Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê nasnameya şehîdên Avaşîn aşkere kir

HPG'ê hevrêyên me yên li Avaşînê şehîd bûne Botan, Bawer û Canşêr bi taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re pêşengiyê bikin û got: "Em soz didin ku armancên hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdaar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“5’ê Gulana 2023’an di êrîşên artêşa tirk a dagirker de yên li quntarên Werxelê yên Avaşînê, hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr şehîd bûn. Hevrêyên me ku ji sala 2021’ê û pê ve li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Zap û Avaşînê bi wêrekî û biryardariyeke mezin li ber xwe didan, weke xeleka dawî ya berxwedana destanî tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr ji bo hêjayî berxwedana dîrokî ya Rêberê me bibe ya li nava sîstema qirker û îşkenceyê ya Îmraliyê, ji bo hêjayî xeta serkeftinê ya şehîdên me bibin, her roj têkoşîna xwe mezin kirin. Bi van taybetmendiyên xwe wê her tim pêşengiyê ji me re bikin.

Hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr bi meşa lehengî ya li ser xeta fedaîtiyê bûn pêşengên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Botan Zagros
Nav paşnav: Adil Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Emîne-Elî
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023 / Avaşîn
Nasnav: Bawer Zaza
Nav paşnav: Ahmed Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Safiye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023 / Avaşîn
Nasnav: Canşêr Adar
Nav paşnav: Basil Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Arûs-Bozan
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2023 / Avaşîn

Botan Zagros

Qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku yekane cih e ku projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ya li ser bingeha wekhevî û azadiya gelên Rojhilata Navîn lê kete meriyetê. Ev herêm bûye qadeke giranbuha ku gelek netewe û bawerî bi hev re lê dijîn. Li vê qada azadiyê ku li her cihên derdora wê gel li hemberî hev tê şerkirin, li gel êrîş, dagirkerî û provokasyonan hemûyan, tawîz ji jiyana bi hev re neda. ereb, kurd, ermen, asûrî, suryanî û gelek netewe û baweriyên cûda bi berdêlên gelekî giran di parastina şoreşa azadiyê de israr kirin, bi hezaran ewladên xwe yên herî leheng şehîd dan, lê belê dest ji biryardariya xwe ya ji bo azadiyê berneda.

Hevrêyê me Botan jî li bajarê Hesekê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku ji gelê ereb bû, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, piştî ku bajarê Hesekê ji hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, tevgera me ya azadiyê nas kir. Bi bandora berxwedana destanî ya hêzên azadiyê yên Rojava ya li dijî rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê, hevrêyê me Botan bi kelecan û coşeke mezin xwest tevlî kar bibe. Hevrêyê me Botan bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê yên ereb ku beşdarî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû, bi baweriyeke xurt têkoşiya, pêşhukmên ku hêzên mêtinger û rejîmê dixwest biafirîne parçe kir. Hevrêyê me fêhm kir ku Kurdistaneke Azad mifteya Rojhilata Navîn a Demokratîk e û ji derdora wî ya nêz û malbata wî jî tevlîbûn li nava hêzên azadiyê çêbû. Lewma hîn di destpêka tevlîbûnê de bi mîsyona pêşengiyê rabû û ev yek bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Botan nêzî 5 salan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kar kir, li vir tevlî gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû. Di vê demê de derfet dît ku rastiya Partiyê û Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Kete bin bandora jiyana nû ya Rêber Apo û têkiliyên hevrêtiyê, li gorî vê yekê hewl da xwe bi pêş ve bibe û gav bi gav taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de afirand. Lê belê ji bo Rêbertî hîn baştir fêhm bike û ji bo jiyana azad bijî xwest berê xwe bide çiyê ku dergûşa tevgera azadiyê ye. Bi taybetî piştî şehadeta gelek hevrêyên xwe, ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad.

Ji ber ku daxwaza wî ya tevlîbûna li jiyana gerîla gelekî xurt bû, berê xwe da qadên herî zehmet û li eyaleta Avaşînê hate wezîfedarkirin. Hevrêyê me Botan ku digot ‘Min li çiyê, li Avaşînê xwe ji nû ve nas kir’, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji sala 2019’an heta 2023’yan dema şehadetê li eyaleta Avaşînê li her bihosta vê qadê gav bi gav geriya, li her derê ked da, bi hezkirina hevrêtiyê, zindîbûn, kelecan û germbûna xwe bandor li her hevalî kir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên salên 2021 û 2022’an li qadên herî zehmet û li refên herî pêş kar kir. Ji berxwedana çeperê ya stratejîk heta bi tîmên bi tevger li her qada şer bi roleke çalak rabû, ji amadekirina binesaziya şer heta bi birêxistinkirin û tevlîbûna li çalakiyan beşdarî her karî bû. Li dijî êrîşên hovane yê faşîzmê, ti carî dudil nebû û daxwaza xwe ya dilsoziya bi hevrêyên şehîd di sekna xwe de nîşan da. Di şer û jiyanê de bi têkoşerî, durustî, dilsozî û fedakariya xwe cihê xwe di dilê her hevrêyî de girt. Bi tevlîbûna xwe ji cografya ereb heta bi Zagrosan bû pireke xurt a yekîtiya gelan. Li zemîna Rojhilata Navîn ku faşîzm hewl dide bi tarîtiyê bifetisîne, hevrêyê me Botan di şexsê xwe de yekîtiya gelan temsîl kir, bû parêzvanê herî xurt ê nirxên dewlemend ê vê corafyayê û ji bo vê jî heta dawiyê têkoşiya. Ji dema tevlîbûnê heta bi şehadetê, sekna xwe ya têkoşer bi biryardariyeke mezin dewam kir, bi şehadeta xwe nirxên nû li vê dewlemendiyê zêde kir. Weke hevrêyên wî, heta ku armanca hevrêyê xwe Botan a ji bo pêkanîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi cih bînin, di şexsê wî de em soz didin hemû şehîdan ku têkoşînek hêjayî wan bimeşînin.

Bawer Zaza

Hevrêyê me Bawer li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi wêrekî, lehengî û nirxên welatparêziyê mezin bû, li gorî vê yekê jî bû xwedî karakter. Ev taybetmendiyên ku di kesayetiya wî de hebûn û nasnameya xwe li metropolên Tirkiyeyê parast, ku ji ber hin sedeman çûbû. Hîn di ciwantiyê de bi berpirsyarî rabû, tevkarî li debara malbata xwe kir. Qirêjiya sîstemê, zext û komkujiya li ser gelê me bala hevrêyê me Bawer kişand. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li dijî vê têbikoşe û kete nava lêgerînê. Hevrêyê me Bawer ku bêçareserî nedima, li hemberî her pirsgirêkê çare didît, bi derfetên xwe tevgera me nas kir. Weke ciwanekî bi hişmendiya welatparêziyê bi berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê xwe hesiya. Hevrêyê me Bawer ji bo xwe qebûl nekir ku di nava sîstemê de bêyî şert û mercên jiyaneke azad, bêyî armancekê bijî. Bêparhiştina gelê me yê bindest ji jiyana bi çand, ziman û nasnameya xwe mîna ku bandoreke giran li her ciwanekî kurd dike, bandoreke mezin li hevrêyê me Bawer jî kir. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dagirker li hemberî gelê me dimeşînin, bi hevrêyê me Bawer re bû sedema kîneke mezin. Naskirina tevgera me û mezinahiya têkoşîna tê meşandin, hevrêyê me Bawer qanih kir û gihîşt wê encamê ku divê tevlî nava refên PKK’ê bibe. Li ber vê rastiyê ji bo têkoşîneke çalak bike, polîtîkayên şerê taybet û qirkirinê pûç bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Bawer ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi perwerdeyê kir, jiyaneke azad û bi wate tehm kir. Bi perwerdeyê re bandora sîstemê û polîtîkayên şerê taybet a li ser kesayetiya xwe dît. Xwe li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo nas kir û hîn bû ku bi vî rengî dikare bandora sîstemê ji ser xwe biavêje. Di kesayetiya xwe de têkoşîneke bêeman meşand û xwest bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo. Bi taybetmendiyên milîtaniyê di demeke kurt de bi jiyana pîroz a gerîla re bû yek, li gel zor û zehmetiyan jî ji fikrê azadiyê, ji biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê paşve gav neavêt, bi nirx û berdêlên şehîdan re dilsoz ma. Di sala 2020’î de beriya biçe Zagrosan piştî Zapê li eyaleta Avaşînê paratîk kir. Di nava şert û mercên giran ên corafyayê de xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayekî şareza. Di van salan de ku li Zagrosê ma, li hemberî êrîşên dijmin bi rengekî çalak tevlî bû. Bi wêrekî û fedakariya xwe, bû yek ji kadroyên pêşeng ên tîmên bi tevger û çalakiyan. Hevrêyê me Bawer di sala 2022’yan de li dijî êrîşên bêeman ên dijmin, li gel şert û mercên zehmet û bêderfetiyan jî di berxwedanê de israr kir, timî xwest derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me Bawer ku di berxwedanê de ked û hewldana wî girîng bû, di êrîşên dijmin ên 5’ê Gulanê de yên li quntarên Werxelê tevî 2 hevrêyên xwe şehîd bû.

Canşêr Adar

Hevrêyê me Canşêr li bajarê berxwedanê yê Kobanê di malbateke ji eşîra Berazî ya welatparêz de ji dayik bû. Malbata wî di salên destpêkê yên têkoşîna me ya azadiyê de Rêber Apo û partiya me PKK’ê nas kir û dilsoz ma. Ji ber vê yekê hevrêyê me Canşêr ji biçûkatiya xwe ve şansê naskirina PKK’ê bi dest xistiye. Ji ber çanda eşîr û malbata xwe, kariye kesayeta xwe li ser esasê çand û exlaqa şoreşgerî ya di encama têkoşîna demdirêj a partiya me PKK’ê bide avakirin. Hevrêyê me Canşêr ku di ciwaniya xwe de bû şahidê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û bi awayekî aktîf beşdar bû, şahidê hemû hewldanên dagirkeriyê û berxwedanên destanî yên di van pêvajoyan de bû. Bi taybetî şahidî ji êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê re kir û jiyana destane ya hevrêyên me yên ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê hatin û berxwedana gelan geş kirin, dît. Ji berxwedana li ser xeta fedaîbûnê û şehadetên ku di vê berxwedanê de pêk hatin bandor bû. Ji bo vê jî sond xwariye ku tola hevrêyên me yên ji wê demê heta niha şehîd bûne hilîne. Dîsa di sala 2018’an de êrîşên dijmin a dagirkirina Efrînê, koçberkirina gel û komkujiya ku pêk aniye, hêrsa hevrêyê me zêde kiriye. Ji bo vê jî weke ciwanekî kurd ketiye ferqa ku dema wê hatiye ku erkên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne û tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî demekê li herêma Rojava têkoşiya, bawer kir ku şerê herî bi bandor li dijî dewleta tirk a dagirker dikare li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û li ser vê esasê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi sekna xwe ya bi coş, tevlîbûn û fedekariyê derket pêş. Bi perwerdeyên ku li çiyayên Kurdistanê dît, zû hînê taktîka şer a serdema nû bû û tecrûbeyek xurt bi dest xist. Ji ber hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dewleta tirk a dagirker, yekser xwest berê xwe bide herêmên ku şer lê germ bû. Di vê daxwaza xwe de israr kir û bi ser ket. Li ser vê bingehê hevrêyê me Canşêr ku derbasî Avaşînê bû, yekser tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me yê di nava tîmên bitevger de cih girt, li hemberî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû û bi serkeftina xwe ya di van çalakiyan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Her kêliya xwe li ser çalakiyên bi bandortir difikirî û di dema şer de hewl dida taktîkên afirîner pêş bixe. Hevrêyê me Canşêr ku di berxwedana li Avaşînê ket sala xwe ya sêyemîn de şehîd ket, bi hemû hêz û zanabûna xwe têkoşiyaye û di vê wateyê de bûye milîtanek pêşeng a xeta Apoyî.Bi hişmendiya pêvajoya dîrokî ya ku gelê me tê re derbas dibe, her tim mezinkirina têkoşînê esas girtiye. Ji bo vê jî fikirî ku divê di îdeolojiya Apoyî û hunera gerîlatiyê de xwe zêdetir kûr bike. Hemû hewldanên wî li ser pêşxistina xwe di vî alî de bû. Hevrêyê me Canşêr ku bi cesaret û beşdarbûna xwe ya bi israr a di şer de karîbû ji bo hemû hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêzê, bi hevrêtiya xwe ya rast û ji dil bûye namzetê fermandariyê yê bi hêvî. Weke hevrêyên wî yên ku ji bo heman armancê em têdikoşin, soz didin ku em ê bibin şervanên xeyalên hevrêyê xwe Canşêr.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar