Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayan aşkere kir

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û di serî de malbatên şehîdan sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Li dijî êrişên dewleta tirk a mêtinger ku hemû derfetên xwe ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne, hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi rengekî destanî li ber xwe dan û her carê derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên xwe Devrîm, Êriş û Qendîl demên cuda di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Devrîm Çelê

Nav paşnav: Devrîm Guldal

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Ayten-Arîf

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2018 / Botan

Nasnav: Êriş Andok

Nav paşnav: Serhat Komur

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Zerê-Rahmî

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2018 / Botan

Nasnav: Qendîl Huseyîn

Nav paşnav: Hesen Hesen

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Altûn-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Adara 2018 / Amanos

Hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayî derbên mezin li dagirkeran xistin û gelê me hîn bêhtir nêzî siberojên azad kir. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar