Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG’ê Tavîn Têkoşîn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya gerîlaya YJA Starê Tavîn Têkoşîn (Sîbel Çelîk) ku li Bestayê şehîd bûye aşkere kir û got: "Hevrêya me her roj xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir, ji xwe re kir esas ku li ser xeta fedaîtiyê tevlî bibe."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 5’ê sibata 2023’yan de me ragihandibû ku artêşa tirk a dagirker 21’ê çileya 2023’yan li qada Bestayê dest bi operasyoneke berfireh kir, di 22-23’ê çileyê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Me ragihandibûn ku di vî şerî de tevî şeş hevalên me yên din hevrêya me Nûda-Zozan Ocal jî di 23’ê Çileya 2023’yan de şehîd bûye. Lê belê li gorî agahiyên piştre hatin wergirtin, eşkere bû ku hevrêya me Nûda şehîd nebûye û li ser wezîfeya xwe ye. Aşkere bû ku di vî şerê giran de hevrêya me Nûda şehîd nebûye, lê hevrêya me Tavîn Têkoşîn şehîd bûye. Ji ber vê şaşitiya ku hate kirin em lêborînê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Nûda û tevahiya gelê xwe dixwazin.

Milîtana PKK û PAJK’ê hevrêya me Tavîn bi kesayetiya xwe ya têkoşer, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiyê ya jinê û hewldana ji bo bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo, bû mînakeke bêhempa ya dilsoziya bi welêt re. Tevî ku li Ewropayê ji dayik bû û lê mezin bû, tu carî ji rastiya Kurdistanê qut nebû û di vê oxirê de têkoşiya. Bi vê sekna xwe bû xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê.

Hevrêya me Tavîn bi têkoşîna xwe ya destanî ya li Botanê û şerê bi fedaî yê li dijî dijmin pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Tavîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Tavîn Têkoşîn bi vî rengî ne:

Nasnav: Tavîn Têkoşîn
Nav paşnav: Sîbel Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Nazîme-Hayrî
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta

Hevrêya me Tavîn ji malbateke welatparêz a ji Çewlîgê li Almanyayê ji dayik bû û lê mezin bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz û dilsozê kevneşopî û çanda Kurdîtiyê bû, li gorî cewhera Kurdîtiyê mezin bû. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstema kapîtalîst dest ji ziman û çanda xwe berneda, xwe parast. Her wiha têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li her qadê û xwedîderketina li vê têkoşînê bandor li hevrêya me Tavîn kir. Tevî ku bi hezaran kîlometreyî dûrî Kurdistanê bû, dilê wê her tim bi têkoşîna azadiyê ya li welêt lê dida. Lewma ti carî ji Kurdistanê qut nebû, kêlî bi kêlî li Kurdistanê jiya. Bi ciwantiya xwe re weke jineke Kurd gihîşt wê encamê ku ji bo azadiya welatê me divê bikeve bin bar û tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanên welatparêz ên şoreşger ên li Ewropayê bû. Nêzî salekê pratîkeke serketî meşand û kete bin bandora şerê li welêt û berdêlên ji bo azadiyê têne dayin. Hevrêya me Tavîn her tim dixwest têkoşînê mezin bike, jib o vê jî xwest beşdarî nava refên gerîla bibe û sala 2012’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Tavîn destpêkê tevlî nava karên Komalên Ciwan bû, bi perwerdeya wergirtî bi lez hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Bi lez xwe ji taybetmendiyên jiyana şexsî ya sîstema kapîtalîst rizgar kir û hewl da bi jiyana komunal a demokratîk a gerîla re bibe yek. Hevrêya me Tavîn kêlî bi kêlî têkoşiya, di demeke kurt de xwe ji bandora sîstemê ya li ser kesayetiya wê rizgar kir, ji bo xwe bigihîne cewhera xwe û bibe kesayeteke azad derfet bi dest xist. Piştî ku li ser jiyana gerîla bû xwedî hin tecrûbeyan, xwest tevlî nava karên leşkerî bibe, ji bo vê jî israr kir. Di encama vê israrê de ev daxwaza wê hate qebûlkirin û tevlî nava karên leşkerî bû. Hevrêya me Tavîn timî xwe perwerde dikir, giranî da ser perwerdeya leşkerî, seknek li gorî rastiya şer nîşan da û bi vî rengî tevlî bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz a li perwerdeyê, yên ku hînî wê hatin kirin di demeke kurt de têgihişt û xwest bixe pratîkê. Lewma bû milîtanek ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê, tevlî komên destpêkê bû ku çû parastina gelê me. Demeke dirêj li qadên Kerkûk û Mexmûrê ma, bi rengekî çalak tevlî şerê li dijî çeteyan bû, weke gerîlayeke YJA Starê ya wêrek pêşengî kir. Di vê pêvajoya şer de beşdarî gelek çalakiyan bû, derfet dît ku perwerdeya xwe bixe pratîkê û ji aliyê leşkerî ve jî tecrûbeyên mezin da hevrêyên xwe. Piştî ku herêm ji çeteyan hate paqijkirin, berê xwe careke din da çiyayên azad, derbasî herêma Heftanînê bû û nêzî salekê li vê herêmê tevlî kar bû. Di şerê dijî çeteyan de tecrûbeya ku wergirtî li vê derê bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo bibin gerîlayên şareza ked da. Li herêma Heftanînê jî beşdarî çalakiyên li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bû, bi tevlîbûna xwe ya serketî û sadebûna di hevrêtiyê de bandoreke xurt li hevrêyên xwe kir.

Hevrêya me Tavîn piştre tevlî karên li gel hevrêyên li Komîteya Navendî ya PKK’ê bû, di vî karî de firsend dît ku bêhtir kûr bibe. Ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û rêxistinî ve kete nava pêvajoyeke kûrbûnê ya berfireh û di gelek mijaran de zane bû, nakokiyên xwe ji holê rakir, bû xwedî tevlîbûneke zelal û bi biryar. Hevrêya me Tavîn di vê pêvajoyê de gelek hevalên xwedî tecrûbe dît û derfet dît ku jiyanê bi wan re parve bike; ji rêbaza kar a van hevrêyan, hevrêtiyê, moral û coşa wan bi bandor bû. Hevrêya me Tavî bi tecrûbeya ji vê derê wergirtî, gihîşt wê encamê ku her milîtanên têkoşîna azadiyê li gorî şert û mercên herî giran xwe perwerde bike, hişmendî û hestên xwe xurt bike. Ji bo ew bi xwe jî bibe xwedî kesayetek û rêbazeke tevlîbûnê ya bi heman rengî, kedeke mezin da, li ser xeta têkoşînê ya PKK û PAJK’ê xwe kûr kir. Hevrêya me her roj xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir, ji xwe re kir esas ku li ser xeta fedaîtiyê tevlî bibe. Diyar kir ku tenê bi tevlîbûna li ser xeta fedaîtiyê dikare hêjayî Rêbertî û hevrêyên şehîd bibe. Her wiha baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bo wezîfeyên demê bi serketî bi cih bîne divê bi her awayî tevlî têkoşînê bibe.

Hevrêya me Tavîn baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser Rêberê me, gelê me û tevgera me, divê têkoşîna li bakûrê Kurdistanê hîn bêhtir bê xurtkirin û ji bo tevlî vî şerî bibe xwe pêşniyar kir. Hevrêya me ji bo vê armanca xwe pêk bîne kete nava hewldaneke berfireh. Di encama van hewldanan de derbasî bakûrê Kurdistanê bû û li Botanê ku qiblegeha gerîal ye tevlî kar bû. Hevrêya me ku xeyala wê ya herî mezin ew bû ku weke milîtaneke YJA Starê li bakûrê Kurdistanê gerîlatiyê bike, bi coş, kelecan û tevlîbûna xwe ya bi fedaî bandor li hevrêyên xwe kir. Hevrêya me her kêliya jiyana xwe li ser derbên li dijmin bixe bi kûrbûnê derbas kir û li herêma Botanê tevlî çalakiyan bû, ev kûrbûna xwe xiste pratîkê. Li dijî operasyona dewleta tirk a dagirker a 21, 22 û 23’ê Çileya 2023’an ku li Bestayê pêk anî, hevrêya me Tavîn tevî hevrêyên xwe derbên giran li dijmin xist, kir ku windahiyên giran bide. Hevrêya me Tavîn di berxwedana destanî de ya bi pêşengiya hevrê Leyla Sorxwîn hate kirin, heta nefesa dawî şer kir û şehîd bû.

Hevrêya me Tavîn bi sadebûn, durustî, tevlîbûna xwe ya fedaî ya li jiyanê, hezkirina kûr a hevrêtiyê bandoreke xurt li her hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Tavîn wê bi van taybetmendiyên xwe yên bedew her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar