Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê nasnameya şehîdê nemir Kawa aşkere kir

HPG'ê fermandarê leheng Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Hevrê Kawa bi sekn, tevlîbûn, têkoşîna xwe ya destanwarî û şehadeta xwe rûmeteke mezin diyarî malbata xwe, gelê me yê welatparêz û hevrêyên me kir." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Malbata hevrêyê me Kawa Çekdar piştî têkoşîneke demdirêj cenazeyê şehîdê me wergirt û gihand warê lê ji dayik bû. Bi vê wesîleyê em fermandarê leheng hevrê Kawa Çekdar bi rêz û minet bi bîr tînin ku di Gulana 2016’an de di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû. Sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Çekdar bi vî rengî ne:

Nasnav: Kawa Çekdar
Nav paşnav: Vakkas Tûmen
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Dûrsûn-Alî
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Mêrdîn

Hevrêyê me Kawa li navçeya Bêrecûk a Rihayê ji dayik bû, lê belê li Ewropayê mezin bû. Hevrê Kawa ku yekane zarokê malbateke welatparêz bû, li nava gelê me yê li Ewropayê bi çûna saziyên welatparêz bi çanda welatparêziyê ya bingehîn mezin bû. Tevî ku dûrî welêt mezin bû, ji çand, ziman û rastiya civaka xwe qut nebû. bi çanda xurt û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî, rastiya xwe zû nas kir, bû dilsozê pîroziya xaka xwe, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de xwe winda nekir, bala xwe li ser têkoşîna şoreşger bû û tevlî karên ciwanan ên welatparêz bû. Ji bo tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê mezintir bike, di sala 2008’an de weke şoreşgerekî profesyonel tevlî tevgera me bû, di sala 2009’an de jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Bi coş û hezkirineke mezin a jiyanê xwe gihand çiyê, zû bi çiyê re bû yek, zor û zehmetiyên ji ber mezinbûna li bajarên Ewropayê zû çareser kir. Hevrêyê me Kawa ku şoreşgerekî rewşenbîr û têgihiştî bû, li Qendîlê kar kir, di gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbe. Bi tecrûbe û perwerdeyê di sala 2012’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê, di sala 2012’an de ji bo tevlî Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe derbasî Botanê bû. Destpêkê çû Botanê, piştre jî derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Di her karî de, di her wezîfeyê de serketin da ber xwe, mîna pratîka xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dip ratîka gerîla ya li Bakurê Kurdistanê jî serketî bû. Di nava şert û mercên zehmet ên Bakur de bû grîlayekî jêhatî, pêşketî, xwedî îrade û li ser milê xwe disekine. Bi demê re wezîfe hilda ser xwe û bû fermandar. Li Mêrdînê bû fermandarek ku pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir, bi sekna xwe bû cihê bawerî û berpirsyariyê.

Di sala 2015’an de dewleta tirk a faşîst di çarçoveya Plana Têkbirinê de li dijî gelê me dest bi êrîşên qirkirinê kir û li pey hev komkujî kir. Gelê me yê bêguneh û ciwanên Kurd ên welatparêz li hemberî van êrîşên qirkirinê ji bo xwe biparêzin, dest bi Berxwedana Xwerêveberiyê kir û bi vî rengî di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Hevrêyê me Kawa jî ji bo tevkariyê li vê berxwedana gelê me û ciwanan bike, ji bo tecrûbeya xwe ragihîne û êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk a komkujiyê rawestîne, derbasî Nisêbînê bû. Hevrê Kawa di asta berpirsyariyê de tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê bû, di vê berxwedana dîrokî de bû alîkarê fermandarê fedaî yê efsanewî Xebatkar Baran (Zamanî Çamak). Hevrê Kawa bi hevalê Xebatkar re mil bi mil têkoşiya, li çeper û bendên ku ciwanên leheng ên xelkê Nisêbînê bi destê xwe çêkirin yek bi yek geriya, kedeke mezin da. Xelkê Nisêbînê ku şahidî li ked, sekn, hezkirina gel, fedakarî, şoreşgeriya ji dil û baweriya bi azadiyê ya hevrê Kawa re kir, jê gelekî bi bandor bû û pê ve hate girêdan. Hevrê Kawa di demeke kurt de bû ewladekî xelkê Nisêbînê, ji bo zarokên Nisêbînê bû çavkaniya coş û kêfxweşiyê.

Hevrê Kawa fermandarekî bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi karakterê xwe yê gelerî li pêş bû û di warê leşkerî de jî pêşketî bû. Li Nisêbînê di avakirina biryardarî, baweriya bi azadî û îradeya avakirina Berxwedana Xweseriyê de kedek mezin da. Tecrûbe û zanistiya k udi nava gerîla de bi dest xistiye, ji bo parastina gelê Nisêbînê seferber kiriye. Li Nisêbînê bi xwe pêşengî û fermandariya berxwedanê kir ku derbeyên herî giran li dijminê faşîst da. Hevrê Şehîd Pale Mêrdîn ku yek ji fedaiyên leheng ên berxwedana Nisêbînê ye, tevlîbûna hevrê Kawa ya li Nisêbînê bi van gotinan tîne ziman, ‘Eger berxwedanek li Cizîrê pêş ketibe ku dijmin bixe nava sendromê û pêşî li qirkirinê bigire, ev yek bi saya sekin, tevlîbûn, ked û fermandariya milîtanên fedaî yên mîna hevrê Kawa ye.”

Hevrê Kawa weke fermandarekî pêşeng ê ku rola xwe di têkoşîna azadiya gelê me û dîroka azadiyê de bi bedelên giran afirandiye, cihê xwe girtiye, heqê şoreşê daye, gerîlatiyê bi hemû aliyan ve jiyaye û di dilê gelê me de kariye cihekê ava bike. Hevrê Kawa ku zarokê malbatê yê tenê ye û diyariya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatî kirin; Bi sekn, tevlîbûn, têkoşîna xwe ya destanwarî û şehadeta xwe rûmeteke mezin diyarî malbata xwe, gelê me yê welatparêz û hevrêyên me kir. Ev dastana berxwedan û rûmeta ku Xebatan û Kawayan bi fermandariya fedayî ya Apoyî ve afirand, wê her tim ji aliyê hemû ciwanên Kurd û hevrêyên me, bi taybetî ciwanên Nisêbîn û Rihayê ve weke mînak bê girtin û armancên wan pêk werin û bîranîn wan dê li Kurdistana Azad zindî bihêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar