Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê şehîdên Kato bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên jin ku di sala 2017'an de li Katoyê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Em ê têkoşîna hevrêyên xwe Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn teqez bi ser bixînin û soza bicihanîna xewn û xeyalên wan didin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên jin ên di sala 2017’an de şehîd bûbûn aşkera kir. HPG’ê di daxyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîn, berxwedan û lehengiya gerîlayên şehîd. Her wiha HPG’ê ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşînê da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Di 19’ê Nîsana 2017’an artêşa tirk a dagirker li herêma Belkê li ser çiyayê Katoyê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de şer qewimî û hevrêyên me Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG’ê nasnameyê gerîlayên şehîd jî wiha aşkera kir: “Roza Hêlîn (Merdiye Adibellî), li Mêrdînê ji dayik bûye, navê dê û bav Gulşe-Mînur, di nîsana 2017’yan de li Kato Jîrka şehîd bûye. Xwînda Kato (Hatîce Aykût), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav Cemîle-Ramazan, di nîsana 2017’yan de li Kato Jîrka şehîd bûye.  Stêrk Efrîn (Hamîde Mûhammed), li Efrînê ji dayik bûye,  navê dê û bav Azîme-Cemal, di nîsana 2017’yan de li Kato Jîrka şehîd bûye.  Zîlan Qerejdax (Zînet Ceylan) li Amedê ji dayik bûye, navê dê û bav Bozê-Fetîh, di nîsana 2017’yan de li Kato Jîrka şehîd bûye.  Arîn Qerejdax (Medîne Tîlkî), li Amedê ji dayik bûye, navê dê û bav Koçer-Hasan, di nîsana 2017’yan de li Kato Jîrka şehîd bûye.”

HPG’ê derbara gerîlaya şehîd Roza Hêlîn de ev agahî parve kir: “Hevrêya me Roza li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û tevlîbûna li nava tevgera azadiyê tê naskirin. Ji ber zext û zordariya dijminê mêtinger malbata hevala me Roza neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike û li Îzmîrê bi cih bû. Hevrêya me Roza li vê derê mezin bû, tevî ku di nava sîstema kapîtalîst de mezin bû ti carî ev çand qebûl nekir, li ber rejîma qirker û asîmîlasyonê rabû. Hem zimanê dayika xwe Kurdî baş hîn bû, pê diaxivî, hem jî dilsoziya xwe ya bi çanda civakî re dewam kir. Piştî ku Dibistana Navîn qedand weke karkerekê xebitî, ked nas kir û bû jinek ku li ser lingên xwe sekinî. Hevrêya me Roza ji aliyekî ve jî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe û êşên gel di dilê xwe de hîs dikir, li aliyê din jî jiyana bindestan, kedkar û karkeran nas kir. Hem ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurdistanê hem jî ji bo rizgariya gelên bindest û kedkaran a bi sosyalîzmê biryar da tevlî nava refên tevgera Apoyî bibe. Hevrêya me Roza sala 2006’an beşdarî nava refên gerîla bû û li Xakurkê dest bi pratîka gerîla kir. Li vê derê gerîlatî, hevrêtî û rêbazê jiyanê yê PKK’ê hîn bû û zû xiste pratîkê. Piştî ku sê salan pratîk meşand derbasî qada Metînayê bû, piştre jî li Xinêre û Garê karê şoreşgerî kir. Sala 2011’an li Akademiya Zeynep Kinaci perwerde dît, di pîvanên PAJK’ê de xwe kûr kir û weke fermandareke şareza ya YJA Starê derbasî Heftanînê bû. Weke ku tê zanîn salên 2011 û 2012’an pêvajoyeke welê bû ku şerê me yê gel ê şoreşgerî gihîşte asta herî bilind û tevgera me li dijî dewleta Tirk pêngav li ser pêngavê dimeşand. Hevrêya me Roza jî weke fermandareke wêrek û milîtaneke Apoyî ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibe sala 2012’an derbasî eyaleta Wanê bû. Di çalakiyên Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku bi fermandariya fermandarê me yê nemir hevrê Mehmed Goyî de li Wanê gihîşt asteke bilind, bi rengekî çalak tevlî bû. Heta sala 2016’an li eyaleta Wanê li gelek qadan di astên cuda wezîfe kir û berpirsyariyên xwe jî bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêya me Roza ku di gerîlatiya Bakur de gelek tecrûbe bi dest xist, sala 2016’an derbasî herêma Katoyê bû. Di bihara 2017’an de di operasyona dagirkeriyê de li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû.”

Derbarê gerîlaya şehîd Xwînda Kato de HPG’ê ev agahî da: “Hevrêya me Xwînda Kato li navçeya welatparêz a Botanê li Elkê 15’ê Tebaxê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê û eşîra Elkî, hevrêya me Xwînda tevgera azadiyê zû nas kir, bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Ji ber ku di rojeke Pêngava me ya 15’ê Tebaxê ji dayik bû, ev yek ji bo hevrêya me bû çavkaniya moralê û her rojbûna xwe bi cejna vejînê pîroz kir. Ji ber ku malbata wê koçer bû û li cografya Kurdistanê digeriya, kir ku ew jî gelek herêman nas bike û ji bedewiya welatê xwe hez bike. Hevrêya me Xwînda zilma dijminê mêtinger qirker a li ser gelê me yê li Botanê û tevahiya Kurdistanê dît, zexta dijmin hîs kir û bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber ku li quntara çiyayê Katoyê mezin bû, têkoşîna destanî ay gerîlayêna zadiyê nas kir û ji ber vê yekê jî bû heyranê gerîla. Her wiha ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li tevgera azadiyê bû, hevrêya me Xwînda têkiliyeke hestewarî ya xurt bik gerîla re danî. Di pêvajoyekê de ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê pêngav li pey hev dikirin, hevrêya me Xwînda kete bin bandora operasyona şoreşgerî ya li Elkê û sala 2011’an li Katoyê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Xwînda ku li Katoyê gav avêt nava gerîla, piştre li Garê û Metînayê kar kir. Herî zêde hevrêtî û manewiyata jiayna PKK’ê bandor lê kir. Ji bo xwe weke jinûve bûyînê dît ku ji jiyana madiyatê ya sîstema modernîteya kapîtalîst derbasî nava manewiyata mezin a nava PKK’ê bû. Li nava refên gerîla xwe roj bi roj perwerde kir, ji nû ve afirand, di pîvanên azadiyê de gihîşt asteke girîng û di hunera leşkerî de jî xwe perwerde kir. Ji bo di leşkeriyê de bibe pispor di branşa sekvaniyê de perwerde wergirt û şareza bû. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê berê xwe da başûrê Kurdistanê û êrişî Mexmûr û Kerkûkê kir, rahişt çeka xwe û bû yek ji wan lehengên Apoyî ku pêşî li faşîzma DAÎŞ’ê girt. Nêzî sê salan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û bû yek ji gerîlayên ku faşîzma paşverû têk bir. Hevrêya me Xwînda weke milîtaneke Apoyî wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî û gihîşt wê rûmetê ku gelê xwe parast. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî pêk anî vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe israr kir. Di encama vê israrê de jî sala 2016’an weke fermandareke YJA Starê ya bi heybet berê xwe da xaka Botanê ku lê ji dayik bûbû. Bi hêrsa mezin a li dijî dijmin kete nava hewldanan ku zû tevlî pratîkê bibe û tola dehan salan ji dijmin hilîne. Li ser vê bingehê kedeke mezin da û bi bandor tevlî nava jiyanê û çalakiyan bû. Li herêma Katoyê di pevajoya operasyonê de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû.”

HPG’ê derbarê jiyan û serpêhatiyên gerîlaya şehîd Stêrk Efrîn de jî wiha got: “Hevrêya me Stêrk li yek ji bihuştên welatê me Kurdistanê li nehiya Bilbilê ya Efrînê ji dayik bû. Efrîn a ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe tê naskirin, her wiha bi lehengên xwe yên hêja ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye navdar e, ji ber vê taybetmendiya xwe bû hedefa dagirkeran. Dagirkeran di şexsê Efrînê de xwestin Şoreşa Azadiyê ay Rojava têk bibin û bi vê armancê Efrîn dagir kirin. Lê belê ne xelkê Efrînê yê welatparêz, ne jî lehengên Efrînê ti carî li ber van polîtîkayên qirêj serî netewandin, wê netewînin. Efrîn wê teqez bê rzigarkirin û ji nû ve bibe warê welatparêziya rasteqîn. Hevrêya me Stêrk ku li warekî bi vî rengî yê welatparêz ji dayik bû, dema ku xwe nas kir, di heman demê de gelê xwe, têkoşîna azadiyê û tevgera Apoyî jî nas kir. Weke zarokeke têkoşînê mezin bû û tevî ku qet neçû dibistanê jî bi rengekî herî têgihiştî azadî û têkoşîna azadiyê pejirand. Di sala 2012’an de ku pêngava me ya şerê gel ê şoreşgerî gihîşt asta herî bilind, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû, ji bo xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne. Ji bo Mêtingeriyê ji welatê xwe Kurdistanê biqewirîne dest bi têkoşînê kir. Hevrêya me Stêrk li herêma Metînayê dest bi gerîlayê kir û dersên jiyanê yên bingehîn û hunera leşkeriyê ji vir hîn bû. Dema ku xwe gihand çiyê, têkiliya hevrêtiyê ya rasteqîn a li nava PKK’ê bandoreke xurt lê kir, hestên wê yên herî esîl û bedew geş bûn. Ji xwe re kir esas ku hevrêtiya rasteqîn di ser hemû têkiliyên civakî re ye, mirovan timî bedew dike û berê mirovan dide rastiyê. Hevrêya me Stêrk PKK’ê û hevrêtiya PKK’ê weke nirxê herî pîroz pênase kir. Li ser bingeha hevrêtiya Rêber Apo ji xwe re kir armanca herî bingehîn ku li ser şopa Egîd û Zîlanan bimeşe. Li ser bingeha vê armancê hewldaneke mezin da, di sekna jinê ya azad û milîtaniya jin a serketî de xwe bi pêş ve bir. Wezîfeyên jê re dihate dayin, bêyî ku cudahiyê bixe navbera wan hewl da bi rengê herî baş bike û pîvana serketinê ji xwe re kir bingeh. Sala 2015’an li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû, di mijarên gerîlatiya jin a azad, fermandariya jin a azad û hunera leşkeriyê de xwe bi pêş ve bir. Li dijî mêtingeriyê xwedî hêrseke mezin bû û ji xwe re kiribû armanca bingehîn ku Rêber Apo divê tavilê bi rengekî fîzîkî azad bibe. Bi vê armancê sala 2016’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ji bo hilanîna tola gelê me yê bi hovane hate qetilkirin derbasî Botanê bû. Li herêma Katoyê dest bi pratîka Bakur kir û zû hînî gerîlatiya serdemê bû. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi rûkeniya xwe û sekna xwe ya wêrekî di nava hevrêyên xwe de li pêş bû. Hevrêya me Stêrk weke milîtaneke YJA Starê gelekî zû di bihara 2017’an de li çiyayê Katoyê di şerê dijî dagirkeran de şehîd bû. Bi Rêbertiyê Azad, bi Efrîn a Azad û bi Kurdistana Azad wê teqez xwedî li bîranîn û têkoşîna hevrêya me Stêrk bê derketin.”

HPG’ê derbarê gerîlaya jin Zîlan Qerejdax de jî ev agahî parve kir: “Hevrêya me Zîlan li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bû. Li quntara Qerejdaxê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Rewşa heyî ya civakî rê neda ku bixwîne. Qirêjiya sıstema modernîteya kapîtalîst nekarî xwe bigihîne cewhera jinê ya pak a hevrêya me Zîlan. Hevrêya me Zîlan rol û mîsyona ku rastiay civakî li jinê ferz dikir qebûl nekir û ji ber rêbaza jiyanê ya li jinan dihate ferzkirin kete nava nakokiyan. Hevrê Zîlan di wijdana xwe de qebûl nedikir; çawa ku jin ku navê jiyanê ye û jiyanê bedew dike li nava civakê tune tê hesibandin, di statuya herî paşdemayî de tê hiştin û qîmet jê re nayê dayin. Nakokiyên ku gelek jin qebûl nakin û nikarin qebûl bikin, ji bo hevrêya me Zîlan bû lêgerîn û îtirazê. Fêhm kir ku lêgerîna li jiyanaa zad, xwebûn û bedewbûna bi rengê xwe dikare li çiyayên Kurdistanê li nava têkoşîna PKK’ê bi ser bixîne. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê sala 2014’an êriş bir ser Şengalê û hewl da gelê me yê Êzidî qir bike, revandin û firotina jinên Kurd ên Êzidî mîna koleyan, di dilê hevrêya me Zîlan de bû mîna tofanê. Bi têgihiştina; ne jinên Kurd ne jî ti jinên li cîhanê nabe ku bikeve vê rewşê, dest bi têkoşîna çalak kir. Êdî kesî nekarî wê bisekinîne. Bi hevrêya xwe Arîn ku keça xaltîka wê ye, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Li eyaleta Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû, ji wir jî derbasî herêma Bestayê bûn. Fêhm kirin ku hilanîna tolê ji paşverûtiyê, ji mejiyê serwer ê mêr, ji mêtingeran, ji faşîzma DAÎŞ’ê, afirandina jiyaneke azad bi rengê jinê bi têkoşîna gerîla û pêkanîna îdeolojiya Apoyî dibe. Vê rastiyê kir ku hevrêya me Zîlan hîn bêhtir bi îdeolojiya Apoyî, gerîla û jiayna PKK’ê re bê girêdan û kûr bibe. Xwendin û nivîsandina xwe nebe jî di nava refên PKK’ê de xwe zû perwerde kir. Bi perwerdekirin û pêşvebirina xwe, tol ji kevneşopiya paşverû ya civakê hilanî. Piştî ku demekê li herêma Bestayê ma, derbasî herêma Elkê bû. Hem bi kedkarî hem jî jêhatîbûna xwe tevlî nava kar bû. Her roj xwe bi pêş ve bir û di milîtaniya Apoyî de xwe şareza kir. Bi taybetî li kampên zivistanê yên jinê yênx weser hemzayenda xwe ji nêz ve nas kir, hişmendiya jinê bi pêş ve bir, xeta PAJK’ê û dîroka jinê ya azad hîn bû. Hevrêya me Zîlan li herêma Katoyê rengê xwe eşkere kir, bû xwebûn û xurt bû, weke milîtaneke jin a Apoyî di nava hevrêyên xwe de hate hezkirin. Bû mînaka şênber a wê yekê ku îdeolojiya Apoyî mirovekê çawa xurt dike, taybetmendiyên wê yên esîl radixe pêş çavan û jinê bilind dike. Di bihara 2017’an de ji bo rê nede dagirkeran di pêvajoya operasyonê de hevrêya me Zîlan bi lehengî têkoşiya û tevlî şehîdên nemir ên gelê Kurdistanê bû.”

Derbarê gerîlaya şehîd Arîn Qerejdax de jî HPG’ê ev tişt ragihand: “Hevrêya me Arîn ku keça xaltîka hevrêya me Zîlan bû, li nava heman malbatê û derdorê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku hevrêyên me Arîn û Zîlan hemtemen bûn, bi heman hestê mezin bûn, li heman paşverûtiyên civakî rast hatin û ji ber rewşa nava civakê ya li hemberî jinê bûn xwedî heman nakokiyan. Hevrêya me Arîn li nava zeviyan xebitî, têkiliya jinê ya bi kedê re, bi xakê re ji nêz ve nas kir. Di heman demê de dît ku jin a bi kedê jiyanê diafirîne û hîmê bingehîn ê jiyanê ye çawa ji nedîtî ve tên. Ev nakokiyên civakî mîna aşûtekê di dilê wê de mezin bû, ji bo raperîna jinê biqîre hewl da derfet û firsendekê bibîne. Daxwaz û lêgerîna xwe ya li azadiyê bi hevrêya xwe Zîlan re parve kir û biryar dan tevlî nava refên gerîla bibin. Dest dan hev û ber bi azadiyê ve bi rê ketin, tevlî nava refên gerîla bûn. Hem hêz ji hev wergirtin, hem jî di nava PKK’ê de xwe ji nû ve afirandin. Yekê navê fermandara me ya fedaî xwedawend Zîlan (Zeynep Kinaci) li xwe kir, yekê jî navê hevrê Arîn Mîrkan hilanî ku ew jî mîna Zîlan li Kobanê tevgeriya. Li ser xeta fedaîtiyê û xwedawendiyê, milîtanî ji xwe re kirin esas û dest bi meşa şoreşê kirin. Li hemberî her cûre paşverûtiya kevneşop a civakî û mejiyê serweriya mêr, bi jiyana bilindahiya PKK’ê û afirandina bedewiya herî esîl di kesayetiya xwe de bersiv dan. Hevrêyên me Arîn û Zîlan ku bi hev re mezin bûn, heman êş kişandin, bi hev re ketin nava lêgerînê, bi hev re tevlî nava refên gerîla bû û li Katoyê bi hev re kar kirin, li heman kampan man, di heman operasyonê de bi hev re şehîd bûn. Hevrêyên me Arîn û Zîlan ji bo tevahiya jinan bi taybetî jî xelkê me yê Qerejdaxê bûn mînak, ji bo me hevrêyên xwe jî wê timî mînak bin. Têkoşîna wan ji bo jinên Kurd ên li heman paşverûtiyê rast tên, di nava heman nakokiyan de ne û di nava heman lêgerînan de ne, banga ji bo tevlîbûna li nava refên PKK’ê ye. Tola xwe ya ji mejiyê serweriya mêr û dewletên ku şênberiya xedar a vî mejî ye, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê, bi afirandina nirxên herî bedew û esîl ên jinê, wê hilînin.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Hevrêyên me Roza, Xwînda, Stêrk, Zîlan û Arîn her yek ji wan lehengên esîl, wêrek, bedew bûn. Em soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin û bi xewn û xeyalên wan re dilsoz bin. Di serî de malbatên wan ên hêja yên welatparêz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar