Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG’ê nasnameya şehîdên Bestayê aşkera kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn rûpakiya jin ên azad û gelê Kurdistanê."

“Artêşa tirk a dagirker bi piştgiriya kontrayan di 21’ê çileyê de li herêma Besta ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me yên YJA Starê yên pêşeng ji bo derbê li êrîşa dijmin bixin ketin nava liv û tevgerê, dagirker û kontra xistin bin kontrola xwe û di 22’ê çileyê de destpêkê bi sûîqestê li kontra Nîmet Encu xistin û ew ceza kirin. Dijminê tirsonek û kontrayên hov û har, ku newêrî sîng bi sîng li hemberî hêzên me yên YJA Starê yên fedaî şer bikin, bi teknîka xwe ya şer bombardûmaneke giran li qadê kirin. Di vê bombardûmanê de ku bi saetan dewam kir, du hevrêyên me şehîd bûn. Hêzên me vê carê jî bi sabotajê li hêza dijmin xistin ku xistibûn bin kontrolê û 2 dagirker ceza kirin û dagirkerekî payebilind jî birîndar kirin. Çar hevrêyên me 22 û 23’ê çileyê li dijî dagirkeran, kontrayên xayin û teknîka şer a di destê dijmin de bi lehengî şer kirin, li gel derfetên kêm jî bi rengekî destanî li ber xwe dan û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn.

Hevrêyên me yên jin ên di bin fermandariya fermandara pêşeng û fedaî ya YJA Starê hevrê Rojbîn de şer kirin, îradeya mezin, baweriya bi serketinê, dilxwaziya azadiyê û gerîlatiya jinê ya profesyonel a Jinên Kurd ên Azad û jîrbûna taktîkî ya jinê bi berxwedana xwe careke din nîşan dan. di vê opreasyonê de di heman demê de kontrayekî har ê dijmin û xayinê gelê xwe Nîmet Encu hate cezakirin. Hevrêyên me yên jin di vê operasyonê de fîşeka xwe ya destpêkê berdan dilê serek kontra yê xayin û bi vî rengî hêrsa xwe ya li dijî xayin û nokerên li Kurdistanê nîşan dan.

Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku di bin fermandariya hevrê Rojbîn de li Bestayê di nava şert û mercên giran ên zivistanê de berxwedaneke destanî kirin, ji bo jinên azad û gelê Kurd bûn rûpakî û cihê xwe di nava dîroka têkoşînê de girtin. Em agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Rojbîn, Delîla, Sila, Nûda û Dîrok eşkere dikin, agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şeşemîn a şehîd bû, em ê piştre parve bikin. Em soz didin ku armanca xwegihandina Jin a Azad a li Kurdistaneke Azad û Rêberê Azad pêk bînin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, bila serê gelê Kurdistanê hemûyan sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rojbîn Dersîm
Nav paşnav: Raîfe Kûtlak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Çileya 2023 / Besta
Nasnav: Delîla Goyî
Nav paşnav: Evîn Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Naîme-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Çileya 2023 / Besta
Nasnav: Sila Faraşîn
Nav paşnav: Hamdiye Tekbûdak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Taybet-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta
Nasnav: Nûda Arîn
Nav paşnav: Zozan Ocal
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şîrîn-Seyvan
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta
Nasnav: Dîrok Serhed
Nav paşnav: Leyla Saîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Husniye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar