HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûne eşkere kir û got “Em ê alaya berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ser bikevin.”
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:
“Di 1’ê îlona 2017’an de artêşa tirk a dagirker êrîşî Dola Kula ya qada Çemçe ya Qersê kiribû. Di vê êrîşê de hevalên me Mazlûm, Bawer, Cemîl û Andok şehîd bûne. Me hê nû nasnameya hevalên xwe yên şehîd aşkera kir. Em ê alaya berxwedanê ya ku şehîdên me teslîmî me kirine, bilindtir bikin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ser bikevin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Mazlûm Ararat
Nav û paşnav: Firat Sevînç
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Navê dê û bav: Kemaliye-Şukru
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed
Nasnav: Bawer Tendurek
Nav û paşnav: Îdrîs Guzel
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Nûran -Seyat
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed
Nasnav: Cemîl Karayazi
Nav û paşnav: Yûnûs Kamiş
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dê û bav: Hanim – Ferîdûn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed
Nasnav: Andok Êriş
Nav û paşnav: Goksel Tîryakî
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav:
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2017’an/Serhed