Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên xwe yên di salên 2017 û 2018’an de şehîd bûbûn aşkera kir û bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û soza bilindkirina têkoşînê da.
HPG’ê têkildarî têkoşîn, berxwedan, sekn û kesayeta şehîdên leheng li dijî dewleta tirk a dagirker ev tişt ragihand: “Di salên 2017 û 2018’an de, şefên dewleta tirk a faşîst ku qaşo bi îdîaya ‘qedandina partiya me PKK’ê daketin qadan, çi hemberî êriş li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kiribin jî têk çûn. Her kes dibîne ku yên emrek danîbûn ber PKK’ê, niha bi xwe ketine derê man û nemanê. Bêguman yên ku dijmin bi vî rengî perîşan kirine û nirx li têkoşîna me ya azadiyê zêde kirine, hevrêyên me yên şehîd in. Şerê me yê bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd hem êrişên dijmin bi rengekî serketî berteref kir, hem jî asteke girîng a şer afirand. Di salên 2017 û 2018’an de fermandarên me yên leheng hevrêyên me Çavrê, Yildiz, Bêrîvan û Botan li qada Botanê li ser vê bingehê şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayên şehîd jî wiha hat parvekirin: “Çavrê Firîşte (Sûham Kadîr), li Ranyayê ji dayik bûye, navê dê û bav Halîme-Abdûlkadîr Mûsa, di 13’ê gulana 2017’an de li Botanê şehîd bûye. Yildiz Cûdî (Leyla Tanriverdî), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav; Adîle-Îsa, di 13’ê gulana 2017’an de li Botanê şehîd bûye. Bêrîvan Arjîn (Elîf Ataman), li Îzmîrê ji dayik bûye, navê dê û bav; Hanahan-Sadik, di 13’ê gulana 2017’an de li Botanê şehîd bûye. Botan Şirnex (Naîl Olmez), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav; Sarya-Adil, di 31’ê cotmeha 2018’an de li Botanê Şehîd bûye.”
Derbarê gerîlaya şehîd Çavrê Firîşte de HPG’ê ev agahî parve kir: “Hevrêya me Çavrê li bajarê Ranya yê başûrê Kurdistanê li Çarqurnayê ji dayik bû. Bi çanda civakî ya qedîm a berxwedêr û welatparêziya gelê me yê Başûr mezin bû. Hevrêya me Çavrê ku navê tevgera PKK’ê berê bihîstibû, piştî sala 2000’î di şexsê gerîla de ji nêz ve nas kir û bala wê çû ser tevgera Apoyî. Bi bandora hevrêtî û jiyana çiyayî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, tevgera Apoyî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Bi taybetî hebûna şervan û fermandarên jin li nava gerîlayên PKK’ê, asta wan a artêşbûnê xewn û xeyalên azadiyê yên hevrêya me Çavrê mezin kir. Hevrêya me Çavrê ku di nava lêgerînekê de bû, ji bo bibe jineke Kurd a azad fêhm kir ku rêya jiyaneke bi rûmet bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Li ser vê bingehê sala 2001’ê li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Bi gotina ‘çûka ku ji qefesê derket û bi bask bû’ tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla pênase kir. Hevrêtiya li nava PKK’ê, kombûna mirovên ji her rengî li dora armancekê û têkoşîna bi rêbaza jiyana azad bandoreke xurt lê kir. Jiyana azad a PKK’ê, îradeya jiyana azad, rêbaza wê fêhm kir û ji bo li ser vê bingehê tevlî bibe kete nava hewldanan. Hevrêya me Çavrê bi eşqa azadiyê, bi kêfxweşiya jiyana azad, bi coş û enerjiya ciwantiyê bêteredût tevlî nava pratîka gerîla bû. Ji Qendîlê heta Xinêrê, ji Xakurkê heta Heftanînê, ji Garê heta Zapê li her derê bi rengekî çalak tevlî karê pratîkî bû. Di bin fermandariya ji fermandarên me yên sembol ên nemir Şehîd Viyan Soran û li gel wê mil bi mil li qada Heftanînê têkoşiya. Roj bi roj bi pêş ket, bû milîtaneke şareza ya Apoyî û di xeta YJA Starê de bû fermandar. Li ser vê bingehê saal 2006’an çû Akademiya Şehîd Bêrîtan, tecrûbeyên xwe hîn bêhtir bi rêxistin kir û di kesayetiya xwe de şênber kir. Sala 2008’an bi perwerdeya PAJK’ê re di Îdeolojiya Rizgariya Jinê û xeta tevgera jin a azad de xwe kûr kir û gihîşt asteke girîng. Di salên 2013 û 2014’an de li Akademiyên Şehîd Mahîr ku pisporî tevlî artêşa me kir, perwerde wergirt û li ser vê bingehê bi dehan hevrêyên xwe perwerde kir. Hevrêya me Çavrê bi tiştên ji partiya me û hevrêyên şehîd hîn bû, xwest li Bakurê Kurdistanê kar bike. Timî dixwest tevî hevrêyên Viyan Soran, Viyan Penaber û Viyan Rojhilat li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Piştî ku hersê hevrêyên me di dem û cihên cuda de şehîd bûn, hevrêya me Çavrê xeyala her sê hevalên m eyên şehîd ji bo xwe weke talîmat û wasiyetê dît, di dilê xwe de mezin kir û bi israr xwest bigihîne Bakukr. Di sala 2015’an de piştî ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê me dest bi êrişeke qirkirinê ya topyekûn kir, hevrêya me Çavrê jî ji bo tolê hilîne û xewn û xeyalên xwe pêk bîne derbasî qada Botanê bû. Li Bestayê hem bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû, hem jî zû hînî gerîlatiya Bakur bû. Di salên 2016-2017’an de ku êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk derkete asta herî bilind, hevrêya me Çavrê di têkoşîna gerîla de ya li Bakur bi roleke çalak rabû û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir. Hevrêya me Çavrê zû xwe ispat kir û li herêma Bestayê cihê xwe di nava Fermandariya YJA Starê de girt, di jiyan û şer de pêşengiyeke rasteqîn ji hevrêyên xwe re kir. Bi sekn, dilnizmî, hevrêtî, şerkerî, wêrekî û gerîlatiya xwe ya bi hunerî re li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirineke mezin û hurmeteke kûr. Hevrêya me Çavrê li ser vê bingehê dema ku têdikoşina, di Gulana 2017’an de li Nuqta Xezalê ya herêma Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de li gel hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêya me Çavrê ku şopdar û hevrêya Viyan Soranan bû, di serî de ji bo jinên Başûrê Kurdistanê wê ji aliyê jin û ciwanên tevahiya Kurdistanê ve mînak bê dîtin, bîranîn û têkoşîna wê jî wê ji aliyê me hevrêyên wê ve timî bê mezinkirin.”
HPG’ê li ser jiyan têkoşîn, kesayet û berxwedana gerîlaya şehîd Yildiz Cûdî av tişt ragihand: “Hevrêya me Yildiz li navçeya Silopiya ya Botanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda civakî ya qedîm a gelê Botanê û kevneşopiya welatparêziyê mezin bû. Bal û berê wê timî li çiyayê Cûdî bû, bi vî rengî mezin bû û timî dixwest rojekê xwe bigihîne serê çiyayê Cûdî. Bi taybetî weke jineke Kurd a ciwan, lêgerîna wê ya li heqîqet û azadiyê kir ku lêkolînan bike, lêpirsînan bike. Hem zilm û asîmîlasyona dewleta tirk a mêtinger qirker dît û ev polîtîka fêhm kir, hem jî nayendîperestiya civakî ya ku bi mejiyê serweriya mêr serdest bû, bû sedem ku bikeve nava nakokiyan. Ji bo hevrêya me Yildiz nakokiyeke bingehîn bû ku jin bi taybetî jî jinên Kurd li nava civakê ne xwedî gotinê ne, li derve têne hiştin, ji nedîtî ve tên, nirxên wê têne desteserkirin, jin nikare bi rengekî azad rengê xwe diyar bike û di navbera jin û mêr de cudahiyeke mezin heye. Li ser bingeha çanda welatparêziyê, fêhm kir ku gerîlayên tevgera azadiyê jinê yên li serê çiyayê Cûdî û jiyana PKK’ê bersiva li hemû nakokiyan e. Lewma biryar da ku tevlî nava refên gerîla, tevlî nava tevgera jinê ya azad a bi pêşengiya PKK’ê bibe. Bi vî rengî tevî 4 hevrêyên xwe yên jin di sala 2010’an de li Cûdî tevlî nava refên partiyê bû. Hevrêya me Yildiz li xaka Botanê ku lê ji dayik bû, bi serbilindî bû gerîla û navê ji fermandarên me yên nemir ên li Cûdî şehîd bû Yildiz li xwe kir, bi vî rengî da ser şopa wê. Di nava şert û mercên giran ên gerîlatiya Bakurê Kurdistanê û şerê giran de dest bi gerîlatiyê kir, bi daxwazeke mezin tevlî bû û zû bi pêş ket. Li nava refên gerîla roj bi roj fîzîka wê xurt bû, ruhê wê azad bû, hişmendiya wê mezin bû, tecrûbeya xwe zêde bû û bû jineke Kurd a azad ku bi çiyayê Cûdî re bû yek. Di salên 2011 û 2012’an de ku asta bilind a pêngava me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî bû, li Botanê tevlî gelek çalakiyan bû û bi rola xwe rabû. Bû milîtanek ku ji aliyê hevrêyan hemûyan ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Sala 2013’an di pêvajoya vekişînê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vê derê tecrûbeya Bakur hem ji bo ji hevrêyên xwe re ragihîne hem jî asta pisporiyê xurt bike, tevlî perwerdeya li akademiya pisporiya leşkerî bû. Piştre jî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde wergirt û di îdeolojiya rizgariya jinê û pîvanên azadiyê de xwe kûr kir. Tevî ku li nava sîstemê qet nexwend, xwe bi pêş ve bir, weke milîtaneke PAJK’ê ya têgihiştî gihîşt asteke girîng. Hevrêya me Yildiz timî xwe ji bo gerîlatiya Bakur amade dikir û dixwest li Botanê vegere. Sala 2016’an derbasî Botanê bû. Vê carê weke germandareiyeke YJA Starê ya leheng û şareza li xaka Botanê li cihê ku lê ji dayik bû û lê dest bi gerîlatiyê kir, vegeriya. Di salên 2016-2017’an de wezîfeyên girîng bi cih anî, di gelek çalakî û karên li herêmê de hevrêya me Yildiz xwedî kedeke girîng bû. Wezîfeya xwe ya pêşengiyê ya di nava jiyanê de bi rengekî hêja bi cih anî. Di Gulana 2017’an de li qada Nuqta Xezalê ya herêma Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de tevî hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû.”
HPG’ê li derbarê gerîlaya şehîd Bêrîvan Arjîn de jî wiha got: “Hevrêya me Bêrîvan weke zaroka malbateke kedar û welatparêz a Botanê li Îzmîrê ji dayik bû. Tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, çand û cewhera xwe ya civakî parast. Dema ku li dibistanên sîstema dewleta Tirk dixwend, li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê berxwedaneke xurt nîşan da. Sala 2006’an kete bin bandora sekna dayikên kurd ên li Kurdistanê bi taybetî jî li Botanê rabûn serhildanê. Hevrêya me Bêrîvan êdî baweriya xwe pê anî ku divê tevlî nava vê têkoşînê bibe û kete nava lêgerînan. Li zanîngehê dema ku li beşa rojnamevaniyê dixwest, lêgerîn û lêkolîna xwe dewam kir û roj bi roj têgihiştî bû. Di sala 2009’an de tevlî nava karên tevgera ciwanên şoreşger bû. Bi wezîfeyê girîng rabû û li Kurdistanê û gelek metropolên Tirkiyeyê kar kir. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Apoyî enerjiya ciwanan bi rêxistin kir û bû wesîle ku gelek ciwan tevlî nava tevgera Apoyî bibin. Tevî ku ji aliyê dewleta tirk ve hate destgîrkirin û zext lê hate kirin jî weke jineke Kurd a leheng a Botanê serî li ber dijmin netewand û hêrsa xwe mezintir kir. Di sala 2013’an de weke milîtaneke tevgera ciwanan a pêşeng li eyaleta Amedê beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Bêrîvan ji bo bibe kadroyeke partiyê ya têgihiştî gihîşt asteke girîng û zû hînî jiyana gerîla û çiyayên Kurdistanê bû. Li Amed, Metîna, Garê û Çarçellayê kar kir. Bi kesayetiya xwe ya zane û kedkar a xurt bû xwedî tecrûbeyên girîng. Li akademiyên pisporiya leşkerî perwerde dît û di branşa sûîqestê de bû pispor. Ji bo tecrûbe û danheviyên xwe li Bakurê Kurdistanê bixe pratîkê, bi israr hewl da. Di encama vê hewldanê de jî sala 2016’an derbasî qada Botanê bû. Li qada Botanê ku bi kêfxweşî xwe gihande, zû tevlî jiyanê û pratîka şer bû. Di pratîka zehmet a salên 2016 û 2017’an de bi roleke girîng rabû. Di Gulana 2017’an de li Nuqteya Xezalê ya herêma Bestayê di şerê dijî artêşa tirk a dagirker de tevî hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû.”
HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd Botan Şirnex de jî ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Botan li herêma Kaşûrayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku ji gundê Elemûnê yê li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ye, her roj didît bê dagirkeran welatê me çawa parçe kirine û bi vî rengî mezin bû. Parçekirina vî welatê me yê mîna bihuştê pê re bû sedem ku nakokî rû bide. Li herêma ku lê dima hem şahidî ji lehengiyên destanî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re kir, hem jî dît ku dewleta Tirk di serî de li Roboskî li ser sînor bi çi rengî Kurdan qetil dike. Hevrêyê me Botan ku ji bo xwendinê çû Şirnexê li vê derê serketî bû. Lê belê fêhm kir ku li dibistanên dewleta Tirk serketin wê azadiyê ji gelê xwe re nîne û tevlî karên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me Botan ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû, ji aliyê dijmin ve hate girtin û salekê li zindanê hate hiştin. Hevrêyê me Botan li zindanê rastiya dijmin baştir nas kir, li ser bingeha îdeolojiya Apoyî xwe perwerde kir û di heman demê de giranî da ser ziman û wêjeya Kurd. Dema li zindanê bû, kîn û hêrsa li dijî dijmin bêhtir têgihiştî kir û sala 2015’an dema ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Hevrêyê me Botan li qada Bestayê tevlî nava refên gerîla bû perwerdeya xwe ya destpêkê ya şervanên nû li vê derê werirt. Ji ber ku hînî jiyana li çiyê bû û li ser bingeha çanda partiyê xwe perwerde kiribû, ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve zor û zehmetî nekişand û zû hînî jiyana gerîla bû. Di bihara sala 2015’an de li Botanê perwerdeya pisporiya leşkerî wergirt û gaveke prosyonel avêt. Hevrêyê me Botan ku dilsozê taktîka sûîqestê û gerîlatiyê bû, bû sekvanekî gelekî jêhatî. Hevalê me Botan yekî pratîkê bû, kedkar û fedakar bû. Hezkirina hevrêtiyê pê re xurt bû, xwedî kesayetekî têgihiştî bû. Di heman demê de bala xwe li ser ziman û dîroka Kurdan bû. Di vê mijarê de xwe perwerde kiribû, şareza kiribû. Li her cihê ku lê dima li ser zimanê Kurdî ders dida. Li çiyayên kurdistanê her kevirê ku pişta xwe dispartê, binê her darekê ku lê rûdinişt kir mîna dibistanekê û hem xwe hem jî hevrêyên xwe perwerde kir. Hem ji ber vê taybetmendiya xwe hem jî ji ber kesayetiya xwe ya têgihiştî hevalên wî navê ‘mamoste’ lê kiribûn. Ji ber taybetmendiyên xwe yên kesayetî, tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û sekna xwe ya leşkerî di nava hevalên xwe de zû hate hezkirin, bû cihê hurmeteke mezin. Hevrêyê me Botan li qada Botanê tevlî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû, li refên herî pêş beşdarî karên herî giran û zehmet bû. Li gelek deverên qada Botanê karên gerîlatiyê bi rengekî serketî kir. Ji tevlîbûna li çalakiyan heta karê bicihbûnê, ji têkiliyên bi gel re heta karên kirînê cihê xwe di gelek karên gerîla de girt. Hevrêyê me Botan ku xwedî karakterekî gelparêz û kesayetekî piralî bû, gelek kar bi rengekî serketî bi cih anî. Herî dawî li qada Gabarê bi heman rêbazê tevlî kar bû, bû hevalek ku hevrêyên wî pê piştrast bûn. Di 31’ê cotmeha 2018’an de tevî hevalê me Kemal Bagok di şerê dijî dijmin de şehîd bû.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev tişt anî ziman: “Her çar fermandarên me li Botanê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya hevrêyên me yên jin tê meşandin wê ji bo her kesî teqez jiyana azad biafirîne. Bi vê baweriyê em soz didin ku bibin şopdarên şehîdên xwe û heta serketinê bênavber têbikoşin.”