Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG’ê şehşd Bujş Amed bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîla Hebûn Kardaş bi nasnav (Bijî Amed) di sala 2020'an de li Amedê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Hevrêyê me Bijî xwe ji fedakariyê neda alî, bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“14’ê Nîsana 2020’î li qada Licê ya Amedê, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şreekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyê me Bijî Amed ê ku bi fedaîtî şer kir, şehîd bû.

Hevrêyê me Bijî bi hezkirina ji gel û dilxwaziya azadiyê tevlî nava refên gerîla bû, derfet dît ku bi fermandarên hêja yên mîna Azad Sîser, Çeko Amed, Azad Farqîn, Gulnaz Ege û Berçem Cîlo re li heman refî têbikoşe, bi tecrûbeyên ji van fermandarên me wergirtî bêyî teredût tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Bijî her tim tevlîbûneke bi rêbaza fedaîtiyê ji xwe re kir esas û ji bo vê jî xwe ji fedakariyê neda alî. bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Di serî de malbata welatparêz û hêja ya hevrêyê me Bijî bila serê xelkê Amedê û gelê me yê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Bijî Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Bijî Amed
Nav paşnav: Hebûn Kardaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Tacettîn
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Nîsana 2020 / Amed

Xelkê me yê Amedê ku li hemberî neheqî, zilm, êşkence û mêtingeriyê ti carî serî netewand û timî serî hilda, bi vê sekna xwe bû navenda têkoşîna azadiyê. Xelkê me yê Amedê yê hêja ji ber vê sekna xwe ya pîroz ji dîrokê heta roja me ya îro her tim bû hedefa dagirkeran, gelek caran komkujî lê hate kirin, lê ji nirxên xwe ti carî tawîz neda û têkoşîna xwe dewam kir. Xelkê me yê Amedê nasnameya xwe ya têkoşer gihand nifşên nû û çandeke berxwedanê afirand. Hîn jî pêşengiyê ji têkoşîna me ya azadiyê re dike. Dewleta Tirk a mêtinger tevî ku hewl dide bi lîstikên şerê taybet gelê me ji têkoşînê qut bike jî, gelê me yê ku tehma azadiyê kiriye bi dayina berdêlên mezin biryardariya xwe ya li ser têkoşînê dewam dike. Bi şerê fedaîtî û fedakarî yên bi hezaran ewladên xwe yên leheng, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ve bir, mezin kir. Lewma bi van ewladên xwe yên leheng çiqasî serbilind be, hêja ye.

Hevrêyê me Bijî ku yek ji ewladên leheng ên Amedê ye, li nava malbateke ji vê kevneşopiya gel a têkoşer, welatparêz û cihê hurmetê ji dayik bû. Çand, exlaq, nirxên civakî û hişmendiya welatparêziyê ji malbata xwe wergirt. Ji ber vê yekê hîn di temenê biçûkaniyê de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me Bijî bi hewa şoreşgerî ya kolanên Amedê û di nava têkoşînê de xwe nas kir. Bi ciwantiya xwe re tevlî nav karên ciwanan ên welatparêz bû. Hevrêyê me, sekna radîkal a ciwantiya Kurdistanê di kesayetiya xwe de temsîl kir û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin her tim hişyar bû. Li dijî kiryarên dijmin ên ji bo dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê, her tim hişyarî da ciwanan, ew zane kir û kir ku tevlî nava têkoşînê bibin. Lewma li derdora xwe bû ciwanekî pêşeng. Ji bo hişmendiya xweparastinê di nava gelê me de xurt bibe, hevrêyê me Bijî hewl da û di cih û dema xwe de li hemberî êrîşên dijmin bi erk û berpirsyarî rabû. Êrîşên giran û qirkirina ku dijmin li ser gelê me ferz dikir, bû sedem ku hevrêyê me Bijî bigihêje wê baweriyê ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêyê me têgihişt ku ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe, lewma sala 2015’an di roja Newrozê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me roja Newrozê bi gihîştina refên gerîla, berê têkoşîna xwe diyar kir. Hevrêyê me Bijî, li qada Amedê ku lê çê bûye, gihîşt gerîla. Perwerdehiya xwe ya pêşîn li ber destên fermandarên nemir ên Amedê Azad Sîser, Eylul Amed û Evîn Amed dît. Hevrê Bijî siûd ji tecrûbeya bi dehan salan a van fermandarên me yên hêja wergirt û zû bi zû bû gerîlayekê şareza. Pêvajoya dewleta Tirk a dagirker amadehiya êrîşeke dijwar dikir ku vîna gelê me bişikîne, gihîştina refên gerîla kir ku xwe di warê leşkerî de bêhtir bi pêş ve bibe. Hîmên sereke yên gerîlatiyê û awayên pêkanînê li gor şertên welatê me, ji bi dehan hevrêyên xwe yên bi tecrûbe yên li Bakurê Kurdistanê hîn bû. Ji bo bibe hevrêyekê baş ê Rêbertiyê û mîlîtanekê pêşeng, ji xwe re kir esas ku xwe di felsefe û îdeolojiya Rêbertiyê de bi pêş ve bibe. Pîvanên kesayetiya Apoyî li xwe qebûl kirin û xweş bi pêş ve çû. Dijmin ku ji meha Tîrmehê ya sala 2015’an ve li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê dest bi êrîşên bi armanca qirkirina gelê me kir, hêrsa hevrêyê me Bijî rabû. Ji wê boneyê her diket hewila lidarxistina çalakiyan. Hêj nû gihîştibû gerîla lê bi jêhatîbûn û daxwaza xwebipêşvebirinê karî vê di jiyana xwe de jî bide der. Ji ber van taybetiyên xwe hevrêyên wî yên têkoşînê hez û hurmet jê re dikir. Di serî de Sûr, li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û gelek derên din gelê me û şervanên azadiyê ku jê re pêşengtî dikir bi egîdî û di xeta fedaîtiyê de meşiyan, bersiva êrîşên dijmin da, bandor li ser hevrêyê me Bijî gelek bû. Baweriya hevrê Bijî ew bû ku divê tevlêbûna vê têkoşîna ya mirov wek ya mîlîtanekê Apoyî be û bi vê armancê yekcar geşe bi têkoşîna xwe da. Li qada Amedê bi serfirazî tev li gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, yekê wêrek, fedakar û mîlîtanekê pêşeng bû. Têkoşîna li Amedê wek gerîlayekê Amedî ji bo wî hem cihê şanaziyê hem jî avantaj bû. Ji ber qad baş nas dikir, tev li gelek xebatan bû û di xebatan de bi serketina xwe derket pêş.

Hevrê Bijî ku sekin pê nediket, ji ber tempo û awayê xwe yê encamgir di her xebatê de ku tev lê dibû, yekê pêşeng bû, 14’ê Nîsana sala 2020’an di pevçûnan de ku li Liceyê qewimîn, bi fedaîtî şer kir û ji bo dîl nekeve destên dijmin, bombe bi xwe de teqand û bû şehîd. Hem di hemû jiyana xwe ya bi şoreşgerî de hem jî dawiyê ku bi dijmin re pev çû, hevrê Bijî tawiz ji sekina xwe neda, têkoşîna xwe bir di lûtkeyê re derxist û cihê xwe yê rûmetyar di nava dîroka têkoşînê azadiyê de girt.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar