Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê nasnameya şehîdekî aşkere kir

HPG'ê nasnameya Çekdar Ebex ê di sala 2018'an de li Mûş Milazgîrê şehîd bibû aşkere kir û got: “Em soz didin ku em ê weke hevrêyên wî mîrateya têkoşînê ya dewlemend a hevrê Çekdar li pey xwe hiştiye bidomînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû ev agahî da:

“Di daxuyaniya xwe ya 13’ê îlona 2023’yan de me agahî parve kir ku hevrêyê me Zinar piştî ku li Mûş Milazgîrê di êrîşa dijmin de birîndar bibû, ji bo dîl neyê girtin heta şehadetê li ber xwe dabû. Hate piştrastkirin ku hevrêyê me Çekdar ê ku di vê çalakiyê de tevî hevrê Zinar li dijî dijmin şer kiriye jî şehîd bûye.

Hevrêyê me Çekdar ê ku li bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran bi israr û biryardariyeke mezin têkoşîneke bê tawîz da; Bi îradeya xwe ya bilind û fedakariyeke bêsînor di her qadê de ku tevlî bû, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku her tim xwe berpirsyarê xeta şehîdan didît, ji bo ku bibe layiqî berxwedana dîrokî ya Rêbertiya me, hevrêyên me yên şehîd û gelê me ku tawîz ji fedekariya xwe nade, her kêlî bi têkoşînê derbas kir û ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hevrêyê me ya hêja re dixwazin, ku milîtanekî bi vî rengî yê hêja yê weke Çekdar Ebex tevî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çekdar Ebex bi vî rengî ye:

Nasnav: Çekdar Ebex
Nav paşnav: Muhammed Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Salîha- Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27 Mijdar 2018 / Mûş

Gelê me yê Wan ê ku di dîroka xwe de di her kêliyê de li hemberî hêzên dagirker serî netewand, di jiyana azad de israr kir, bi berxwedaniya her tim li hemberî êrîşên ku pêş dikevin, kombûneke girîng a têkoşînê derxistiye holê. Wan ku di serî de ji aliyê dewleta tirk a mêtinger ve ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên qirkirinê hatibû hilbijartin, bi saya helwesta bi rûmet û karektera xwe ya têkoşer a welatparêziyê, karî nasnameya xwe biparêze û bersiva pêwîst da dijmin. Partiya me PKK’ê bi vê xeta welatparêziya gelê Wanê li herêma Serhedê bi pêş ket û berxwedana gelê me hîn mezintir kir. Gelê me yê Wanê welatparêziya xwe bi beşdariya zarokên xwe yên herî bi qîmet di nava têkoşîna PKK’ê ya ku paşerojeke azad tê de dît, pêk anî.

Hevrêyê me Çekdar weke endamê vî gelê leheng li navçeya Ebex a Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Çekdar ji temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina Partiya me kir, ji ber ku malbat û derdora ku lê dijiya xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê bû. Gerîlayên azadiyê ku ji bo gelê me hemû fedekariyê dikin, bûn lehengê zarokatiya hevrê Çekdar. Ji ber vê sedemê girêdaneke kûr a hevrêyê me Çekdar li hember gerîla çêbû. Hevrêyê me Çekdar ku 11 salan di dibistanên sîstemê de xwendibû, piştî ku fêm kir dibistan navendên asîmîlasyonê ne, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me yê ku piştre ji bo debara jiyana malbata xwe di karên cuda de xebitî, li bajarên Tirkiyeyê yên ku lê bi cih bû, firsend dît ku rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku fêm kir ku dijmin bi awayekî sîstematîk polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me dimeşîne, fikirî ku ev rastiya dijmin tenê bi têkoşînê dikare were çareserkirin. Hevrêyê me yê ku ketibû ferqa ev yek bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê pêkan e, ji bo di felsefeya Apoyî de xwe kûrtir bike, parêznameyên Rêbertî xwend û xwe perwerde kir. Hevrêyê me ku bi têgihiştina Rêbertiya me xwesteka wî ya têkoşînê zêde bû, weke ciwanekî Kurd bersivdayîna komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me tê kirin, weke berpirsyariyeke şoreşgerî dît. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna derdora xwe ya di nava refên gerîla de bandor bû, di wê baweriyê de bû ku dijmin tenê bi têkoşîna gerîla dikare têk biçe. Li ser vê bingehê di 15’ê Tebaxa 2011’an de ku ji bo gelê me yek ji rojên herî watedar e, ji herêma Cîlo tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Çekdar ê ku yekemîn perwerdehiya xwe ya gerîlatiyê li herêma Avaşînê dît, ji xwezaya bi heybet û çiyayên asî yên Kurdistanê gelekî bandor bû. Hevrêyê me yê ku hîs kir ku ew aîdê van çiyayan e, di demeke kurt de xwe bi çiya û jiyana gerîla ve girêdide. Hevrêyê me diyar kir ku hezkirina wî ya ji çiyayan ji bo wî xwedî wateyeke taybet e û li van çiyayan xwe ji nû ve keşif kiriye. Hevrêyê me Çekdar ku bi perwerdehiyên ku wergirtî re bû gerîlayekî jêhatî, ji her kêliya jiyana gerîla bandor bû. Hevrêyê me yê ku bi taybetî ji jiyana hevrêtî û bi dîsîplîn a gerîla bandor bû, ev yek kir sedema têkoşînek xurtir. Hevrêyê me her ku leza xwe ya tevlêbûnê zêde kir, ji bo parastina jiyana azad a ku di encama keda pîroz a şehîdên me de hatiye afirandin, bêtir bi jiyanê ve girêdayî bû. Hevrêyê me diyar kir ku ew bi perwerdeya Rêbertiyê ya ku di nava refên gerîla de dîtiye vegeriyaye ser koka xwe û her wiha aniye ziman ku bi saya van perwerdeyan hişmendiya wî ya netewî pêşketiye. Hevrêyê me Çekdar ê di sala 2012’an de beşdarî çalakiyên li herêma Avaşînê bû, tevî ku di nava refên gerîla de nû bû jî, di van çalakiyan de bi cesareta xwe ya bilind û bi cewhera xwe ya pêşeng, erkên girîng bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di êrîşa sala 2012’an de ji şehîdan bi bandor bû, ji bo tola şehîdên bigire biryar da ku têkoşînê xurtir bike.

Hevrêyê me Çekdar ku mezinkirina têkoşînê kir armanca xwe ya sereke, pê bawer bû ku bi vî rengî pêkan e ku hevrêtî were parastin û bîranîna şehîdan zindî were hiştin. Hevrêyê me Çekdar ê ku xwestek û israra xwe ya dijwar hebû ku têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê bimeşîne, di sala 2014’an de gihiştiye vê armancê. Hevrêyê me Çekdar ê ku herî zêde ev şans bikar anî û bi armanca bersivdayîna daxwaza gelê me ya azadiyê û pêkanîna xewna Kurdistana azad a bi hezaran şehîdên me, li Bakurê Kurdistanê jî têkoşîneke bi bandor da meşandin. Hevrêyê me yê ku li herêmên Erzirom û Mûşê weke gerîla xebitî, di gelek çalakiyên ku di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de hatin pêşxistin de cih girt. Hevrêyê me ku di pêvajoyên ku êrîşên dijmirovî yên dijmin ên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê zêde dibûn, ji bo tola gelê me hilîne li qadên ku lê bû tim di nav lêgerîna çalakiyê de bû, ji her firsendê sûd werdigirt û li dijî dijmin çalakî pêk anî.

Hevrêyê me Çekdar ku heta sala 2018’an li Bakurê Kurdistanê têkoşînek bi bandor meşand; Bi tevlêbûna xwe ya milîtan a li vir, bi feraseta xwe ya kûr a hevrêtiyê û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe mîlîtanekî Apoyî yê mînak bû, di şer de jî bi lehengiya xwe tirsê xist nava dijmin. Hevrêyê me yê ku têkoşîn li ser xeta fedaî esas girt, di 27’ê Mijdara 2018’an de di operasyona dijmin a li Mûş Milazgîrê de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û têkoşîna xwe li jor temam kir. Em soz didin ku em ê weke hevrêyên wî mîrateya têkoşînê ya dewlemend a hevrê Çekdar li pey xwe hiştiye bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar