe re kir mînak û ji bo bibe fermandarekî serketinê bi gavên ji xwe bawer meşiya. Li dijî êrişên dijmin ên sala 2021’ê yên lis er Avaşînê bi rengekî fedaî şer kir û ji bo têkbirina dijmin bû xwedî kedeke girîng. bi dilnizmî û hevrêtiya xwe ya ji dil cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Rêber derkevin.”

Li ser jiyan û serpêhatiyên gerîlayê şehîd Armanc Kurdo jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Armanc li Semsûrê li nava malbateke Kurd û welatparêz a ji baweriya Elewî ji dayik bû. Li nava malbateke hêja ku tevlîbûn û şehîdên xwe heye mezin bû. Xalê hevrêyê me Armanc Îmam Ergenîk sala 1985’an, dotmama wî Zeynep Ergenîk (Bêrîvan) sala 1992’an, metka wî Makbûle Doymaz (Fîdan) sala 1994’an û apê wî Hasan Doymaz sala 1995’an şehîd bûn. Hevrêyê me Armanc ku bi bîranîn û çîrokên lehengiyê yên gelê Kurd mezin bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Bi pîvanên welatparêziyê yên xurt ên malbata xwe mezin bû û timî dixwest rojekê bibe gerîla. Hevrêyê me Armanc ku lêgerînên xwe yên kûr hebûn, cihê xwe di nava karên ciwanan ên şoreşger de girt. Hevrêyê me Armanc ku ciwanekî zîrek û serketî bû, li zanîngehê mafê xwendina endezyariyê bi dest xist û çû Samsûnê. Lê belê ji ber ku bi têkoşîna azadî û hebûnê ya gel ve girêdayî bû, li zanîngehê li şûna ku bibe endamekî sîstema Tirk a mêtinger, biryar da ku bibe endamekî doza azadiyê ya gelê xwe. Li ser vê bingehê tevlî nava têkoşînê bû. Ti carî dest ji xeyalên xwe berneda û got, ‘Dixwazim di vê rêya pîroz û bi rûmet de bimeşim ku hevalên şehîd ên bi ruhê Apoyî afirandin, dixwazim bigihêjim wê astê ku bersivê bidim sîstema hov û xwînmij, dixwazim bibim şervanekî azadiyê û mirovahiyê’. Bi vê biryardariyê sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi baweriya xwe ya bi serketinê dest bi rêwîtiyeke nû kir. Gavên destpêkê yên gerîlatiyê li Garê avêt. Piştre derbasî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû û meşa şoreşê weke fedaiyekî dewam kir. Di şer û jiyanê de ji bilî pîvanên fedîtiyê nêzîkatiyeke cuda ti carî qebûl nekir. Jiyaneke mîna derwêşekî ji xwe re kir esas. Di gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbe, şareza bû û di asta fermandariyê de pêşengî ji şer re kir. Gelek wezîfeyên stratejîk bi rengekî serketî bi cih anî. Wezîfeya xwe ya dawî jî li qada Zapê bû. Bi rengekî çalak tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û bi wêrekiyeke mezin bersiv da êrişa dagirkeriyê ya ku 14’ê Nîsana 2022’an destpê kir. Ji bo rê nede dagirkeran bi rojan şer kir û destana lehengiya fedaî nivîsand û şehîd bû.”

HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd Botan Amed jî wiha got: “Hevalê me Botan li Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Çar xalên hevalê me Botan di salên 1980 û 1990’î de di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye û ji ber wê ew zû têkoşînê nas dike. Di şexsê xalên xwe de ew bi çîrokên destanî yên qehremanên wêrek ên Kurdistanê mezin dibe. Ew li Amedê rastiya gelê Kurd ji nêz ve nas dike û dibîne ku dewleta Tirk a dagirker li ser ciwanên Kurd jî polîtîkayên qirkirinê dike. Hevalê me Botan li hemberî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gel bihisyar be û wekî Kurdekî berpirst biryara têkoşînê dide û tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava dibe. Ji ber dînamîk û enerjiya xwe ew zû mezin dibe, xwe perwerde dike. Ew bi evîneke mezin tevlî gelek xebatên şoreşa azadiyê dibe. Wî her de dixwest were çiyayên Kurdistanê û piştî demekê tê çiyayên Kurdistanê. Ew hatina çiyayan wekî zayînê pênase dike. Heval Botan dibîne ku qirkirina li ser gelê Kurd ne ji rêzê ye û têkoşîna hebûn û azadiyê ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibe û ji bo ku bi ruhê fedaî bersivê bide pêvajoyê di sala 2020’an de tevlî nav Hêzên Taybet dibe. Heval Botan pîvana tevlêbûneke fedaî ji xwe re dike esas, di nav hevalên xwe de gelekî tê hezkirin. Ji bo xebatên xwe tiştekî şexsî naxwaze û ew her peywira xwe bi serkeftî pêk tîne. Heval Botan bi qasî helwesta xwe ya derwêşane di şer de jî wekî bazekî ye, bi cesareta xwe ya mezin û jîrbûna xwe ya di warê leşkerî de di nav xebatên girîng ê leşkerî de de jî cih girtiye. Di 14’ê Nîsana 2022’an de dema ku li hemberî Zapê êrişa dagirker dest pê bike û dibe yek ji gerîlayên wêrek ên ku derbên giran li dijmin dixe. Heval Botan di meha Gulanê de şehîd dibe.”

Derbarê gerîlayê şehîd Çiya Garzan jî HPG’ê ev tişt ragihand: “Heval Çiya wekî zarokê malbateke ji Bedlîsê li Stenbolê ji dayik dibe. Malbata heval Çiya ji ber zextên dijmin koçî metrepolên Tirkiyeyê kirine. Wekî bi hezaran malbatên Kurdan malbata wan jî ji ber zextên dijmin koç kirine û ev tişt bûye sedem ku heval Çiya hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêde bibe. Wî têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê xurt domandiye û bi baldariyeke mezin pêvajoya li Kurdistanê şopandiye. Berxwedana gerîla ya li hemberî pergala mêtinger bandoreke mezin li ser wî kiriye û xeyala wî ev bû ku ew bibe gerîla. Dema ku hatiye temenê ku bikaribe têbikoşe di sala 2019’an de dema ku li zindanan grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kiriye, ev tişt bûye sedem ku heval Çiya bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibe. Li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye û xeyala xwe ya zaroktiyê pêk aniye. Piştî perwerdehiya şervanê nû wî baştir îdeolojiya Rêbertî û jiyana PKK’ê baş nas kiriye. Ji bo ku ew di her warî de xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bike û li ser xeta şehîdan jiyaneke watedar bijî, tevlî na Hêzên Taybet bûye. Bi enerjiya xwe ya bêrawestan her dem lêkolîn dikir û di nava demeke kurt de wî di kesayetiya xwe de geşedaneke mezin ava kiriye.Wî her dem dixwest derbên giran li dijmin bixe û ji bo vê jî xwestiye bibe gerîlayekî profesyonel. Bi saya perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîl ew dibe fermandarekî gerîla. Heval Çiya bi tevlêbûna xwe ya fedakar bûye milîtanekî mînak, bi moral û heyecana xwe ya ku tevlî jiyanê kiriye, bi meşa xwe ya li ser xeta şehîdan ew her dem xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derketiye.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got: “Malbatên hêja yên hevalê me Rêber, Armanc, Botan û Çiya yên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me li her derê bi fedaî têkoşiyane di serî de em sersaxiyê ji hemû gelên Kurdistanê re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar