Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê şehîd Şoreş, Tolhildan û Serhildan bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Şoreş Ronî, Tolhildan Hîzan û Serhildan Xerzan ku 23’yê mijdara 2021’an di êrîşa hêzên artêşa tirk a li ser Xerzanê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û soz da ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek nivîskî da û Şoreş Ronî, Tolhildan Hîzan û Serhildan Xerzan ku 23’yê mijdara 2021’an di êrîşa hêzên artêşa tirk a li ser Xerzanê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Daxuyaniya bi vî rengî ye:

Hevrêyên me Şoreş, Tolhildan û Serhildan di 23’yê mijdara 2021’an de di êrîşên dijmin de li herêma Xerzanê şehîd bûn.

Hevrêyên me Şoreş, Tolhildan û Serhildan, milîtanên leheng ên Partiya me, zarokên hêja yên gelê me ku bi jiyan û kesayetên xwe yê têkoşer tiştên nemimkun pêk anîn û weke mîlîtanên fedakar ên demên zehmet cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Hevrêyên me yên hêja ku pîvanên milîtaniya PKK û PAJK’ê kirin taybetmendiya bingehîn a kesayetiyê, di têkoşînê de meşa xwe ya bi biryar û serkeftinên bêhempa berdewam kirin. Hevrêyên me Hêlîn, Şoreş, Tolhildan û Serhildan ku li Xerzanê bi pratîkên xwe yên fedaî derbên mezin li pergala qirker a tirk xistin, baweriya xwe ya serkeftinê her roj bilind kirin û ji gelê me re bûn çavkaniya hêviyê.

Em hevrêyên xwe Şoreş, Tolhildan û Serhildan di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji malbatên wan ên biqîmet û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bikin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Şoreş

Nasnav: Şoreş Ronî
Nav û Paşnav: Erhan Mîngsar
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik û bav: Zelîhan – Îsmet
Cih û dîroka şehadetê: 23’ê Mijdara 2021’an Garzan
Tolhildan

Nasnav: Tolhildan Hîzan
Nav û Paşnav: Mahsum Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Şehnaz – Abdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’ê Mijdara 2021’an Garzan
Serhildan

Nasnav: Serhildan Garzan
Nav û Paşnav: Vedat Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Leman – Mehmet Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’ê Mijdara 2021’an Garzan

Rastiya Rêber Apo û PKK’ê baştir fêm kir

Hevrêyê me Şoreş li navçeya Sêlim a Qersê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me li gund di nav malbateke ku çanda Serhadî lê zêde bû mezin bû, di kesayeta xwe de taybetmendiyên hawîrdora gundê xwezayî temsîl dikir. Hevrêyê me, mirovekî xwezayî û sade ku ji bo xaka xwe dilsoz bû, weke kesekî hezkirî dihat naskirin. Hevrêyê me di temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK’ê bihîstibû jî, bi zanebûna xwe ya kêm re sempatiya xwe ya ji bo gerîla pêş xist. Hevrêyê me rastiya mamê xwe di salên 1990’î de li Stenbolê şehîd bû dizanibû û her tim mamê xwe ji xwe re mînak digirt. Hevrêyê me Şoreş ku demekê di dibistanên dijmin de xwend, piştre hîn bû ku tiştekî ji dibistanan hîn bibe tune ye û dev jê berda. Hevrêyê me Şoreş herî zêde li hawîrdora gund debara malbata xwe dikir, ji bo hîn zêdetir vê keda xwe zêde bike çû yek ji metropolên Tirkiyeyê Stenbolê û li vir dest bi xebatê kir. Hevrêyê me li Stenbolê di gelek karên cuda de dixebite; bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar bû kesayetek mînak. Armanca wî ew bû ku cewhera xwe biparêze ku bi efsûna sexte ya metropolan neyê xapandin. Hevrêyê me di van pêvajoyan de bi derdorên şoreşger ên welatparêz re hevdîtin pêk anî, li vir bêtir xwe xweş hîs kir. Hevrêyê me yê ku pê hesiya ku di van derdorên welatparêziyê de dikare li gorî cewhera xwe bijî, hesreta welatê xwe hinekî sivik kir. Hevrêyê me yê ku di van derdorên ku zimanê wî dihate axaftin û çanda wî dihat zindîkirin de hişyariyek jî dît, bi demê re rastiya Rêber Apo û PKK’ê baştir fêm kir. Nakokiyên jiyana hevrêyê me yê ku li derdorên lê dixebitî, nakokiya çînayetiyê ji kûr ve hîs dikir. Ji ber kurdbûna xwe û îstîsmarkirina keda xwe rastî cudakariyê hat û ev jî bû sedem ku hevrêyê me Şoreş li hin tiştan bigere. Hevrêyê me yê ku di lêgerîna xwe de rastiya dijmin bêtir nas kir, fêm kir ku çavkaniya nakokiyên ku jiyaye dewleta Tirk a qirker e. Hevrêyê me li jiyaneke ku karibe bi rihetî nasnameya xwe û çanda xwe bijî û berdêla keda xwe bigire geriya, gihişte wê baweriyê ku ev yek di nava sîstemê de ne pêkan e. Hevrêyê me lêgerîna xwe berdewam kir û gihîşt wê baweriyê ku bi felsefeya Rêber Apo re jiyanek wisa pêkan e. Hevrêyê me yê ku ji bo afirandina vê jiyanê pêwîstiya têkoşînê dizanîbû, fêm kir ku ev yek bi gerîlatiya di nava refên PKK’ê de pêkan e. Li ser vê bingehê rêhevalê me yê ku di sala 2006’an de yekem car xwest tevlî nava refên gerîla bibe, ji ber ku ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin ev armanc demekê paş xist. Hevrêyê me yê ku tu carî dest ji armanca xwe berneda, biryardariya xwe hîn zêdetir tûj kir û xwe ji bo jiyana azad li çiyayên Kurdistanê amade kir. Hevrêyê me yê ku di sala 2009’an de bi derfetên xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê, li Xakûrkê tevlî nava refên gerîla bû.

Birîndarbûna xwe wekî astengiyê nedît

Bi fermandarên mezin re Hevrêyê me Şoreş yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li herêma Xakûrkê dît, bi îrade û helwesta xwe ya zelal a li ser armanca xwe, di demeke kin de bi pêş ve çû. Armanca wî ew bû ku der barê gerîlatiyê de hûrgiliyên herî biçûk jî fêr bibe û di hemû aliyên gerîlatiyê de, bi taybetî jî jiyana çiyayî de jêhatî bû. Piştî ku tevlî gerîla bû, heta sala 2015’an li herêma Xakûrkê beşdarî çalakiyan bû. Li vir di sala 2012’an de beşdarî gelek tevger û çalakiyan bû, bi taybetî beşdarî Pêngava Şoreşger a Şemzînanê bû. Di vê operasyona ku bi pêşengiya fermandarên me yên mezin hevrê Şehîd Reşîd Serdar û Rojîn Gewda hate lidarxistin de bi awayekî aktîf cih girt û di gelek çalakiyan de cih girt. Di van çalakiyan de ji dest û çavê xwe birîndar bû, lê vê yekê weke asteng nedît û hewl da ku bi temamî erka xwe pêk bîne. Hevrêyê me Şoreş di pêngavê de bi cesaret û fedakariya xwe kevir li ser kevir nehişt, weke milîtanekî Apoyî yê mînak derket pêş. Bi serkeftinên xwe yên di van çalakiyan de hurmeta hevrêyên xwe girt. Bi wezîfeya fermandariyê di astên cuda de zêdetir berpirsyarî girt ser xwe.

Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de ji bo xwe hîn zêdetir di hunera leşkerî, taktîkên gerîla û îdeolojiya Apoyî de kûr bike derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû, di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe ya 6 salan nirxand. Hevrêyê me yê ku hewl da kêmasiyên di têkoşîna partîbûyînê derketin û nebesiyên xwe çareser bike, di kesayeta xwe de bi giraniya kûr a ku jiyabû, destkeftiyek girîng çêkir. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdeyê de bi nêzîkatiyên xwe yên kurt baweriya hevalên xwe bi dest xist û weke namzetê fermandariyê yê ku dikare pêşengiyê bike derket pêş, piştî perwerdeyê derbasî herêma Avaşînê bû. Piştî demekê li vir ma, li herêma Zapê xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kir. Di vê serdemê de pêşniyar kir ku derbasî cihê ku êrîşên dagirker lê zêde bûn û li ser esasê fedaî bersivê bide dijmin Bakurê Kurdistanê bibe.

Li herêma Xerzanê di gelek çalakiyan de cih girt

Pêşniyara hevrêyê me Şoreş di sala 2017’an de hat qebûlkirin, bi coş û heyecaneke mezin derbasî Xerzanê bû. Hevrêyê me yê ku armanca çûna Bakurê Kurdistanê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me destnîşan kir, ji bo gihiştina vê armancê bênavber xebitî. Hevrêyê me yê ku li qada Xerzanê tevlêbûneke aktîf bû, hemû hêza xwe li ser derbên ku wê li dijmin bixista xerc kir. Hevrêyê me di wê baweriyê de ye ku ger derbên bi bandor li dijmin were xistin wê sîstema qirkirinê têk biçe, bi îlhama hevrêyên xwe yên di Berxwedana Xwerêveberiya Xweser û xeta wan a têkoşînê de bi fedaî şer kirin û şehîd ketine girtiye. Hevrêyê me Şoreş li herêma Xerzanê di gelek çalakiyan de cih girtibû, pêşengiya çalakiyên ku gelek dagirker û çete hatin cezakirin, kir. Hevrêyê me Şoreş milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bi helwesta xwe ya zelal a li ser îdeolojiya Apoyî û bi hunera xwe ya di şerê gerîla de weke mînak hate girtin, heta dawî li nirxên azadiyê xwedî derket û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê ala şoreşê ya ku hevrêyê me Şoreş ji me re anîbû heta serketinê hilgirin û di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin.

Rastiya dijmin bi her awayî dît û analîz kir

Hevrêyê me Tolhildan li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Tolhildan jî ji ber hesasiyeta malbatê ya di parastina çand û taybetmendiyên civakî de bi vê çand û exlaqê civakî mezin bû. Ji salên 1990’î û vir ve gerîla li Xerzanê bibandor bû, gelê me li vir rastiya têkoşîna me nas kir, bi Partiya me û Rêber Apo ve girêdayî bû. Gelê herêmê ku bû şahidê têkoşîna fedaî ya gerîla, ji ber vê têkoşînê gelê me gerîla pîroz dît. Gelê me yê ku têkoşîna fedaî ya gerîla ya li hemberî dagirkeran dev bi dev û nifş bi nifş gotin û ev jî di civakîbûna têkoşîna me de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Tolhildan ji malbata we bi guhdarkirina çîrokên lehengiyê yên li ser gerîla mezin bû. Hevrêyê me yê ku di şert û mercên herî dijwar de ji têkoşîna gerîla bandor bû, gerîla veguherand lehengê zarokatiya xwe. Hevrêyê me Tolhildan ê ku demekê neçar ma li Dibistanên Şevînî yên Seretayî yên Herêmî (YÎBO) ku dijmin weke amûreke şerê taybet bi kar dianî xwend û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin bi her awayî dît û analîz kir. Hevrêyê me yê ku hîn bû dijmin bi van dibistanên ku pêşxistiye dixwaze zarokên kurd ji koka wan qut bike, bi saya çanda xwe ya kûr a kurdewarî ev polîtîkaya dijmin pûç kir. Paşê hevrêyê me fêm kir ku dibistanên dewleta tirk tiştekî ku bidin wî nemaye û ji bo gelê me dest bi têkoşînê kir. Li ser vê bingehê di nava ciwanên welatparêz û şoreşger xebat meşand. Hevrêyê me yê ku di têkoşîna me ya azadiyê de bi awayekî kûr bandor li şehîdan kir, bi hişmendiya kûr ku divê bersiva şehîdan bide, lêgerîna xwe ya têkoşînê zêde kir. Herî dawî jî şehadeta xizmê wî hevrê Ernesto Cîlo (Naîf Altin) ê ku di sala 2012’an de li Elkê şehîd bû, ji bo hevrêyê me Tolhildan bû qonaxek. Hevrê Tolhildan piştî şehadeta hevrê Ernesto biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, ji bo vê yekê gelek caran hewl da, lê ji ber hin astengiyan nekarî bigihêje armanca xwe. Lê hevrêyê me yê ku di armanca xwe de zelal bû, bi xurtkirina biryardarî û îradeya xwe ya têkoşînê roj bi roj xwe ji gerîla re amade kir. Hevrêyê me di sala 2014’an de dema ku derfet bi dest xist û li herêma Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû, bi israra xwe ya gihîştina armanca xwe ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak.

Roj bi roj xwe di îdeolojiya Apoyî de kûr kir

Hevrêyê me yê ku piştî tevlî gerîla bû yekem perwerdeya xwe li herêma Xerzanê dît, bi kesayetiya xwe ya meraq û bi xwesteka xwe ya di hunera gerîlatiyê de kûr bibe, di demeke kurt de tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi taybet bi hevalên xwe yên xwedî tecrûbe re her tim di warê leşkerî de bi pêş ve dibir. Hevrêyê me yê ku rastiya dewleta tirk ji temenê xwe yê biçûk de nas kir, bi hişmendiya ku li dijî vê dewleta qirker tenê bi şerê gerîla yê bi bandor dikare were meşandin, tevdigeriya. Ji ber vê sedemê kûrkirina taktîk û şêwazê gerîla ji xwe re esas girt. Dîsa hevrêyê me Tolhildan ê ku dizanibû ku heta ku bandora pergala şerê taybet a tirk ji ser xwe neavêje û nikare têkoşîneke rast bimeşîne, ji bo ku van bandora ji ser bavêje, roj bi roj xwe di îdeolojiya Apoyî de kûr kir. Ji ber ku dema ji bin bandora dijmin rizgar bû hîs kir ku azad bûye, bi coş û heyecaneke mezin xwedî li têkoşîna xwe derket. Hevrêyê me Tolhildan ku bi saya kesayeta xwe ya kurt û durust hezkirin û hurmeta hemû rêhevalên xwe qezenç kir, ev nêzîkatiyên hevalên kir sedama têkoşîneke xurtir bimeşîne. Hevrêyê me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên di sala 2015’an de pêş ketibû amade bû, bi lez cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt û dest bi têkoşîneke çalak kir.

Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku dewleta tirk di çareseriya pirsgirêka kurd de ne samîmî ye û dizanibû ku armanca wê tenê qirkirina gelê me ye, ji bo derbên bi bandor li dijminê ku di operasyonên qirkirinê de bû bixe di nava lêgerînê de bû. Li ser vê bingehê di gelek çalakiyên li herêma Xerzanê hatin pêşxistin de cih girt; bi cesaret û fedakariya xwe karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Tolhildan ê ku giraniya xwe da ser geşedana berdewam a şerê gerîla, wateyek mezin da projeya ji nû ve avakirinê. Lê hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku yekîneyên gerîla yên ji nû ve hatine avakirin wê derbên bi bandor li dijmin bidin, li hemberî kêmasî û nebesiyên dev êkoşînê berneda. Armanca wî ew bû ku weke milîtanekî Apoyî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, bi serkeftina têkoşîna rêxistinî û taktîkên gerîlayên serdema nû li her qada ku lê bû xist rojevê. Hevrêyê me Tolhildan ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji xwe re kiribû armanca sereke, mîna her şervanekî azadiyê, ji bo gihiştina vê armancê xwest roj bi roj têkoşîna xwe mezin bike. Di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî awayî em dikarin bibin layiqî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd. Bi têkoşîn û helwesta xwe ya milîtanî ev yek îspat kir.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku weke hevrêyên wî em ê armancên hevrêyê xwe Tolhildan ê ku di 23’ê Mijdara 2021’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû pêk bînin û em ê li ser rêya têkoşîna ku wî vekiriye bimeşin.

Ew bû şahidê hevaltî û jiyana ciwanên kurd

Hevrêyê me Serhildan li navçeya Hîzan a Bedlîsê çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me ji ber ku di malbateke mutewazî de ji dayik bûye û mezin bûye girîngiyê dide exlaqa civakî û di kesayeta xwe de nirxandinên nirxî yên civakî hildigire. Ji ciwantiya xwe ve di nava hin lêgerînan de bû. Hevrêyê me Serhildan ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de bû şahidê têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdistanê, bi demê re sedemên têkoşîna me pirsî û hewl da fêm bike. Hevrêyê me yê ku bi giraniya ku jiyabû rastiya têkoşîna me fêhm kir, di heman demê de dest bi lêpirsînê kir. Weke xortekî kurd dûrbûna ji şer û têkoşînê; dest bi lêpirsîna sedemên çima nekare nasname, ziman û çanda xwe azad bijî, kir. Hevrêyê me yê ku bersiva pirsên xwe didît, pêwîstî bi kûrkirina xwe dît. Di vê pêvajoyê de bi tevgera ciwanên welatparêz re hevdîtin kir. Ew bû şahidê hevaltî û jiyana ciwanên kurd ku li ser bingehê felsefeya Apoyî birêxistin bûne û gelekî bandor bûye. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku eleqeya wî bi têkoşînê re her ku diçû zêdetir dibû, ji bo bibe kesayetek azad, roj bi roj xwe nêzî cewhera xwe bibe gavên xurt avêt. Bi nîqaşên bi ciwanên şoreşger, welatparêz re rastiya têkoşîna me baştir fêm kir û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me derxiste holê. Hevrêyê me weke ciwanekî kurd firsend dît ku bandora dijmin a li ser xwe baştir analîz bike, ji ber ku bi salan ji têkoşîna me ya azadiyê û ji rastiya gelê me dûr mabû, hêrseke mezin hîs kir. Hevrêyê me yê ku li rêyên telafîkirina vê digeriya, wisa difikirî ku bi beşdarbûna zêdetir a têkoşînê dikare vê bi dest bixe. Li ser vê bingehê pêşî bi awayekî çalak beşdarî xebatên ciwanan bû. Ji ber ku ev rengê têkoşînê têr nedît, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hema hema li tevahiya qada Xerzanê geriya

Hevrêyê me Serhildan ku perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li herêma Xerzanê dît. Di şert û mercên Bakurê Kurdistanê de dîtina perwedeyê û avantajên wê rast û di cih de nirxand. Hevrêyê me bi şans bû ku ji hevrêyên xwedî tecrûbe sûd wergirt, piştî ku xwe ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve bi hêz kir, tevlî ekîba çalak a li herêmê hat avakirin bû. Hevrêyê me yê ku bi cihbûna di nava vê ekîba ku xwedî erkeke mezin bû, hema hema tevahiya qada Xerzanê geriya û gelek heval nas kir. Hevrêyê me yê ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî êrîşên dijmin bi awayekî çalak li ber xwe dide, li herêma Xerzanê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Serhildan ku pratîka xwe ya serkeftî bi kamilbûna bîrdozî û leşkerî xurt kir; bi helwesta xwe ya milîtanî ya ku ji derdora xwe re hestiyar bû, bi pirsiyarkirin, ji hev cudakirina heq û nebaşiyê û dema pêwîst de helwesta pêwîst nîşan da û ji hemû hevalên xwe re bû mînak. Pêşketinên leşkerî û siyasî yên Kurdistanê baş xwend û bi Partiya me û hevalên xwe re parve kir. Bi asta konsantrasyona ku bi dest xistibû, di her qadê de hurmeta hevrêyên xwe bi dest xistibû. Hevrêyê me yê ku ji bo projeya ji nû ve avakirinê bi taybetî li bakurê Kurdistanê bike pratîkê kete nava hewl danê. Ji kêmasiyan ders girt û bû sedem ku pratîkeke gerîla ya serkeftî derkeve holê. Ji bo ku şêwazê rast ê gerîlatiyê li her qada ku lê bû bi cih bike çi ji destê wî hat kir û tu carî ji fedakariyê xwe paş de nehişt.

Hevrêyê me yê ku diyar kir ku armanca wî ya herî mezin ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bîne, bi hişmendiya kûr erka wî ya Gerîlaya Azadiyê ye ku vê yekê pêk bîne xwe deyndar didît. Di wê baweriyê de bû ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bi derbaskirina hevrêtiya kêm a li hember Rêbertiya me pêk tê û her kêliya xwe li ser bûyîna hevrûyekî Apoyî yê baş rawestiya. Hevrêyê me Serhildan ku ji hevrêyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me di zindanan de li berxwe didin moralek mezin digirt. Hevrêyê me yê ku dizanibû ku weke gerîlayekî li qadên azad şer dike, bi têkoşîneke dijwartir li hemberî dijmin û xistina derbên giran dikare erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, ji bo vê jî roj bi roj tempoya xwe ya têkoşînê zêde kir.

Hevrêyê me Serhildan ku di 22’ê Mijdara 2021’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû, li pey xwe mîrasek têkoşînek serkeftî û bîranînên giranbuha ku tu carî nayên jibîrkirin hişt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku heta xeyala hevrê Serhildan a “Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad” pêk were em ê di têkoşînê de israr bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar