Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi tevlibûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Hevrêya me Sarya Erez Dersim 23’yê adara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Em hevrêya xwe Sarya di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêya me Sarya ji bo paradîgmaya Rêbertî zindî bike, bi ruhekî fedayî tev li bû. Di her kêliya jiyanê de bi tevlibûna xwe ya bi moral bû mîlîtaneke mînak. Bi tevlibûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêya me Sarya bi lêhêrbûnên xwe yên li ser xeta azadiya jinan mîsyon û berpirsyarî girt ser xwe û her tim wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Sarya, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyalê hevrêya xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ pêk bînin.

Agahiyên der barê nasnameya hevrêya me Sarya Erez Dersim, bi vî rengî ne:

Nasnav: Sarya Erez Dersim

Nav û Paşnav: Rêzan Çakar

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Nedret – Şêxmûs

Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê adara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Sarya li Amedê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Lewma têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin, pir zû nas kir. Xalê wê Eyup Aslan sala 1992’yan şehîd dibe, xalê wê yê din Reşît Aslan jî piştî tev li tevgera azadiyê dibe dîl dikeve destê dijmin; ev yek bû sedem ku hevrêya me Sarya rastiya dijmin zû nas bike. Hevrêya me rastiya Kurdistanê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê tevî temenê xwe yên ciwan ferq kir û her tim ket nava lêgerînê. Hevrêya me armanc kir ku kesayeta xwe ya serhildêr û berxwedêr a Amedê, bi exlaqê azadiyê û îdeolojiya Rêber Apo re bike yek. Bi sekna xwe ya di jiyanê de ji derdora xwe re dibe mînak. Hevrêya me Sarya dizanî ku yekane hêza ku li Kurdistanê kiryarên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk asteng bike û vê dewleta qirker têk bibe, gerîla ye. Bi vê zanebûnê lêhêrbûnên xwe kûrtir kir. Ji bo Rêbertiya Partiyê û rastiya şehîdan fêm bike, her tim di nava lêgerînê de bû. Hevrêya me di ferqê de bû ku bi paradîgmaya azadîxwaziya jinan dikare xwe bigihîne heqîqetê; li dijî feraseta paşverû ya sîstema desthilatdariya mêr, partiya me PKK weke navnîşana azadiyê dît. Hevrêya me Sarya dizanî ku şoreşger ber didin dîrokê û xwest li dijî zext û komkujiyên li ser jin û gelan, bibe bersiv. Xwest berekî rast bide hewldanên azadiyê yên pêş dikevin û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Di vî warî de her tim tev li nîqaşan bû û xwest ku her kesê li derdora xwe bikişîne vê rêya rast û pîroz. Hevrêya me Sarya timî bi xwendinê armanc kir ku xwe pêş bixe. Dema ku li Zanîngeha Mêrsînê beşa hemşîretiyê dixwîne, lêgerînên xwe hîn kûrtir kir. Hevrêya me ji bo pratîzekirina her tiştê ku xwendî û fêm kirî, çiyayên Kurdistanê dibîne. Demek diyar li qada Bakur di nava xebatên ciwanan de cih digire û ji bo tevlibûneke hîn baştir ket nava hewldanan. Hevrêya me Sarya dizanî ku encex bi tevlibûneke rast dikare wezîfe û berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne. Sala 2013’an ji Mêrsînê tev li nava refên gerîla dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Sarya dema gihîşt çiyayên Kurdistanê, perwerdehiya xwe ya şervantiyê li Herêma Garê dît. Hevrêya me ya ku efsûna jiyana gerîla tam kir, ji têkiliyên hevrêtiyê ya li nav refên PKK’ê gelekî bandor bû. Bi taybetî di xeta jina azad de tevlibûnek çalak kir. Hevrêya me Sarya di pêvajoya perwerdehiyê de, ji bo gelek nakokiyên ku di nava sîstemê de dijiya bersiv dît û lêgerîna xwe xurtir kir. Hevrêya me ya ku piştî perwerdehiya xwe bi dawî kir li herêma Garê tev li xebatan bû û demek di nava xebatên pratîk de cih girt. Hevrêya me ku di vê pêvajoyê de di jiyana xwe de gelek tecrûbe bi dest xist, karî bibe gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî.

Hevrêya me Sarya ku di ferqa rastiya dijmin û êrîşên berfireh ên dewleta tirk a qirker a li dijî gelê me û tevgera me de ye, ji bo amadekariya vê pêvajoya şer sala 2014’an tev li perwerdeya pisporiyê ya li Akademiya Şehîd Mahîr bû. Hevrêya me ku li dibistana çekên giran dewreyek perwerdehî dît, bi perwerdehiya wergirtî re di bikaranîna gelek çekan de pispor bû. Ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin ên di sala 2015’an de berfireh bûn, hevrêya me Sarya ku bi israr dixwest biçe qadên ku şer lê giran bûye, li herêmên Zap, Xinêrê, Şengal û Cîlo yê gerîlatî kiriye.

Hevrêya me ku ji Zagrosan heta Şengalê di her qada pêwîst de xwedî tevlibûneke çalak bû, di pratîka şer a dijwar de ku tê de cih girt, tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî gel û jinên êzidî bi taybetî li herêma Şengalê êrîşeke qirkirinê pêk anî, bû xwedî têkoşîneke bênavber. Hevrêya me Sarya ku bi moral û tevlibûneke çalak a li her qadê hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî û vegeriya çiyayên Kurdistanê cihê azadiyê ku xwe lê nas kir.

Hevrêya Sarya di sala 2017’an de beşdarî perwerdeya Akademiya Şehîd Bêrîtanê bû û di perwerdeyê de kûrbûnên xwe yên li ser mîsyona ku Rêber Apo dayî jinan û rola pêşeng a jinan a di nava tevgera me de zêdetir kirin. Têkildarî analîzên Rêbertî yên der barê artêşbûna jinan de jî xwe bi pêş xist. Hevrêya me Sarya her wiha nasnameya jina azad li ser xwe şênber kir û perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir û beşdarî xebatên pratîkê bû. Li herêma Garê di nava xebatên cuda de cih girt û hemû xebatên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn.

Bi helwesta xwe ya milîtanî û bi tecrûbeyên xwe yên di xebatên rêxistinî û stratejîk de baweriyeke mezin dida hemû hevalên xwe û derbasî herêma Qendîlê bû û li wir beşdarî xebatan bû. Hevrêya me Sarya beşdarî gelek çalakiyên girîng ên rêxistina me bû û layiqbûna baweriya hevalên wê ya ji bo wê bi awayekî zelal nîşan da. Di pêvajoya van xebatên xwe de tecrubeyên girîng ên rêxistinî û îdeolojîk ji hevalên girt û ev tecrûbeyên xwe di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo xizmeta gelê kurd di pratîkên xwe nîşan da û erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêk anîn. Weke jineke şoreşger mezintirîn xeyala wê azadbûna hemû jinên cihanê bû û bi helwest û zanebûna xwe ya jina azad ji hemû hevalên xwe re bû milîtaneke mînak a PJAK’ê.

Hevrêya me Sarya bi helwesta xwe, tecrûbeyên xwe yên îdeolojîk û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînakeke nejibîr û di 23’yê adara 2019’an de tev li karwanê şehîdên Kurdistanê bû. Di salvegera şehadeta hevrêya me Saryayê de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berfirehkirina têkoşîna azadiyê û pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dubare tînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar