Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...
Çarşamba - 25 Aralık 2024

Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

HPG’ê şehîdên Metînayê Hogir û Ronî bi bîr anî

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd bûne ragihand û got, "Em soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe Hogir û Ronî heta dawî di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên li Metîna şehîd bûne ev agahî parve kir: “Hevrêyên me Hogir û Ronî di 22’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Metîna di encama êrîşeke dijmin de şehîd bûn. Em soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe Hogir û Ronî yên ku ji bo paşeroja azad a gelê me hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî bi cih anîn, di jiyanê de her tim zindî bigirin.”

Ewladê leheng û serhildêr ê Licê milîtanê Apoyî yê hêja hevrêyê me Hogir, bi germbûna dilê xwe derbasî çiyayên Kurdistanê bû, bi jiyana PKK’ê ve hat girêdan û tevlîbûneke fedaiyane raber kir. Hevrêyê me yê ku di wê ferqê de bû azadî bê berdêl nabe û di nava rastiya civakî de şahidî ji kiryarên dijmirovahiyê yên dijmin re kir, refên gerîla weke qadên azadiyê pênase kir û ji bo ku ev azadî belavî her derî bibe û bê parastin bi awayekî fedaî şer kir. Hevrêyê me weke milîtanekî azadiyê yê gelê me, li kur pêwîstî çêbûye, weke wezîfeyeke şoreşgerî û exlaqî dîtiye û pêkaniye. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me li gelek herêmên Kurdistanê bû xwedî şansê têkoşînê û li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me bersiv da. Bi fedekarî, sadebûn û durustiya xwe ya di hemû xebatên ku di nav de cih girt, di dilê hevrêyên xwe de şopên nayên jibîrkirin hişt û bi sekna xwe bû milîtanekî mînak ê Apoyî.

Hevrêyê me Ronî ji bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê ku yek ji navendên girîng ên berxwedan û welatparêziyê ye, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me weke ciwanekî ku bi nirxên xwe yên neteweyî ve girêdayî bû, di wê baweriyê de bû ku azadiya gelê me ancex bi PKK’ê re pêkan e. Hevrêyê me bi hişmendiya ku felsefeya Rêber Apo hemû pirsgirêkên gel û baweriyên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi rêya şoreşgerî û mirovî çareser dike tevlî refên têkoşînê bû, bi tevlîbûna xwe, israra xwe ya di têkoşînê de û biryardariya xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Ronî ku di têkoşîna me ya azadiyê de bi rengekî herî sade û herî rast ruhê şoreşê yê Rojhilatê Kurdistanê jiya, bi tevlîbûna xwe ya durust, cewherî û fedekariya xwe re bû yek ji mînakên herî hêja yên milîtaniya Apoyî.

Hevrêyên me Hogir û Ronî bi nirxên ku tevkarî li têkoşîna azadiyê ya gelê me kirine navê xwe li dîroka me ya azadiyê nivîsandine. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyê me Hogir û Ronî û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Di şexsê hevrêyên xwe yên hêja de bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe yên azadiyê ditewînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Hogir Amed
Nav û paşnav: Savaş Bîlgî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-bav: Maîle- Fahrî
Dem û cihê şehadetê: 22 Tebax 2024/ Metîna
Nasnav: Ronî Ciwanro
Nav û paşnav: Diyako Maminî
Cihê jidayikbûnê: Ciwanro
Dayik-bav: Fatma- Muhammed
Dem û cihê şehadetê: 22 Tebax 2024/ Metîna

 

Şehîd Hogir Amed

Li Licê ku partiya me PKK’ê hat damezrandin, gelê me yê welatparêz û berxwedêr her tim pêşengiya têkoşînê kiriye. Licê îro jî li dijî hemû êrîşên qirker û faşîst, girêdayîna xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya ku wan bi kedên mezin afirandine, berdewam dike Gelê me yê Licê yê hêja û berxwedêr, bi sekna xwe û helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên dijmin bûye sembola herî girîng a Kurdbûnê.

Hevrêyê me Hogir di nava malbateke welatparêz de ku bi çanda serhildan û berxwedanê re teşe girtiye, jidayik bû û bêguman bi vê kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me ku bi çand û exlaqa kevnar a Kurd di nava malbatê de mezin bû, bi jiyan û pratîka xwe re nîşan da ku ewladê herî baş ê gelê me û malbata xwe ye. Weke her zarokekî Kurd ê li Kurdistanê dijî, hevrêyê me Hogir jî ku rastiya dijmin di jiyana xwe de nas kir û ji bîranîn û çîrokên ku ji mezinên xwe guhdarî kiriye rastiya dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê me derxist zanabûnê. Hevrêyê me Hogir bi taybetî dema hayê wî ji kiryarên dijmin ên di destpêka salên 1990’î de ku bi dehan gund şewitandin û li dijî gelê me komkujiyên dijmiroahî pêk anî bû, hêrsa hevrêyê me Hogir li hember dijmin zêde bû û hem jî xwesteka wî ya tolhildanê xurtir bû. Hevrêyê me bi çîrokên li ser gerîlayên ku bi fedekarî li dijî rastiya dijmin şer dikin bandor bû û bû wesîle ku girêdana wî li hemberî têkoşînê pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku weke her ciwanê Kurd ê birûmet ji ciwantiya xwe heta niha li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me pêk tê di nava têkoşînê de cih girt, li ser vê bingehê kete nava lêgerînan. Hevrêyê me Hogir ji sekna gerîla ya bi awayekî fedaî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li kêleka xwe bandor bû û gihîşt wê encamê ku têkoşîna azadiyê ya gelê me ancex bi gerîlatiyê dikare pêk were.Li ser vê bingehê hevrêyê me xizmên xwe yên nêz tevlî refên gerîla bibûn mînak girt û di sala 2013’yan de ji Amedê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Hogir piştî demeke kurt li herêma Amedê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Tevî ku di dema xwe ya li Amedê de hînê pîvanên gerîlatiyê bû jî, bi perwerdeya şervanên nû re di aliyê gerîlatî û jiyana partiyê de bingehek saxlem bi dest xist. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdê de bi tecrûbeyên xwe alîkariya hevalên xwe yên nû kir û xwe ji her alî û kêliya jiyanê berpirsyar didît. Hevrêyê me Hogir ku bi saya tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar di demeke kin de hemû hûrgiliyên gerîlatiyê bi dest xist, bi tevlîbûna xwe ya rast û aktîf bawerî da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdehiya xwe bi serketî derbasî xebatên pratîkî bû, bi kesayeta xwe ya kedkar di her xebatên ku di nav de cih digirt de, derdiket pêş.

Di sala 2014’an de dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me dijwar bûn, hevrêyê me Hogir ku bê teredût li cem gelê me cih girt, di berxwedana ku li gelek eniyan li dijî çeteyan hat pêşxistin de cih girt. Her çend di pêvajoya vê têkoşîna dîrokî de carekê birîndar bû jî, ji sekn û biryardariya xwe ya têkoşînê kêliyekê jî tawîz neda û têkoşîna xwe bi rengekî hê xurt dewam kir. Hevrêyê me Hogir ku yek ji wan milîtanan e tevkarî li têk çûna çeteyan kir, piştî ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî qedand, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me ku li vê derê li gelek qadan têkoşiya, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk her tim xwest li eniyên pêş be. Hevrêyê me ku bi israr û kesayetiya xwe ya îdîa moral da hevrêyên xwe, ev îdîa her tim bi pratîka xwe îsbat kir.

Hevrêyê me Hogir di pêvajoyeke ku dewleta Tirk bi bikaranîna teknîkê re xwest li hemberî gerîlayên azadiyê encamê werbigire de, di wê baweriyê de bû ku divê gerîla jî di taktîkên serdema nû de pispor be û li ser vê bingehê tevlî perwerdeya taktîk û teknîkê ya leşkerî bû. Hevrêyê me yê ku dixwest bi perwerdehiya ku dîtiye re bersivê bide êrîşên dijmin, di vê wateyê de lêhûrbûneke kûr jiya. Hevrêyê me yê ku dizanîbû divê di felsefeya Apoyî de xwe kûr bike, gihişt wê encamê ku gerîlatiya serketî bi kesayetek mîna Apo’yî ku çalakî û fikrê wî yek be, pêkan e. Di vê wateyê de hevrêyê me bû xwedî şêwayek hem lêhûrbe û hem jî bide lêhûrandin, bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Dewleta Tirk ji sala 2021’an û vir ve ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû derfeta xwe seferber kiriye û êrîş dike. Hevrêyê me Hogir di vê pêvajoyê de şahidî ji berxwedana dîrokî yên li çeperên berxwedanê re kir, bi wêrekî, fedakarî û jêhatîbûna xwe ya di taktîka gerîla de, serketinên girîng bi dest xist û rol lîst. Hevrêyê me ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi gelek hevrêyên xwe yên giranbuha re li ber xwe da, ji bo tola her hevrêyek xwe yê şehîd rake û layiqî têkoşîna wan be, kedeke mezin raber kir. Li ser vê bingehê, hevrêyê me bê teredût û bi awayekî fedaiyane tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me yek ji hevrêyên ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li ser qada Metînayê ewil bersiv daye û li ber xwe daye.

Hevrêyê me Hogir yek ji hevrêyên ku li dijî êrîşên dijmin ên dagirkirina qada Metîna berxwedana xwe mezin kir û rê neda dagirkeriyê. Hevrêyê me bi jiyana xwe, bi şerê xwe, bi sadebûn û duristiya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, karî di şexsê xwe de temsîla hemû taybetmendiyên milîtaniya Apoyî bike. Hevrêyê me Hogir ê ku di 22’yê Tebaxa 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi şehadetbûna xwe re cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt. Ew ê her tim pêşengiya me bike.

Şehîd Ronî Ciwanro

Li Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî kevneşopiya welatparêziyeke dêrîn e, ruhê şoreşger û lêgerina jiyana azad pêş dikeve û ev yek roj bi roj sinorên ku dagirker dixwazin di mejiyê gelême de ava bikin, perçe dikin û jiyana koletiyê tê serûbinkirin. Gelê me yê Rojhilatê ku bi taybetî jî piştî naskirina felsefeya Rêber Apo hêviyên xwe yên azadiyê nû dike, bi dolsoziya xwe ya ji bo azadiya xwe ji hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn re bûye mînak. Gelê me ji Şahoyê heya Sineyê, ji Kirmaşanê heya Mûkiryanê û heya Dambatê her çar aliyên Rojhilatê ji heft saliyan heya heftê saliyan rabûne ser piyan û li hemberî êrîşên qirkirinê berê xwe dane qadan û israra xwe ya di azadiyê de berz kiriye. Bi saya berxwedanên dîrokî gelek ciwanên Kurd têkoşîna me nas kirye û berê xwe dane mekanên berxwedanê çiyayan.

Hevrêyê me Ronî yê ku li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye, tevî hemû zextên dagirkeran jî ji aliyê malbata xwe ve bi çanda Kurdayetiyê hatiye mezinkirin. Bi saya vê yekê hê di zarokatiya xwe de hişmendiya welatparêziyê bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku di nava malbateke de xwedî bawerî û çanda Yarsan de mezin bûye hê di zarokatiya xwe de bi felsefeya rastî, wekhevî, dirûst û jiyana azad mezin dibe, di hemû jiyana xwe de girêdayî van nirxan ma.Hevrêyê me Ronî yê ku hem ji ber Kurdbûna xwe û hem jî ji ber baweriya Yarsantiyê zêdetir bi zext û êşkenceyên dagirkeran re rû bi rû dimîne, di dilê xwe de li hemberî rejîma qirkeriyê hêrseke mezin ava dike. Hevrêyê me yê ku di ciwantiya xwe de felsefeya Rêber Apo, têkoşîna partiya me PKK’ê ya li çar perçeyên Kurdistanê nas dike, bi taybet felsefeya jiyana azad ya Rêbertiya me bandoreke mezin lê dike. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de ye ku ol û çanda Yarsaniyê bi felsefeya Rêbertî watedartir dibe, gihîşt wê baweriyê ku jiyana azad ya ku xeyala wê dikir bes bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire, pêkan e. Hevrêyê me girêdayî van yekan weke ciwanekî Kurd di wê baweriyê de bû ku diviya wî jî di nava vê têkoşîna jiyana azad de cihê bigirta, dizanibû ku ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêkan e. Girêdayî van yekan çend caran dixwaze tevlî nava refên gerîlayan bibe lê belê ji ber hin sedeman nagihîje vê armanca xwe. Lê belê bi saya israr û sekna xwe ya di têkoşînê de dawiyê armanca xwe pêk tîne û li Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlyan dibe.

Hevrêyê me Ronî yê ku tevî biyaniyê jiyana çiyayan e jî bi bawerî û biryardariyeke mezin berê xwe têkoşînê, bi îrade û sebreke mezin karî hemû astengiyên fîzîkî derbas bike. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên digire hemû detayên jiyana çiya û gerîlayan hîn dibe, di demeke kurt de di terzê gerîlayan de xwe pêş xist. Hevrêyê me yê ku di nirxandineke xwe de tîne ziman ku têkiliyên hevrêtiyê yên kûr û terzê jiyana komunal bandoreke mezin li wî kirine, ji bo ku bibe perçeyekî vê jiyanê bi azweriyeke mezin têkoşiya û kedeke mezin nîşan da. Hevrêyê me Ronî yê ku di wê baweriyê de bû ku di vê pêvajoya em tê re derbas dibin û di vê pêvajoya dîrokî ya ku gelê me bi talûkeya qirkirinê te rû bi rû ye de diviya weke gerîlayekî azadiyê hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, girêdayî vê yekê têvlîbûneke bêdudilî pêk anî. Hevrêyê me yê ku bi taybetî jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me û Tevgera me dixwaze derbasî qadên lê têkoşîna herş mezin tê dayîn, bi saya sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de, îdîa û asta biryardariya xwe baweriyeke mezin da hevrêyên xwe. Girêdayî van yekan pêşniyara hevrêyê me tê qebûlkirin û destpêkê ji bo ku xwe di terz û taktîkên şerê gerîlayan ê serdema nû de pêş bixe tevlî perwerdeyên pisporiyê dibe. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya çalak û fedaiyane ji hevrêyên xwe re dibe mînak, ji bilî tecrûbeyên di warê leşkerî de di felsefeya Rêber Apo de jî xwe kûr dike.

Hevrêyê me Ronî yê ku piştî pêvajoya perwerdeyan dawiyê derbasî yek ji qadên şer herêma Metînayê ya ku xeyala wê dikir, dibe û derfeta hesabpirsîna ji dijmin bi dest dixe, bi awayekî aktîf tevlî berxwedana li vir dibe. Hevrêyê me dizanîbû ku dijmin bi êrîşên xwe di şexsê Tevgera me de gelê me tune bike û bi têkbirina êrîşên dijmin jî wê azadiya gelê me pêk were. Hevrêyê me yê ku bi vê hişmendiyê di hemû mewziyên şer de tevlîbûneke astbilind nîşan dide, bi moral, cesaret û sekna xwe ya mutewazî ji hemû hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêzê. Hevrêyê me yê ku di hemû kêliyên jiyana xwe dixwaze ji kedên Rêber Apo yên bêhempa û ji bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ên ku di têkoşîna azadiya gelê me de bi lehengî şer kirine re layiq bibe, kûrbûnên xwe di nava têkoşîna xwe de jînîşan dide û di mezinkirina têkoşîna li herêma Metînayê de roleke mezin dilîze. Hevrêyê me Ronî yê ku dixwaze li hemberî êrîşên dijmin yên di demsala havînê de bibe yek ji bersiva yekem, bêyî dudulî bi cesareteke mezin bi ser dijmin de dimeşe. Hevrêyê me yê ku di 22’yê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi tevlîbûna xwe dibe milîtanekî Apoyî yê serkeftî. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Ronî û sekna wî ya li hember dijmin weke alekê bisepînin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar