Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

HPG’ê nasnameya şehîdên Kato Marînos aşkera kir

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna her dema têkoşîna me ya azadiyê di vê demê de jî bi fedakariyeke mezin ji bo paşeroja bi rûmet a gelê me li dijî dewleta tirk a mêtinger şer dike. Li hemberî êrîşên bênavber ên dijmin ku 7 sal in dewam dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedaneke destanî nîşan didin û pîlanên tunekirinê yên dijmin pûç kirine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji îrade û sekna xwe ya li hemberî dijmin di her şert û mercî de tawîzê nadin û dijmin xistine nava tengaviyeke mezin. Ev berxwedana destanî ku derî li paşerojeke bi rûmet û azad a gelê me vedike, bêguman bi saya fedakariyên mezin ên şehîdên me yên leheng pêk hatiye.

Hevrêyên me Masîro, Rojhat, Kawa û Rosîda jî li Wanê bi fedakariyeke mezin derbên giran li dijmin xistin. Ev hevrêyên me yên hêja ku di her şert û mercî de li ser azadiyê bi biryar bûn, di 8’ê tebaxa 2022’yan de li qada Kato Marînosê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Van hevrêyên me yên hêja di têkoşîna azadiyê ya gelê me de mîna meşaleyekê rêya me ronî kirin. Bi soza ku têkoşîna van hevrêyên xwe bi ser bixînin, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Masîro, Rojhat, Kawa û Rosîda û tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Masîro Denîz Cûdî
Nav paşnav. Ziyaddîn Onat
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kiymet-Nûsret
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022 / Wan
Nasnav: Rojhat Kûrtay
Nav paşnav: Ramazan Yeşîl
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Rezbar-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022 / Wan
Nasnav: Kawa Evrîm
Nav paşnav: Kaya Mûsalû
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Gulsîn-Behçet
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022 / Wan
Nasnav: Rosîda Dîcle
Nav paşnav: Zîlan Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Remziye-Alî
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022 / Wan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar