Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HPG’ê nasnameya şehîd Rizgar Îdexî aşkere kir

HPG’ê da zanîn ku hevrêyên wan Rizgar Îdexî di 12’ê tîrmehê de li Bestayê şehîd bû û wiha got: “Hevrêyê me Rizgar, milîtanê pêşeng ê partiya me, bi îradeyek mezin, bi biryardarî û bi hişmendiya layiqî xeta şehîdan, têkoşiya.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me yê hêja Rizgar Îdexî di 12’ê tîrmeha 2023’yan de li herêma Besta ya Botanê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rizgar, kurê leheng ê Zagrosan û milîtanê pêşeng ê Partiya me, bi îrade, biryardarî û hişmendiya layîqê xeta şehîdan têkoşiya. Bi pratîka xwe ya serkeftî û hevaltiya xwe ya ji dil, li Botanê bû gerîlayekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me yê ku li herêma Kêla Memê û Besta ya Botanê gerîlatî kir, tevlî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hate xistin bû û li hemberî dijminê dagirker rola xwe bi cih anî. Hevrêyê me Rizgar ê ku dixwest bibe şopdarê hevrê şehîd Adil Bîlîkî ku yek ji fermandarên pêşeng ên Botanê bû û xwedî li mîrateya wî ya berxwedanê derkeve, bi tevlêbûn û helwesta xwe bû hevrêyên Adil, Gelhat, Nûda û Gulbahar.

Malbata hêja ya hevrêyê me Rizgar di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrêyê me Rizgar de em ê bîranîna hemû şehîdên şoreşê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalê me Rizgar Îdexî wisa ye:

  Nasnav: Rizgar Îdexî

  Nav û paşnav: Sînan Arar

  Cihê jidayikûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Meryem – Ramazan

  Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2023’yan / Besta

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar