Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê nasnameya gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bibûn aşkera kir

HPG'ê ragihand ku aşkera bûye, li Xelîfanê koma gerîla ya ji 7 kesî dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, ketin kemîna PDK'ê. HPG'ê got ku bêyî ku bêne hişyarkirin ji çar baskan ve yekser gule li komê hatiye reşandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûn daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Şeva 28-29’ê tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çepê Zê saet di 02:30’î de bûn hedefa êrîşa hêzên PDK’ê. Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hat reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrîşê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrîşa ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat kirin ji gelek aliyan ve aşkera kir.

Êrîşa hêzên PDK’ê ku me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû û gotibû ku em ji edalet û wijdanê gelê kurd û raya giştî re dihêlin, bi vî rengî qewimî. Rewş bi vî rengî ye û divê gelê me rastiyê bi her awayî zanibe. Ev bûyer, bêyî ku hişyariyek bê kirin, yekser ji bo tunekirina koma me ya gerîla hatiye kirin. Aşkera ye ku bi vê yekê hatiye xwestin ku di navbera kurdan de şer bê derxistin. Tevî ku tê zanîn, di demeke wiha de şerekî navbera kurdan wê bi tevahiya gelê kurd bide windakirin, ev êrîş hatiye kirin.

Nasnameya hevrêyên me yên ku hêzên PDK’ê êrîşî wan kir, wiha ne:

Nasnav: Tolhildan Raman

Nav paşnav: Nesrîn Temîr

Cihê jidayikbûnê: Tirbespî

Dayik-Bav: Ayşana-Mûhammed Şerîf

Hevrêya me Tolhildan Raman sala 1982’an li bajarê Qamişloyê yê Rojava, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di nava atmosfera têkoşînê ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, weke jineke kurd di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerînê, xwend û xwe zane kir. Weke ciwaneke rewşenbîr û têgihiştî tev li nava karên ciwanan bû û dest bi têkoşînê kir. 15’ê Sibata 1999’an dema ku li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî hat kirin, ji bo bersiva li komplogeran biryar da ku tev li nava refên partiya me PKK’ê bibe. Xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku ji zarokatiya xwe ve bi hesreta wê bû û di asta dilsoziyê de pê ve hat girêdan. Di nava refên gerîla de zû bi pêş ve çû û şareza bû. Hevrêya me Tolhildan ku bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Apoyî, şehîdan, gel û welatê xwe dihate naskirin, daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê her tim di asta bilind de hişt. Li ser vê bingehê derbasî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû û demeke dirêj weke milîtan û fermandareke fedayî karên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Gelek caran ji bo çalakiya fedayî pêşniyar kir, her wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî fedayî pêk anî. Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek eyaletan wezîfe kir, weke fermandareke şareza sala 2014’an derbasî Qada Botanê bû. Dema ku faşîzma DAIŞ’ê êrîşên qirkirinê bir ser xelkê me yê Rojava, ji bo azadkirin û parastina xaka ku lê ji dayik bû derbasî qada Rojava bû. Li dijî paşverûtiya DAIŞ’ê weke fermandareke şareza têkoşiya, erkên xwe yên dîrokî bi serketî bi cih anî û ji nû ve li çiyayên Kurdistanê vegeriya. Hevrêya me Tolhildan fermandarî ji gelek pêngavên azadkirinê re kir û li nava xelkê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di dilê her kesî de bû cihê hezkirinê. Di demekê de ku tevgera me li ser bingeha pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ ber bi serketinê ve dimeşe, erka xwe ya demê da ser milê xwe û weke fermandareke fedayî ya serfiraziyê, dema ku ber bi cihê nû yê erka xwe ve diçû, di êrîşa hêzên PDK’ê de şehîd bû.

Nasnav: Şoreş Mardîn

Nav paşnav: Hakîm Acar

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Delal-Huseyîn

Hevrêyê me Şoreş Mardîn sala 1980’î li gundê Bahwar ê navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber polîtîkaya dijmin a bêkurdhiştina Kurdistanê, tevî malbata xwe neçar ma koçî Edeneyê bike û li vê derê mezin bû. Hevrêyê me Şoreş di nava bêderfetiyên madî de di temenê zarokatiyê de berpirsyariyên mezin hilda ser milê xwe, piştre çû metropolên Tirkiyeyê û tevgera PKK’ê li vê derê nas kir. Piştî ku demekê li metropolan ma, sala 1997’an li eyaleta Dêrsimê tev li nava refên gerîla bû. Di demên herî zor û zehmet de tev li nava gerîla bû û di nava pratîka şer de bû xwedî tecrûbe. Di nava şer de bi keda xwe bi pêş ve çû û bû fermandarekî Apoyî. Jiyana gerîla weke rêbaza jiyana azad dît, li ser vê bingehê jiyanek danî ber xwe û hewl da bibe hêviya gelê xwe. 5 salan di nava pratîka giran de derbas bû û sala 2002’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li eyaletên cuda piştî ku wezîfeyên cuda bi cih anî, di navbera salên 2006-2008’an de li Zagrosan bi berpirsyarsî rabû û sala 2009’an ji nû ve derbasî qada Dêrsimê bû. Di navbera salên 2010-2011’an de li Deryaya Reş pratîka gerîla kir. Sala 2013’an di dema vekişînê de ji nû ve derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Dema ku paşverûtiya DAIŞ’ê êrîşeke giran bir ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, hevrêyê me Şoreş bi tecrûbeya xwe ya mezin a bi salan ji bo parastina xelkê me derbasî vê qadê bû. Li dijî çetetiya DAIŞ’ê kete çeperan, bi sekna xwe ya wêrekî bû xwedî performanseke bilind. Di dema şerê dijî DAIŞ’ê de ji çavê xwe birîndar bû, çavekî xwe winda kir û bû gazî. Lê belê ev yek li pêşiya xwe nekir asteng û dema gazî bû hîn bêhtir bi têkoşînê ve hat girêdan. Piştî ku ji pêvajoya tedawiyê vegeriya ji bo li bakurê Kurdistanê ji nû ve gerîlatiyê bike û gerîlatiya serketinê bixe meriyetê, dema dixwest derbasî qada Behdînanê bibe, hêzên PDK’ê êrîşî wan kir.

Nasnav: Axîn Mizurî

Nav paşnav: Hacer Atabak

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Havset-Mûstafa

Hevrêya me Axîn Mizurî li gundê Şapata yê Şemzînanê ji dayik bû. Hevrêya me Axîn li nava derdoreke welatparêz bi hezkirina gel û welat mezin bû, li dijî jiyana înkarê ya ku rejîma dewleta tirk a qirker mêtinger ferz dike, xwedî nakokiyên mezin bû. Di encama van nakokiyan de kete nava lêgerînan û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Weke gerîlayekê piştî ku gav avêt çiyayên Kurdistanê xwe zû perwerde kir û hewl da bibe gerîlayek e şareza ya YJA Starê. Hevrêya me Axîn li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinan gav bi gav bi pêş ket û ji xwe re kir armanc ku di hunera leşkerî xwe bi pêş bixîne û bibe pispor. Li ser vê bingehê derbasî akademiyên perwerdeyên pisporiya leşkerî. Berê jî perwerde wergirtibû, pişte jî weke hîndekarekî pispor gelek hevrê perwerde kir. Li her qadê daxwaza wî ya herî mezin bû ku hem di sekna îdeolojîk de xwe xurt bike, hem di hunera leşkerî de xwe kûr bike, hem jî hînî hevrêyên xwe bikin. Bi vî rengî bû fermandareke YJA Starê ya mînak û şareza. Pisporiya xwe ya leşkerî li ser bingeha gerîlatiya serdema nû xiste meriyetê, ji bo li dijî artêşa tirk a mêtinger şer bike, dema dixwest derbasî qada Behdînanê bibe li gel 6 hevalên xwe li ser Çemê Zê di êrîşa hêzên PDK’ê de şehîd bû.

Nasnav: Şoreş Colemêrg

Nav paşnav: Suleyman Kaçar

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gullu-Şaban

Hevrêyê me Şoreş Colemêrg li navçeya Çelê ji dayik bû ku ev herêm bi welatparêziya xwe tê naskirin. Li nava malbateke ji eşîra Mamxurî bi kevneşopiya civakî ya qedîm a gelê kurd hem jî bi pîvanên welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Şoreş hîn di zarokatiya xwe de rastiya asîmîlasyon û qirkirinê ya gelê me pê re rû bi rû ye dît, têgihişt û bi vî rengî mezin bû. Li dijî siyaeta qirkirinê di temenê xwe yê ciwantiyê de tev li nava têkoşînê bû û cihê xwe li nava tevgera ciwanên şoreşger girt. Polîtîkaya dijmin a bênasnamekirinê, sîxurkirinê û dûrxistina ji rastiya civakî ku li ser ciwanên kurd tê ferzkirin, di kesayetiya xwe de têk bir û têkoşîneke xurt da meşandin. Weke pêşengekî çalak ê ciwanan, piştî ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî, ji bo têkoşîna xwe mezintir bike biryar da ku tev li nava refên gerîla bibe. Sala 2012’an ku pêngavên şerê gel ê şoreşgerî li Kurdistanê bi xurtî dihate meşandin û bi taybetî jî li herêma Colemêrgê cîhan li dagirkeran hat tengkirin, beşdarî nava refên gerîla bû. Bi hêrsa tolhildana ji dijminê mêtinger xwe zû perwerde kir, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji ber ku ciwanekî kurd ê têgihiştî bû zêde zehmetî nekişand, sala 2014’an ji bo li qada leşkerî pispor bibe tev li nava perwerdeyên gerîla yên profesyonel bû. Hevrêyê me Şoreş bi xurtî ev perwerde temam kir û 7 salan li gelek herêmên Kurdistanê bi rengekî çalak û encamgir kar kir. Bi sekna xwe ya dîsîplînî, bi hevrêtiya xwe û helwesta milîtanî her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hat dîtin. Piştî pratîka gerîlatiyê ya 9 salan bû xwedî tecrûbe û weke fermandarekî Apoyî yê di şer û jiyanê de şareza, xwest derbasî herêma Behdînanê bibe ji bo li dijî dewleta tirk a dagirker şer bike. Lê belê li ser Çemê Zê tevî 6 hevrêyên xwe kete kemîna PDK’ê.

Nasnav: Brûsk Mûnzûr

Nav paşnav: Yucel Kandemîr

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Mûhteber-Enver

Hevrêyê me Brûsk Mûnzûr sala 1990’î li gundê Alîkulekê yê navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava gundê xwezayî yê herêma Serhedê bi pîvanên paqij ên civakî yên gelê kurd mezin bû. Hevrêyê me Brûsk ku xwedî kesayeteke têgihştî bû, di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Ji ber ku du kekên wî li nava gerîla bû, bi xeyala ku rojekê bibe gerîla mezin bû. Piştî ku kekê wî hevrê Alîşêr sala 2010’an tev li nava refên gerîla bû û kekê wî yê din hevrê Mazlûm jî sala 2012’an li Çelê şehîd bû, hevrêyê me Brûsk bi rengekî çalak tev li nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Alîşêr 6’ê Tebaxa 2019’an li navçeya Tutaxê ya Agiriyê di şer de şehîd bû. Hevrêyê me Brûsk ku li nav tevgera ciwanên şoreşger bi erk û berpirsyarên çalak rabû û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî, ev yek ji bo xwe têrker nedît û sala 2014’an ji bo bibe şoreşgerekî profesyonel tev li nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Brûsk ê xwedî kesayeteke têgihiştî û zane, zû hînî jiyana gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Têkiliyên hevrêtiya Apoyî, îdeolojiya Apoyî û jiyana gerîla bandoreke xurt li hevrêyê me Brûsk kir. Hevrêyê me Brûsk ku bênavber û bêteredût meşa şoreşê ji xwe re kir esas, dema ku paşverûtiya DAIŞ’ê li Şengalê ferman li xelkê me yê êzidî rakir, rahişt çeka xwe û berê xwe da Şengalê. Bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku berê xwe da Şengalê. Ji bo rizgarkirina xelkê me yê Şengalê, ji bo parastina hebûna wan û misogerkirina jiyana azad, di çeperan de cih girt û li refên herî pêş ên şer bû. Hevrêyê me Brûsk ku bi karakterê xwe yê wêrek dihate naskirin, li Şengalê di dema têkoşînê de bi giranî birîndar bû, piştî tedawiyê careke din li wezîfeya xwe vegeriya. Weke milîtanekî Apoyî piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî li Şengalê bi cih anî, li Akademiya Tenduristiyê ya Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş perwerde dît û weke doktorekî dest bi xizmetê ji hevrêyên xwe re kir. Dem hebû milîtanekî Apoyî yê dilnizm bû, dem hebû fermandarekî şervan ê bêtirs bû, dem hebû Doktor Brûsk bû ku birînên hevrêyên xwe dipêçand. Ji bo gel û welatê xwe çi xizmet bikira jî kêm didît, hevrêyê me Mehmet Hayrî Dûrmûş ku yek ji dustûra têkoşîna bingehîn a tevgera Apoyî ye, ji xwe re weke mînak didît, lewma xwe timî deyndarê gelê xwe didît. Hevrêyê me Brûsk ji bo tecrûbeya xwe ya mezin li dijî mêtingeriya dewleta tirk bi kar bîne û meşa serketinê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezintir bike hewl dida derbasî herêma Behdînanê bibe, lê belê tevî 6 hevrêyên xwe kete kemîna PDK’ê û di vê êrîşê de şehîd bû.

Nasnav: Serdem Cûdî

Nav paşnav: Yûsûf Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Dayik-Bav: Fatma-Mihemed

Hevrêyê me Serdem li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz di nava atmosfera têkoşînê de mezin bû. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat, hevrêyê me Serdem jî mîna her ciwanekî rojavayî hewl da berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Lê belê timî dixwest bibe gerîla û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Serdem ku bi jiyana gerîla re bû yek û xwe li ser bingeha felsefeya Apoyî perwerde kir, dema ku faşîzma DAIŞ’ê êrîşî başûrê Kurdistanê kir, cihê xwe di nava gerîlayên Apoyî de girt ên li Mexmûr û Kerkûkê şer kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi berxwedaneke dîrokî li Kerkûk û Mexmûrê faşîzma DAIŞ’ê rawestand, ji bo gelê kurd bûne cihê rêzdariyê. Hevrêyê me Serdem jî bû yek ji milîtanên Apoyî yên xwedî vê rûmetê û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anî. Piştî ku ev wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî vegeriya çiyayên Kurdistanê û hewl da hîn bi bandor têbikoşe. Li ser vê bingehê tev li nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû û mîsyona Apoyiyekî fedayî da ser xwe. Bi ruhê Apoyî yê fedayî, bi wêrekiyeke mezin, bi milîtaniyeke dilnizm û meşeke bênavber bû fedayiyekî mînak ê Kurdistanê. Tevî 6 hevrêyên xwe dema ku ji herêma Qendîlê derbasî Behdînanê dibû, ketin kemîna hêzên PDK’ê û êrîş lê hate kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, ji xelkên me yên Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Rojava û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van lehengên xwe yên bijarte, fedayî û leheng derkevin. Di heman demê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku têkoşîna van hevrêyên me ji xwe re bikin mînak, tev li nava refên gerîla bibin, çeka wan hildin û meşa Rêberê Azad, Kurdistanê Azad bi serketinê tacîdar bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar