Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî Xakûrkê daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku wê derbeya herî mezin a dîrokê li dagirkeran bidin. Her wiha li Îdirê 5 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Îdirê kuştina 5 leşkerên dewleta tirk daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê êrîşên hewayî û hewldanên dagirkeriyê wiha ye: “Roja 27’ê gulanê (duh) seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.”

Ji bo nûçeyên derew hişyarî

HPG’ê têkildarî nûçeyên derew ên çapemeniya tirk raya giştî hişyar kir û wiha got:  “Çapemeniya şerê taybet, têkilî vê pêvajoyê halanên serfiraziyê di xwe dide, dixwaze rastiyê berevajî bike, bi daneyên derew û şaş hewl dide ku berfirehiya operasyona lidarxistî mezintir nîşan bide. Ev hewldana operasyona bejahiyê ku hewldana pêvajoya şer a ku par li herêma Lêlikanê dest pê kirî bibin herêmeke din jî, navê wê çawa were danîn jî, diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne û yek ji têkçûna giran a dîroka xwe wê bixwe. Têkildarî bombebaran û operasyona li herêmê ya didome de wê agahiyên berfireh têkildarî pêvajoya operasyonê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

Li Îdirê 5 leşker hatin kuştin

HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê de li Îdirê 5 leşker hatine kuştin û wiha got: “Hêzên me roja 27’ê gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan Îdirê ve diçûn çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarok hate derbkirin, 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi wesayîtên zirxî û ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê operasyon da destpê kirin. Ev operasyon saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar