Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG’ê têkildarî bombebarana artêşa tirk daxuyanî da

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî bombebarana li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Zê agahî dan. HPG’ê diyar kir ku di bombebarana li herêma Zê de gerîlayek şehîd bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê bombebarana artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de navenda ragihandinê diyar kir ku balafirên artêşa tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine û ev agahî dan: “Di vê çarçoveyê de, di 20’ê sibatê saet navbera 10:30’î û 11:00’an de balafirên şer bombe li gundê Fillehan ê herêma Zê û derdora gundê Mislokê yê herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bombebaranê ziyan negihîşt hêzên me.”

HPG’ê da zanîn ku di 19’ê sibatê saet derdora 19:20’an jî balafirên artêşa tirk li qadên Karker û Cîlo ya Biçûk ên herêma Zê bombe barandine û wiha dom kir: “Di encama bombebaranê de hevalê me Elî Hewlêrî (Îbrahîm Elçî) şehîd bû. Hevrê Elî ku ji bo siberojeke azad û bi rûmet a gelê Kurdistanê tev li nava refên gerîla bû, bi kesayeta xwe ya têgihiştî, bi pratîka xwe ya fedakar û bi tevlêbûna xwe ya bi moral ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Li ser bingeha evîndariya xwe ya azadiyê her tim xwest di bîrdoziya partiyê de xwe kûr bike, Rêber Apo fêhm bike û li ser vê bingehê di demeke kin de bû hevrêyekî şareza. Bi têkoşîna xwe ya li herêma Zê-Zagrosê di gerîlatiyê de kûr bû. Ji bo me peywireke bingehîn e ku em ala azadiyê ya ku hevrê Elî radestî me kiriye bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata Elçî ya hêja û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê armanca ‘Rêbertiya Azad-Kurdistana Azad’ ku armanca hevrê Elî bû pêk bînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîla wiha ye:

Nasnav: Elî Hewlêrî

Nav paşnav: Îbrahîm Elçî

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Şîrîn-Nûrettîn

Dem û cihê şehadetê: 19’ê sibata 2019’an / Zê BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar