Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê nasnameya şehîdekî aşkere kir

HPG’ê, şehîd Welat Asê bi rêzdarî bi bîr anî û got: ‘’Hevrêyê me Welat Wek mîlîtanekê mînak ê fedaîtiya Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt.Têkoşîna hevrêyê me li pey xwe hiştiye wê miheqeq bi serkeftinê tacidar bibe.’’

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

‘’Salek ji salên şerê dijwar li dijî dewleta tirk a dagirker berdewam bû, sala 2018’an bû. Dewleta tirk a qirker û mêtinger ji bo tepisandina daxwaza azadiyê ya gelê me û rakirina Tevgera me ji holê, hemû derfetên xwe kirin seferber da ku xwe bigihîje armanca xwe. Li dijî vê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ji Bakurê Kurdistanê bi bajarên mezin ên Tirkiyeyê her der kir cihê berxwedanê û bersiv da. Di vê berxwedanê de ku di xeta fedaîtiyê de hat birêvebirin, derbên giran li artêşa tirk a dagirker hatin xistin û cardin têkneçûna Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê hat nîşandan.

Hevrêyê me Welat Asê ku li qada Antalyayê bi erka xwe radibû, wek mîlîtanekê pêşeng ê kevneşopiya xwe berxwêderiyê bi erk û berpirsyariya xwe bi serfirazî rabû. Di pêvçûnê de bi dijmin re, bi qehremanî li ber xwe da û şehîd bû. Wek mîlîtanekê mînak ê fedaîtiya Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Welat Asê, bila serê hemû hemû gelê welatparêz ê Kudistanê sax be, di şexsê hevrê Welat de em soza tacîdarkirina meşa ‘’Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’’ bi serkeftinê, dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Asê ev in:

Nasnav: Welat Asê

Nav û paşnav: Mazlûm Balikçi

Cihê çêbûnê: Mûş

Dê – Bav: Asiye – Çetîn

Cihê û dîroka bûye şehîd: 28’ê Îlona 2018’an / Antalya

Gelê me ku tevî êrîşên nemirovî yên mêtingeriyê, koletiyê qebûl nake û di her şertî de li ber xwe dide, xeta têkoşîna bi partiya me PKK’ê re ku bi pêşengtiya Rêber Apo mezin bûye, bir, di lûtkeyê de derxist. Xelkê me yê Serhedê ku bi hezaran ewladên xwe şandine ji bo refên berxwedanê, bi lez û bez bi partiya me re bûye yek û bi serhildanên ku kirine li gerîla bûye xwedî. Ji zû ve ye ku Mûş bûye navendeke berxwedanê ya têkoşîna me.

Hevrêyê me Welat ku li Kopa Mûşê, ji malbateke welatparêz çê bûye. Bandora çanda berxwedanê ya nûjen ku PKK’ê ava kiriye li ser hebûye. Ji ber ku ji der û dora wî kes gihîştine Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, wî jî têkoşîn ji zû ve nas kiriye. Hevrêyê me li dibistanên şevînî (YÎBO) ku navenda şerê taybet û bişaftinê yên dewleta tirk a mêtinger in, demekê perwerde dîtiye û bi çavê xwe polîtîkayên qirêj ên dijmin dîtine. Li ber êrîşên dewleta tirk a mêtinger ji xwe re kiriye esas ku ciwanên Kurd ji çanda berxwedanê bike û bê nasname bihêle, biryara gihîştina refên têkoşînê daye.

Hevrêyê me Welat ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad têkoşîn hilbijart û tevlî nava refên gerîla bû, di nava jiyana pîroz a gerîla de ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, tu zehmetî nejiya. Hevrê Welat ku bi zîrekî û kedkariya xwe derdikeve pêş, ji bo xwe ji neyînîyên ku sîstemê afirandine paqij bike, gelek ked da. Hevrêyê me Welat ê ku perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi awayekê serketî qedand, li her qada ku çû hemû erkên xwe bi serfirazî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku di taktîkên gerîlatiyê de pispor bû û bi awayekê afirîner di pratîkê de bi cih anî, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê bi têkoşînê derbas kir. Hewila hînbûnê ya hevrêyê me Welat û tevlêbûna wî ya bi coş a jiyanê li ser esasê kûrkirina îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo, ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Her tim ji bo parastina nirxên ku bi girêdanên pîroz ên hevrêtiya PKK’ê ve hatine afirandin û mîrateya şehîdên me ne, ked daye. Hevrêyê me kûrahiya bîrdozî ya ku bi keda xwe bi dest xistiye û bi jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de kir yek, di şexsê xwe de gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi cih anî. Hevrêyê me Welat ê di xeta Zîlan de cih girt, ji bo serkeftina têkoşîna me meşeke fedaî pêk anî. Hevrêyê me yê ku di demên herî dijwar de ji bo hemû hevrêyên xwe bibe çavkaniya moral û hêzê, bi kedkarî û beşeriya

bû namzetê fermandariya mezin. Hevrêyê me Welat ê ku hêrseke wî ya mezin li dijî dagirkeran hebû, li dijî êrîşên dijmin ên ku pêş dikevin bi fedekariyeke mezin li ber xwe da û bi tevlîbûna xwe ya leheng a li qadên ku şer lê dijwar bû, bû milîtanekê mînak. Hevrêyê me Welat ku bi ked û hişmendiyeke mezin hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî, bû xwedî kedeke bêhevta ya jiyanê. Hevrêyê me li herêmên ku mêtinger herî zêde xwe lê bi ewle hîs dikirin hewil dida derbên mezin li dagirkeran bixe û li ser vî esasê berê xwe da qada Amanosê û bi hevalên xwe re berxwedaneke dîrokî kir. Bi performansa xwe ya bilind a li eniya berxwedanê, bi şêwazê milîtaniya Apoyî bi fedaî li ber xwe da û bi awayekê aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin dan. Hevrêyê me Welat ku di 28’ê îlona 2018’an de li bejahiya Antalyayê li dijî êrîşa dijmin bi şêwazeke fedaî li ber xwe da, heta hilma xwe ya dawîn li ser xeta Zîlan meşiya.

Hevrêyê me yê fedaî Welat ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo nirxên pîroz ên şehîdên me afirandine bigihîne serkeftinê ked da, wê her tim rêya me ronî bike û mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, teqez wê bi serketinê tacîdar bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar