Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG’ê şehîd Bêrîtan Tanya Fecir bi bîr anî

HPG’ê daxuyand ku gerîlaya azadiyê Bêrîtan Tanya Fecir 12’ê Tîrmeha 2023’an li Bestayê şehîd bû û hat gotin ku bi jiyana xwe dilnizm û hevrêtiya xwe ya xurt di têkoşîna azadiyê de şopeke ku nayê jêbirin, hişt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehadeta gerîlaya azadiyê Bêrîtan Tanya Fecir de daxuyanî da û ev tişt hat gotin:  “Hevrêya me Doktor Bêrîtan teqez bû ku 12’ê Tîrmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Bestayê de şehîd bûye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hevrêya me Bêrîtan li gelek herêmên Botanê dema pêwîst dikir şervanek bi wêrek bû, carna şoreşgerek hêja û carna jî bijîjk bû. Weke mîlîtaneke bi wêrek a PKK û PAJK’ê berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anîn. Hevrêya me Bêrîtan di her şert û mercî de birînên hevrêyên xwe dipêçand û ev yek weke wezîfeya xwe ya sereke dizanî. Di heman demê de bi kesayeta xwe ya dilnizm û kedkar, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêya me Bêrîtan li Zagrosan dest bi jiyana gerîlatiyê kir û li Botanê domand; bi tevlîbûn, manewiyata xurt, hevrêtiya ji dil û zanista kûr a azadiyê bû mîlîtaneke azad a Apoyî. Bi jiyana xwe ji me re bû mînak û bi şehadeta xwe jî mîrateyeke xurt a têkoşînê ji me re hişt.

Weke hevrêyên hevrê Bêrîtan em soz didin ku di şexsê wê de em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe û têkoşîna ku ji bo me hiştî bi ser bixin. Bi van hestan di serî de malbata hêja ya hevrêya me Bêrîtan, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Bêrîtan Tanya Fecir de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Bêrîtan Tanya Fecir

Nav û Paşnav: Selma Şavlig

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayik – Bav: Perîhan – Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2023’an / Besta

‘Bi pêşengiya Partiya me PKK’ê jiyaneke nû tê afirandin’

Hevrêya me Bêrîtan di nava malbateke ku eslê xwe ji Xelat a Bedlîsê ye de, li Stenbolê ji dayik bû. Her çendî ku malbata hevrêya me Bêrîtan salên dirêj ji Kurdistanê dûr jiyan kiribe jî ziman, çand û Kurdîtiya xwe parast û ev yek ragihandin zarokên xwe jî. Di vî warî de polîtîkayên dijmin ên qirkirin û bişaftinê pûç kir. Hevrêya me Bêrîtan jî li gorî vê sekna malbata xwe mezin bû. Hîna di temenê biçûkahiyê de ket ferqa êrîşên qirkirinê yên dijmin û ji bo parastina cewherê xwe israr kir. Hevrêya me axaftina bi zimanê xwe û jiyankirina bi çanda xwe, weke çalakiyeke li dijî dijmin didît. Roj bi roj rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û bi vî rengî bû bersiv. Her çendî ku ji Kurdistanê dûr bijî jî, dilê hevrêya me Bêrîtan her tim li welatê wê bû. Têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya gerîlayên azadiyê tê meşandin, her tim rojeva esas a hevrêya me bû. Hevrêya me Bêrîtan di ferqê de bû ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê jiyaneke nû tê afirandin û fikirî ku divê li dijî êrîşên dijmin tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bi vî rengî hem wê jiyana nû ya ku tê afirandin, baştir fêm bike hem jî wê hesabê komkujiyên ku dewleta tirk a qirker li dijî gelê gelê me pêk anî, bipirse. Hevrêya me Bêrîtan destpêkê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêya me hingî ku têkoşiya, hîn zêdetir bû hedefa dijmin. Bi ti rengî gav paş de neavêt û di nava lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêya me Bêrîtan ji xwe re weke wezîfe diyar kiribû ku sekna jina Kurd a berxwedêr û azad a Garzanê ku di kesayeta Rindêxan de bûye sembol, bidomîne. Hingî ku êrîşên dijmin zêde bûn, têkoşîna xwe mezintir kir û bi vî rengî bû bersiv. Hevrêya me Bêrîtan di xebatên ku lê cih girtî de, gihişt asta zanebûneke diyar. Ferq kir ku xebatên wê ji bo azadiya gelê me têrê nake û biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêya me dizanî ku ev yek jî encex bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû.

‘Ji çeperekê baz dida çeperekî din û hevrêyên xwe tedawî dikir’

Hevrêya me Bêrîtan jiyana gerîla weke warên jiyana azad nirxand û bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla û xwezaya Kurdistanê pir bandor bû. Weke jineke azad bi çeka di destê xwe de bû parçeyekî têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî dijmin û vê yekê ji xwebaweriyeke bê hempa bi hevrêya me re afirand. Hevrêya me Bêrîtan bi vê baweriyê bi rengekî çalak tevlî jiyanê bû, xwe di hemû qadên jiyanê de berpirsyar dît û pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî bi cih anîn. Nirxandinên Rêber Apo ên têkildarî azadiya jinê xwend, fêm kir û kir felsefeya bingehîn a jiyana xwe. Hevrêya me Bêrîtan bi vê felsefeyê xwe hîn baştir nas kir û ji bo bigihije kesayeta jina azad, bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Weke gerîlayeke jin di ferqê de bû ku ji bo azadiya jinê rolekî girîng girtiye ser xwe. Hevrêya me ji bo ku pêdiviyên vê yekê bi cih bîne, xwe timî di warê bîrdozî û felsefî de pêş xist. Lewma cîhana xwe ya bi wate û manewiyat timî mezintir kir. Hevrêya me Bêrîtan piştî tevlî nava refên gerîla bû, demekî kurt bi sekna xwe ya di jiyanê de, kesayeta xwe ya bi disîplîn û hestiyar baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Beşdarî perwerdeyên tenduristiyê bû. Piştî ku ev perwerde bi serketî qedand, êdî bi gotina hevrêyên wê dibe ‘Doktor Bêrîtan’. Hevrêya me ji bo ku heqê perwerde û baweriya hevrêyên xwe bide, timî lêkolîn dikir û xwe pêş dixist. Her roja derbas bûyî, di qada tenduristiyê de kûr bû. Hevrêya me Bêrîtan teorî û pratîk kir yek û bi tevlîbûna xwe ya serketî baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Bêrîtan bi salan li qadên Cîlo, Zap, Xakurkê û Xinêre bijîjktî kir; di şert û mercên herî zehmet ên Zagrosan de bi fedakarî ji birînên hevrêyên xwe re bû derman. Hevrêya me Bêrîtan di pêvajoyên ku şer lê herî dijwar de, bû bijîjka şer. Ji çeperekî baz dida çeperekî din û hevrêyên xwe tedawî dikir. Ji bo ku hevrêyên wê kêliyekî jî êş nekişînin, bi hewldanek bê hempa bêyî ku raweste xebitî û ked da. Hevrêya me Bêrîtan bi saya kesayeta xwe ya xurt, hevrêtiya ji dil û pratîka xwe ya serketî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Di heman demê de xwe di hemû qadên jiyanê de berpirsyar dît. Xwe ji bo her hevrêyek xwe berpirsyar dît û bû mînaka mîlîtaniya Apoyî.

Hevrêya me Bêrîtan di her qada ku lê cih girtî de, bi fedakariya xwe dihat naskirin. Di heman demê ji bo ku xwe li ser xeta azadiya jinê pêş bixe, kedeke mezin da. Hevrêya me Bêrîtan li dijî nêzîkatiyên desthilatdariya baviksalar, têkoşîneke bê navber meşand. Ji bo ku vê têkoşîna xwe hîn mezintir bike, li Akademiya Şehîd Bêrîtan ku akademiya me ya jinên azad a leşkerî ye, beşdarî perwerdeyan bû. Bi tevlîbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de û bi nîqaşên xwe, hem xwe hem jî hevrêyên xwe pêş xist. Ji bo ku her hevrêyek wê bibe xwedî taybetmendiyên jina azad, ked da. Lewma rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe yên di akademiyê de, qezenc kir.

Yek ji salên ku şerê me yê azadiyê li dijî dewleta tirk a qirker pir dijwarî qewimî, sala 2018’an e. Hevrêya me Bêrîtan di vê salê de pêşniyar kir ku derbasî Botanê bibe. Piştî israrên zêde pêşniyara wê hate qebûlkirin û weke bijîjk derbasî Botanê bû. Hevrêya me Bêrîtan li Botanê xwe ji her tiştî berpirsyar dît û di heman demê de weke mîlîtaneke Apoyî ya bi wêrek tevlî bû. Hevrêya me xwe tenê di qadekê de sînordar nekir û ji analîzkirina êrîşên dijmin, heta pêkanîna şêwaz û taktîka dema nû bi hemû astên şer re eleqeder bû, pêşniyar kirin û ji bo mijarên ku ew rast dizane bikeve meriyetê pir têkoşiya. Li qada Botanê di serî de hevrê Egîd Civyan û Leyla Sorxwîn, bi hevrêyên hêja re têkoşîn meşand. Hevrêya me Bêrîtan ji bo ku bîranîna her hevrêyek şehîd rast zindî bike, di nava lêgerîn û hewldanê de bû ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike.

Hevrêya me Bêrîtan 12’ê Tîrmeha 2023’an li Bestayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû; weke hevrêyek, bijîjk û şoreşgerek hêja di her şert mercî de ji hevrêyên xwe re xizmet kir. Bi jiyana xwe ya dilnizm û hevrêtiya xurt weke şopdara Doktor Amara û Doktor Ferzendeyan, di têkoşîna me û dilê hemû hevrêyên xwe de şopeke ku nayê jêbirin, hişt.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar