Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HPG’ê nasnameyên şehîdên Botan û Wanê aşkere kir

HPG'ê ragihand ku gerîla Eylem û Sozdar li Botanê, gerîla Armanc jî li Wanê şehîd bûn û anî ziman ku ew ê teqez xeyala wan a jiyana azad pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan li Botan û Wanê şehîd bûne daxuyaniyek da. HPG’ê da zanîn ku her sê gerîla li gorî ruhê serdemê bi fedayiyane şer kirin û şehîd bûn. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 30-31’ê tîrmeha 2024’an de milîtanên Apoyî yên hêja hevreyên me Eylem û Sozdar ku li dijî operasyona dijmin a li herêma Elkê ya Botanê li gorî ruhê serdemê bi fedayiyane şer kirin, şehîd bûn.

Hevreyên me Eylem û Sozdar ku îddia û biryardariya serketina têkoşîna azadiya gelê me di asta herî jor de jiyan û ev yek di pratîka xwe ya gerîlatiyê de ispat kirin, li qada Botanê jî pratîka xwe ya serketî bi awayekî dewlemend domandin. Hevreyên me Eylem û Sozdar bi dehan êrîş û operasyonên dijmin bi awayekî serkeftî têk birin, di her derfetê de li dijî dijmin çalakiyên bi bandor li dar xistin û têkneçûna gerîlayên Kurdistanê careke din ispat kirin. Hevreyên me bi keda xwe ya pîroz û fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.

Em weke hevreyên wan, em ê têkoşîna azadiyê ku hevreyên me Eylem û Sozdar dewrî me kirine, bi hişmendiya ku bibin layiqê wan zêdetir mezintir bikin û teqez xeyala wan a jiyana azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Eylem Stêrk
Nav û Paşnav: Meryem onur
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik- Bav: Kadriye- Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-31’ê Tîrmeha 2024’an / Botan
Nasnav: Sozdar Evîn
Nav û Paşnav: Betul Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Çewlîg
Navê Dayik- Bav: Valîde – Nusrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-31’ê Tîrmeha 2024’an / Botan

 

Şehîd Eylem Stêrk

Çanda koçeriyê ku ji bo çanda kurd a bi hezaran salî bi awayekî herî sade û xwezayî bigihije roja me rolekî girîng lîstiye, îro jî nûnertiya kurdîtiya azad dike ku li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwe dide.

Ji ber vê herî zêde koçer xwedî li têkoşîna azadiyê derketine ku li dijî dewleta tirk a dagirker bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê tê meşandin. Partiya me weke temînata paşeroja xwe ya azad dîtin û bi tevlîkirina zarokên xwe yên herî hêja ji bo refên gerîla dilsoziya xwe di pratîkê de jî nîşan dan.

Hevrêya me Eylem li Hezexê di nav malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ji dayik bû. Hevrêya me bi çanda koçerî ya bi kokdar mezin bû û hem ji temenekî biçûk ve bi kesayeta xwe ya sade derket pêş. Hevrêya me Eylem ku ji ber şert û mercên jiyanê tenê demeke çû dibistanê û pergala dewleta tirk li wir nas kir, di demeke kin de fêm kir ku ev dibistan tenê bi armanca qirkirinê ne û dev jê berda. Hevrêya me Eylem ku partiya me PKK û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di temeneke biçûk de bi rêya gerîlayên ku hatin gund û zozanên wan nas kir, ji hevrêtiya gerîlayan pir bandor bû. Bi nîqaşên ku bi gerîlayan re kir, agahiyên destpêkê ên li ser jiyana gerîla girt. Di demên ciwaniyê de dest bi lêpirsîna jiyanê kir û li bersiva nakokiyên xwe geriya. Hevrêya me ku bi taybet nakokiya jin û mêr ji kûr ve jiya, keda mezin û bêhempa da û lêpirsîn kir ku çima jin ku jiyanê afirandine, di civakê de her tim di asta duyemîn de dimînin. Pê hesiya ku tevî dizane ev yek şaş e jî, hêza wê ya pêwîst ku bikaribe vê rewşê biguherîne nîne. Hevrêya me dîsa pê hesiya ku jinên ciwan ji temenê biçûk ve ji bo mêrekî tên amadekirin û di wê baweriyê de bû ku divê bi vê qederê razî nebe ku ji derveyî vîna wê hatiye afirandin. Hevrêya me gihişt wê baweriyê ku weke jin tenê dikare bi tevlîbûna refên gerîla ji vê zordariyê rizgar bibe û lêhûrbûnên xwe di vê mijarê de kûr kir. Hevrêya me Eylem ku bi taybet piştî nîqaşên bi gerîlayan re kir, ji pêşengtiya wan a di şer û jiyanê de bandor bû, biryara xwe ya herî girîng a jiyanê da û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku jê ne biyanî bû.

Hevrêya me Eylem li çiyayên Botanê agahiyên ewil ên li ser gerîlatiyê girt, piştre ji bo perwerdeyeke berfireh bibîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên ku li vir dît di demeke kin de fêrî jiyana gerîla bû û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Ji ber ku ji jiyana çiya ne xerîb bû, di her mijarê de alîkariya ji bo hevrêyên xwe weke erka hevrêtiyê dît. Hevrêya me Eylem xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de bi pêş xist û bi tevlîbûna xwe ya daxwazker, moral û coş bû gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Parastin û pêşxistina jiyana gerîla ku bi berdêlên mezin hat avakirin, weke berpirsyariya xwe ya herî bingehîn dît û ji bo vê ked da. Di heman demê de hevrêya me Eylem bi zanebûna ku ew şervana azadiyê ye ku gelê me hêviyê jê dike, xwest bibe bersiva êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me.

Hevrêya me li ser vê bingehê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gelê me cihgirtina di çeperên berxwedanê de weke deyn dît û ji sala 2015’an ve di nava berxwedana ku li gelek qadan pêş ket de cih girt. Bi taybet sepandinên dermirovî yên li dijî jinan, ji bo hevrêya me Eylem bû sedema hêrseke mezin. Di her kêliya xwe de xwest tola êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û bi taybetî li ser jinan bigire.Hevrêya me derfet dît ku lêhûrbûnên xwe bi hêrseke mezin ve bixe pratîkê, bi taybetî di şer de bi tevlîbûna xwe ya wêrek û înîsiyatîf ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Hevrêya me Eylem piştî ku tecrûbeyeke girîng a şer bi dest xist, xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ku weke qada têkoşîn û lêhûrbûnê ya esas dît û pêşniyarên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir.

Hevrêya me ku xwest beriya wê xwe di taktîkên gerîlatiya serdema nû û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi pêş bixe, tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Bi lêhûrbûnên xwe yên di perwerdeyê de pratîka xwe ya berê bi awayekî berfireh nirxand û ezmûnên girîng jê wergirt. Di heman demê de di perspektîfa serdemê de serwext bû û bi awayekî şênber hîn bû ku erk û berpirsyariyên wê çi ne. Hevrêya me Eylem ku li ser vê bingehê bi xurtî beşdarî perwerdeyê bû, bi taybetî li ser xeta azadiya jinê lêhûrbûnên kûr kir. Hevrêya me gihişt wê zanebûnê ku ji bo bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo divê xwe di xeta azadiyê de tam biêşîne, di vê wateyê de bi awayekî wêrek li dijî kêmasiyên di kesayeta xwe de têkoşiya. Di heman demê de bi zanebûna ku divê weke gerîlayeke YJA Starê bibe xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê, ji bo qadên têkoşînê yên herî zor xwe di taktîkên gerîlatiya serdema bû de bi pêş xist. Ji bo zanînên xwe yên şerê serdema nû bixe pratîkê, bi tecrûbeyên xwe yên heyî re kir yek û gihişt asteke girîng a lêhûrbûnê.

Hevrêya me Eylem ku weke mitîtaneke jin a Apoyî xwest li dijî dewleta tirk a qirker bersiva pêwîst bide ku êrîşên xwe yên li ser gelê me ji her demê zêdetir sîstematîk û domdar dimeşîne û bi baweriya ku ew ê vê yekê li bakurê Kurdistanê bi awayekî herî bandor pêk bîne, pêşniyarên xwe dubare kir. Hevrêya me ku di vê wateyê de bawerî da hevrêyên xwe, di dawiyê de xeyala xwe ya têkoşînkirina li bakurê Kurdistanê pêk anî. Hevrêya me Eylem ku derfet dît demeke dirêj li gelek qadên bakurê Kurdistanê têbikoşe, bi tevlîbûna xwe ya çalak û encamgir a di vê pêvajoyê de ji bo hevrêyên xwe bû xwedî pratîkeke mînak. Di şert û mercên herî zehmet de bi vîna Apoyî ya têkneçûyî têkoşiya û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Eylem bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade hem hevrêyên xwe hem jî gelê me ji kûr ve bandor kir û bi sekna xwe ya milîtanî ji bo mezintirkirina têkoşînê ked da. Hevrêya me ku xwedî kesayetek mutewazî ye, rexnedayîna kêmasiyên xwe yên di xebatên pratîkî de bi awayekî jidil da û ji bo erkên serdemê bi awayekî serketî bi cih bîne her tim kete nava lêgerînan. Ji bo pêwîstiyên dilsoziya xwe ya li hemberî Rêber Apo, şehîdên azadiyê û gelê me bi cih bîne, her tim lêpirsîneke kûr ji xwe kir û kete lêgerîna têkoşîneke zêdetir. Hevrêya me Eylem ku di vê wateyê de bû yek ji mînakên herî sade ên milîtaniya Apoyî, di têkoşîna xwe ya azadiyê de gelek serkeftinan bi dest xist ku îdia û biryardariyeke mezin dest pê kir û erka xwe ya milîtaniyê bi awayekî bê kêmasî bi cih anî. Em hevrêyên wê soza xwe dubare dikin ku erkên şoreşgerî ku hevrêya me Eylem dewrî me kir, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, bi cih bînin.

Şehîd Sozdar Evîn

Çewlîg ku kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş û Mehmet Karasungur jî di nav de gelek şoreşgerên ku xwe fedayî têkoşîna azadiyê kirine, lê derketin bûye herêmeke ku dewleta tirk a mêtînger bi taybetî areste dibe û dixwaze demarê şoreşgerî û welatparêziyê yê li vir ziwa bike. Gelê me yê welatparêz ê Çewlîgê li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin di şert û mercên herî zehmet de xwedî li nirxên xwe yên cewherî û partiya me PKK’ê derketiye ku îro nûnertiya van nirxan dike. Gelê me yê Çewlîgê bi zanebûna ku di şexsê PKK û Rêber Apo de xwedî li paşeroj, îro û pêşeroja xwe derdikevin, bi şandina zarokên xwe yên herî hêja ji bo refên azadiyê erka dîrokî ya li xwe girtî, bi layiqî bi cih tîne.

Hevrêya me Sozdar di nava malbateke dûrî rastiya civakî ya gelê me yê welatparêz ê Çewlîgê jidayik bû. Hevrêya me di hawirdoreke ku şerê taybet ê dijmin lê bandor e, mezin bû ewil dûrî nirxên xwe yên çandî û civakî mezin bû. Hevrêya me ku di bin bandora argûmanên dûrî rastiyê ma ku dijmin di çarçoveya şerê taybet de têkildarî partiya me pêş xistiye, bi arestekirina xizmên xwe yên nêz demeke di rêxistinên ciwan ên partiyên sîstemê de xebat kir. Ligel van hemûyan jî hevalên wê yên herî nêz her tim ji derdorên welatparêz bûn. Bi taybet hevaltiya wê ya bi hevrêyên me yên Şehîd Sema Cuya Çewlîg (Zîlan Azak) û Şehîd Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bezencir) bû demên wê yên herî bi wate ên jiyana wê. Hevrêya me Sozdar ku berovajî mirovên derdora malbata wê, di hevrêyên me Sema û Seran de hevrêtiya bêsûd, bi rêgez û dirust dît, xwe herî zêde li kêleka wan hevrêyên me rehet û azad hîs kir. Hevrêya me Sozdar ku bi hevrêyên me Sema û Seran re têkildarî rastiya gel û Tevgera me nîqaşan kir, ewilî ji bo di şikandina pêşdarazên xwe de zehmetî kişand ku di temena xwe ya biçûk de li xwe girtibû.Hevrêya me ku piştre bi hevrêyên me Sema û Seran re çû Bedlîsê û dest bi zanîngehê kir, li vir derfet dît ku zêdetir lêhûrbûn bibe. Li vir bi hevalên xwe yên welatparêz re nîqaş kir û gihişt asteke diyar a hişmendiyê. Hevrêya me ku taybetî dema bi pêşniyara hevrêyên xwe di sala 2015’an de çû qada Garzanê û ji gerîlayên ku li wê derê dît bandor bû, wê demê di encama nîqaşên xwe bi gerîlayan re kete ferqa polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk.
Hevrêya me bi çavê xwe dît ku gerîlayên ku jê re dihatin gotin û gerîlayên ku dît ne heman in, pêşdarazên xwe yên di dil û mejiyê xwe de li vir şikand. Hevrêya me piştre dem bi dem çend caran çû qadên gerîla, gerîlayan dîtin û nîqaş kirin, bi taybetî ji nêzîkatiya gerîla ya mirovî û têkiliyên hevrêtiya wan bandor bû. Di heman demê de pir bandor bû ku bêyî berjewendî hemû derfetên xwe yên jiyana madî berdidin û xwe fedayî azadiya gelê me dikin. Di sala 2015’an de dema dijmin li dijî gelê me êrîşeke topyekûn da destpêkirin û li ser vê bingehê êrîşî gorsitana şehîdan kir, ev ji bo hevrêya me Sozdar bû xala werçerxê. Hevrêya me şahidî ji êrîşên nemirovî yên dijmin ku êrîşî goristana şehîdan kir û berteka dayik û bavên şehîdan a li hemberî vê zilma dewletê kir, ji kûr ve bandor bû. Li ser vê bingehê hêrseke mezin a hevrêya me li hemberî dewleta tirk a qirker çêbû û ji bo tola kiryarên nemirovî yên djimin hilîne beşa ku li zanîngehê dixwend berda, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me demek li qada Garzanê ma, piştre derbasî qada Kato Marînos bû û li gel fermandara me ya hêja Şehîd Azê Malazgîrt- Asli Ozkaya ma. Di vê pêvajoya ku bi hevrêya me ya Azê re ma de zanînên xwe yên ewil ên der barê gerîlatiyê bi dest xist. Dîsa li vir derfet dît ku rastiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê zêdetir nas bike û fêm bike û hewl da tevlîbûna xwe ya bi hestiyar veguherîne zemîneke îdeolojîk. Di nîqaşên xwe yên bi hevrêya me Azê Malazgîrt kete nava lêgerînan ku pirsgirêka azadiya jinê û li hemberî vê perspektîfên azadiyê ku Rêber Apo bi ked û hewldaneke mezin pêşxistiye, fêm bike. Hevrêya me Sozdar ku xwedî kesayeteke hevgirtî ye, ji bo hemû xisûsên ku fêr bû, bike parçeyek ji kesayeta xwe hewldaneke mezin da. Hevrêya me Sozdar piştre; ev pêvajoya ku hevrêtiya jidil a hevrêya me Azê parve kir ku zanîn û tecrubeyên xwe yên ewil ên der barê jiyana çiya û gerîla jê girt, weke beşa jiyana xwe ya herî wate û hêja nirxand.

Hevrêya me Sozdar di wê baweriyê de bû ku ji bo bibe bersiva êrîşên dijwar ên dijmin ên li ser gelê me û gerîla divê xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de jehatî bike, li ser vê bingehê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî pêvajoya perwerdehiyê bû. Hevrêya me ku bi perwedeyan xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de zêdetir pêş xist, ji bo soza ku dayî hevrêyên xwe ewil ên ku li Garzanê dît, xwest cardin vegere qada Garzanê. Ligel ku di vê mijarê de bi israr bû, ji ber pêwîstiyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat erkdarkirin. Hevrêya me derfet dît ku li vê derê di gelek qadan de têbikoşe, di pêvajoya pratîkê de têkildarî gerîlatiyê tecrubeyên girîng bi dest xist û bû gerîlayekî jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me bi saya tevlîbûna xwe ya sade û kesayeta xwe ya dirust baweriya hevrêyên xwe bi dest xist û di xebatên girîng de cih girt. Hevrêya me ku ji bo heqê xebata xwe bide bi dil û can xebitî û ji xeynî serkeftinê ti bijare qebûl nekir, bi vê helwesta xwe re bû mînak. Hevrêya me li aliyekê erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî, li aliyê din jî xwest biçe Bakurê Kurdistanê û tola gelê me ji dijmin hilîne. Piştî ku di sala 2017’an de hevrêya me Azê Malazgîrt li Bakurê Kurdistanê û hevrêya me Seran (Berfîn Bezencîr) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hêrsa hevrêya me li dijî dijmin zêde bû û lêhûrbûnên xwe yên ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê zêdetir kir. Hevrêya me ku van lêhûrbûnên xwe di xebatên xwe de jî da der, bû xwedî pratîkeke serkeftî.

Hevrêya me Sozdar ji bo ku bibe bersiva pêvajoya şerê dijwar ê heyî, xwest xwe di rêbaz û taktîka gerîlatiya serdema nû de perwerde bike, di vê baweriyê de bû ku tenê bi vî rengî dikare erkên serdemê bi cih bîne. Hevrêya me ku li ser vê bingehê perwerdeyên leşkerî û îdeolijîk dît, bi taybet derfet dît ku xwe di xeta azadiya jinê de kûr bike. Hevrêya me di wê zanebûnê de bû ku divê weke milîtanekî PKK-PAJK’ê bibe xwedî pratîkekê li gorî erka pêşengtiyê, dizanîbû ku ev yek jî bi mezinkirina berxwedana li bakurê Kurdistanê dibe. Hevrêya me Sozdar ku dijwariya têkoşîna li Bakur pir baş dizanîbû, di wê têgihiştinê de bû ku pêvajoya ku em tê de ne fedakariyên mezin dixwaze. Li ser vê bingehê di dilê xwe de bi hesteke mezin a tolhildana hevrêyên xwe, bi hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin ku dixwest wê ji cewherê wê qut bike û bi kêfxweşiya pêkanîna soza ku dayî Şehîd Seran û Şehîd Sema berê xwe da bakurê Kurdistanê ku hesreta wê bû. Hevrêya me Sozdar li vir derfet dît li gelek qadan bi taybet li Wanê têbikoşe û bi tevlîbûna xwe ya çalak a jiyanê û helwesta xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniyê de bû gerîlayeke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Sozdar ku bi dilsoziya xwe mezin a ji bo hevrêyên xwe, baweriya xwe mezin a ji bo felsefeya Rêber Apo û bi kesayeta xwe ya dirus û jidil di hemû hevrêyên xwe de ku bi wan re têkoşiya, şopên nayên jibîrkirin hişt. Hevrêya me bi şehadeta xwe mîrateyeke dewlemend a têkoşînê hişt. Em hevrêyên wê soz didin ku têkoşîna ku hevrêya me Sozdar dewrî me kirî, bi hişmendiya ku di şexsê wê de layiqî hemû şehîdên xwe bin, mezin bikin.

Şehîd Armanc Devrîm

Hevrêya me Armanc Devrîm a di tebaxa 2024’an di operasyona dijmin a li qada Kato Marînos a Botanê de li dijî bangên teslîmiyetê ya dijmin weke milîtaneke jin a Apoyî bersiva pêwîst da û li dijî xeta xiyanetê helwesteke zelal raber kir, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kir û şehîd bû.

Hevrêya me Armanc ku di tevahiya jiyana xwe de bû dilsozê felsefeya jiyana azad a Rêber Apo û bi lêhûrbûnên xwe yên kûr xwedi lı rêgezên jina azad derket, heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê ku bawerî pê dianî û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiya gelê me de girt. Hevrêya me tu zehmetiyan li ber têkoşîna xwe asteng nedît, berovajî van astengiyan kir hinceta têkoşîna zêdetir û di kesayeta xwe de derketinên girîng kir. Hevrêya me bi helwesta xwe ya milîtanî li her qada ku lê bû, bû milîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrêya me Armanc ku hêrsa li dijî dijmin kir zemîna mezinkirina têkoşîna xwe û ji bo tevahî jin û ciwanan bû milîtanekî mînak û bi pîvanên azadiyê ku xwe gihand, ji bo hemû gelê me bû şoreşgereke mînak.

Em hevrêyên wê, têkoşîna ku hevrê Armanc dewrî me kiriye, di xeta wê ya berxwedanê de bi hişmendî û berpirsyariya ku jê re layiq bibin, bigihînin serketinê.

Agahiyên der barê nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Armanc Devrîm
Nav û Paşnav: Hacer Tekîn
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik- Bav: Asya- Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Tebaxa 2024’an / Wan

 

Hevrêya me Armanc li Geverê jidayik bû ku fermandarên mezin dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bi welatparêziya xwe tê naskirin. Hevrêya me di nava malbateke ji eşîra Marînosê de mezin bû, kesayeteke li gorî exlaq û çanda kurd bi dest xist. Ji ber ku di derdora wê ya nêz de tevlîbûn çêbûn û li civakeke weke Geverê ku têkoşîna me her tim lê zindî ye jiyan kir, di temenekî biçûk de derfet dît ku Tevger nas bike. Her tim bû heyranê gerîlayên jin ên ku pêşengî ji têkoşîna heyî re dikin. Hevrêya me xwest Tevgera me ji nêz ve nas bike û kete nava lêgerînan. Hevrêya me ku demeke dibîstanên ku bûne cihên asîmîlasyona sîstema mêtînger xwend, keta ferqa polîtîkayên qirêj ku sîstem dixwaze li ser ciwanan pêk bîne. Hevrêya me her tim rola jinê ya di civakê de lêpirsîn kir û di vê mijarê re her tim lêgerînên wê çêbûn û ji hevrêyên me yên jin ên di refên têkoşînê de hêz girt. Xeyala roja tevlîbûna nava refên gerîla kir ku ji bo xwe pîroz dîdît. Qalibên kevneşop û hespkirina jinê di nva çar dîwaran de ti car qebûl nekir û lêgerînên xwe yên azadiyê kûrtir kir.
Hevrêya me ku di salên xwe yên xwendina dibîstana amadeyî de hinek rewşan baştir eşkere kir, gihişt wê zanebûnê ku sîstem manewiyatê wê nade û bi taybet divê jin jiyana di vê sîstemê de qebûl nekin. Di sala 2010’an de pismanê hevrêya me tevlî refên gerîlayan bû û ev bandoreke mezin li ser hevrêya me kir û meraqa wê ya li hember gerîla roj bi roj zêdetir bû. Bi taybet ji Berxwedana Kobanê û têkoşîna gerîlayên ku li Şengalê li dijî qirkirina gelê me yê êzidî bi fedayiyane şer kir, îlhameke mezin girt. Weke jineke Kurd a li dijî polîtîkayên sîstemê hişyar biryara tevlîbûna partiya PKK’ê da ku hêviya rizgariya gelan e. Ligel ku guncav hat dîtin ku xebatên bajêr bimeşîne jî, hevrêya me ji xeynî çiyayên azad tu xebatan qebûl nekir û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me ku di sala 2015’an de ji bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû, ji jidilbûna koma ewil a gerîlayan ku li Zagrosan dît, pir bandor bû. Hevrêya me bi moraleke mezin gava xwe ya ewil avêt jiyana gerîla û tevlî perwerdeyên şervanên nû bû. Hevrêya me di perwerdeya şervanên nû de bi taybet li ser dîroka jinê û dahûrandinên kesayetî ya Rêbertiya me lêhûrbûn bû û di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêya me ji têkiliyên jidil ên di nava gerîlayan de û ji jiyana kolektîf bandor bû û piştî ku bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe qedand derbasî sehaya pratîkê bû. Hevrêya me ku li vir derfet dît tecrubeya xwe ewil a pratîkî bi dest bixe, bi tevlîbûna xwe ya bi coş a li jiyanê û bi kesayeta xwe ya nebesbûna tiştên heyî di demeke kurt de li ser gelek mijarên derbarê jiyana gerîlayan de serwer bû. Hevrêya me ku şert û mercên zehmet ên araziya qada lê, ji bo xwe kir zemîna mezinkirina têkoşînê, derfet dît ku hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê îdeolojîk de xwe pêş bixe.
Hevrêya me li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya û li her qada ku lê bû bi pratîka xwe ya serkeftî û hevrêtiya xwe ya xurt derket pêş. Hevrêya me ku weke gerîlayekî jin hem îdiaya wê ya pêşengiyê hem jî pêşxistina xwe ya di her warî de hebû, di perwerdeyên îdeolojîk de her kêliya xwe bi xwendin û nîqaşkirinê derbas kir. Xwest di xeta PKK û PAJK’ê de bi biryardariyeke mezin bimeşe. Li ser îdeolojiya rizgariya jinê û artêşbûna jinê lêhûrbûnên kûr kir. Xwendinên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û alîkarî da wan jî. Weke gerîlayeke serkeftî ya YJA Starê piştî ku perwerdeyê qedand, derbasî herêmên ku şer lê dijwar bû û di gelek xebatan de ked da. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi keda xwe ya ji amadekariyên tunelên şer heta xebatên perwerdeyê di gelek xebatan de ji bo hevrêyên xwe bû mînak. Hevrê ya me ku serwextbûna leşkerî bi dest xist û xwest bibe bersiva êrîşên dijmin, bi zanebûna ku wê weke gerîlayekî pispor dikare bibe bersiva pêvajoya şerê heyî tevgeriya.
Hevrêya me tevlî perwerdeyên pisporiyê bû û ji bo ku weke gerîlayeke YJA Starê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, her kêliya xwe da xebatên perwerdehiyê. Hevrêya me ku fêrî taktîkên serdemê bû û di pêkanînê de bi israr bû, li perwerdeyê piştî demeke kurt di branşa xwe de weke gerîlayekî pispor mezûn bû. Hevrêya me ku xwedî lêhûrbûnên kûr bû û şahidiya zilma li ser gelê me yê li bakurê Kurdistanê kir, di wê baweriyê de bû ku hêrsa xwe ya bi salan dikare bi derbasbûna van qadan bixe pratîkê. Ji ber vê yekê her tim keta nava lêgerînan ku derbên giran li dijmin bixe. Weke milîtanekî Apoyî, li qada Bakur di şert û mercên zehmet de carek jî dudolî nebû û têkoşîneke bêyî navber da.

Hevrêya me Armanc ku 12’ê tebaxa 2024’an di êrîşa dijmin a li herêma Wanê de şehîd bû, weke gerîlayeke YJA Starê jehatîbûna leşkerî û îdeolojîk ji bo xwe weke nebe nabe dît û di her kêliya jiyana xwe de jiyanîkirina xeta Partiyê hedef kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar