Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Alî Firat ku şopdarê xeta Zîlan û milîtanê fedaî yê Apoyî bû, di 13’ê Tîrmeha 2018’an de li Manîsayê dema ku bi erka xwe radibû, li polîsên dewleta tirk rast hat, tevî ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hate înfazkirin û şehîd ket. Agahiyên li ser bûyera şehadetê ji aliyê me ve hate zelalkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyê xwe de bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Em soz didin ku mîna hevrê Alî xwîna şehîdên xwe yên fedaî ku şopdarên Zîlan in tu carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedaîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Alî Firat bi vî rengî ne:
Nasnav: Alî Firat Nav paşnav: Nacî Dayangaç Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Husna-Kasim Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2018 / Manîsa |