Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HPG’ê nasnameya şehîdên Avaşînê aşkera kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn aşkera kir û wiha got: “Hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran bi ruhê milîtaniya Apoyî bi rengekî çalak tev li bûn û di nivîsandina dîroka destanî de bûn xwedî pareke mezin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina partiya me PKK’ê ku li pêşiya polîtîkayên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê weke astengî dibîne, 23’ê Nîsana 2021’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kir. Ji roja destpêkê ya operasyonê û pê ve hêzên me yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û dagirker welê têk dibin ku tU carî ji bîr nekin. Bi taybetî li dijî êrîşên berfireh ên li ser herêma Avaşînê, hevrêyên me yên li vê herêmê hem di tunelên şer de hem li qadên berxwedanê hem jî li kûrahiya qadê kêlî bi kêlî dijmin dişopînin û bi rêbazên gerîla yên serdema nû derbên giran li dijmin dixin. Di vê pêvajoya berxwedana destanî û dîrokî de hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran ên bi ruhê milîtaniya Apoyî bi rengekî çalak tev li bûn, di nivîsandina vê dîrokê de bûn xwedî pareke mezin. Hevrêyên me di serî de li Werxelê li gelek nuqteyan çalakiyên serkeftî li dijî artêşa dagirker a tirk pêk anîn. Di meha hezîranê de di encama şer û bombardûmanê de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dorşîn Amara

Nav paşnav: Betul Yuksek

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Dayik-Bav: Leman-Halîl

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Hezîrana 2021’an / Avaşîn

Hevrêya me Dorşîn li Erziromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl daye. Hevrêya me Dorşîn ku ji malbata wê gelek şehîd hene, bi bîranîn û çîrokên lehengiyê yên van şehîdên leheng mezin bû. Ji ber vê yekê jî partiya me PKK hîn di temenê biçûkanî de nas kir û jê hez kir. Sala 2015’an dema ku dewleta tirk a qirker li dijî gelê me biryara şerê topyekûn da û plana ji bo çokşikandina gelê me xist meriyetê, biryareke bi wêrekî da û tev li nava refên gerîla bû.

Li herêma Heftanînê ku li wir tev li nava refên gerîla bû, demeke dirêj gerîlatî kir û detayên gerîlatiyê hemû li vir hîn bû. Ji ber ku her tiştên bi gavê gerîlatiyê li vê qadê nas kir, hevrêya me Dorşîn hîn bi dilxwazî bi Heftanînê ve hat girêdan. Dema ku dewleta tirk a dagirker êrîş bir ser Heftanînê, li gelek çeperên berxwedanê ma û bi rengekî çalak tev li gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Li herêma Heftanînê ji aliyê gerîlatiyê ve bû xwedî tecrûbeyeke girîng û di rê û rêbaza serdema nû ya gerîlatiyê de xwe kûr kir. Hevrêya me Dorşîn di heman demê de derfet dît ku di vê demê de rastiya Rêber Apo û Îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêber Apo nas bike, fêhm bike. Her ku fikrên Rêbertî yên têkildarî azadiya jinan fêhm kir, şerê ku dimeşand bêhtir hîs kir ku bi wate dibe. Piştre jî têkoşîna xwe li herêma Avaşînê dewam kir û tecrûbeya xwe ya şer û jiyanê bi rengekî hîn bi bandor xist meriyetê. Di pêvajoya şer a li Avaşînê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî hesiya, bi hestê vê berpirsyariyê hewl da bersivê bide pêvajoyê. Hevrêya me Dorşîn bi enerjiya ciwantiyê, bi kelecana bersivdayîna ji bo pêvajoyê bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Nasnav: Şervan Reşo

Nav paşnav: Tekîn Orenlî

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Aygul-Ubeyt

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Hezîrana 2021’an / Avaşîn

Hevrêyê me Şervan Reşo li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev qad yek ji cihên girîng ên berxwedanê yên herêma Serhedê ye. Ji ber ku malbata xwe welatparêz e û ji derdora malbatê tevlibûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, firsend dît ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Şervan bi polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk ên ji bo qirkirina xelkê me yê herêma Wanê hesiya, gihîşt wê baweriyê ku divê li dijî van polîtîkayan têbikoşe. Ji ber vê yekê jî di çarçoveya karên ciwanan de xebitî. Lê belê baweriya xwe bi wê yekê anî ku dewleta tirk tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê têkbirin, lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji ber tecrûbeyên xwe yên ji karên berê di nava gerîla de ji aliyê jiyanî ve tu zehmetî nekişand. Di demeke kurt de bi jiyana çiyê re bû yek. Weke gerîlayekî PKK’ê bi berpirsyariya xwe zanî bû û bi vê têgihiştinê beşdarî her karî bû, ji bilî serkeftinê pîvaneke cuda li xwe neanî. Her tim xwest ku di hunera gerîlatiyê de xwe bi pêş bixîne, ji bo vê jî girîngî da perwerdeyên rêbaza tevgerê û branşên gerîlatiyê. Tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê li Garê, Qendîlê, Cîlo û piştre li Kerkûk û Mexmûrê li dijî êrîşên DAIŞ’ê xist pratîkê. Piştre jî ji nû ve berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Şervan ku xwedî têkoşîneke bênavber bû, herî dawî li herêma Avaşînê tev li karên şoreşê bû, piştî sala 2019’an li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta tirk a dagirker bû. Di vê demê de bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar her li pêş bû, bi van taybetmendiyên xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di pêvajoya operasyonê de ku ji bo qirkirinê ji aliyê dewleta tirk a mêtinger ve hat meşandin, bi awayekî çalak tev li têkoşînê bû. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî, bi nêzîkatiya xwe ya cidî ya li kar bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Nasnav: Şevger Herves

Nav paşnav: Refîk Aydemîr

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Nîlufer-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Hezîrana 2021’an / Avaşîn

Hevrêyê me Şevger li Bedlîsê li nav malbateke welatparêz, berdêl dayî çêbûye û mezin bûye. Ji zaroktî ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye, şopandiye, bûye şahidê polîtîkayên asîmîlasyonê yê dijmin ku li ser gelê me dike. Li bara êrîşên qirker ên dewleta TC’ê ya dagirker a sala 2015’an a li ser gelê me tev li nav refên gerîla bûye.

Rêz û rêça welatparêzî ku ji malbat û derdorê standî, dema tev li nav refên gerîla bûye ev kiriye bingehê geşbûnê. Her ku dîrok û çanda gelê me nas kiriye ku mêtingeran ew tune hesibandiye hewl daye ku lê hûr bibe. Hevrêyê me Şevger xwe daye felsefeya Rêber Apo ku civakek ji xweliya wê afirandî, bûye meşvanekî biryardar ê rêya heqîqetê. Bi îdîaya mezin û biryardariyê bi daxwazeke mezin dest bi peywirên xwe kiriye û bi şêwaza milîtanî her demê encamên serkeftî aniye. Pir ji qada Avaşînê hez kiriye ku lê gerîlatî kiriye. Hevrêyê me di demeke kurt de bi şêwaza afirandêr bûye xwedî firazeyeke serfiraz, li ser xeta gerîlatiya serdema nû profesyonel bûye, di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dagirkeran xistin li eniya pêş cih girtiye. Hevrêyê me Şevger bi hewlesta xwe ya şoreşger û ruhê milîtanî her demê wê di têkoşîna me de bijî.

 Nasnav: Baran Barî

Nav paşnav: Mûhammed Medres

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Xezne-Mewlan

Dem û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2021’an / Avaşîn

Hevrêyê me Baran li Kobanê ya ku bi têkoşîna dijî paşverûtiya DAIŞ’ê di dîroka berxwedanê ya gelan de bûyî xwedî cihekî girîng li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Dema şerê Kobanê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye û berxwedana hevrêyên me pir tesîr li ser kiriye. Piştre tesîra Rêber Apo a li ser Şoreşa Rojava dîtiye, ji bo vê jî xwestiye ku Rêber Apo û felsefeya wî nas bike. Bi vê armancê ji bo ku tev li nav refên gerîla bibe, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ku tim bi wê xeyalê bûye.

Hevrêyê me Baran demekê tev li nav xebatên şoreşê yên li qada Garê bûye, li vê derê piştî tecrûbeya qada leşkerî û îdeolojîk derbasî herêma Avaşînê bûye. Bedewiya qada Avaşînê û her wiha hevrêtiyê tesîr li ser kiriye. Dema şerê Avaşînê ku şerê dijmin giran bû, bi enerjiya ciwantiyê çi cihê ku hewceyî pê heye bi wir ve beziyaye, pêşengî li çalakiyên dijî dijmin kiriye. Kelecaniya ciwanî û gihaştîbûna rêxistinî bi xwe re kiriye yek, bi şerê dijî dagirkeriyê, bûye yek ji lehengê qada Avaşînê ku wê tim were bibîranîn.

Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran ku bi berxwedanî û zeraqîbûna xwe têkçûna herî mezin a dîrokî bi mêtingeriya tirk dane jiyîn û ji bo ku soza serfiraziyê dane gelê me bi cih bînin bi şêwazeke fedayî têkoşiyane û şehîd bûne, serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar