Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPJ: Ev serdem serdema jinan e

Hêzên Parastina Jin ê Rojhilatê Kurdistanê bi merasîmekê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî kir. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku serdemeke nû destpêkiriye û ev serdem jî serdema jinan e

Navenda Nûçeyan |

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, gerîlayên Hêzên Parastina Jin (HPJ) li çiyayên Kurdistanê merasîmek li dar xistin.

Endama kordînasyona KJAR Ciwana Sine, Hevseroka KODAR Gulan Fehîm, Fermandara HPJ’ê Faraşîn Mihabat, Endama Kordînasyona YJCR’ê Viyan Karox û Fermandara HPJ’ê Rojda Zagros li merasîmê hazir bûn.

Fermandara HPJ’ê Faraşîn Mahabat li merasîmê axivî û wiha got: “Em roja jinên kedkar ê cîhanê 8’ê Adarê ya ku veguheriye cejna berxwedan û azadiyê di serî de li hevrêyê jinan li Rêber Apo ku birdoziya rizgariya jinan diyarî jinan kiriye, li rêhevalên jin ên ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke dadî berdêl dane û şehîd bûne, tevahî jinên ku jiyanê bi kedê xweşik dikin û ji bo vê li her derê, bêrawestan, bê bêhnvedan têdikoşin pîroz dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên jin, yên ku ji bo jiyanekê di derdora jin de were avakirin, ji bo mirovahî di cîhanekê azad de bijî têkoşiyan e û bûne pêşengê şoreşa mirovahiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Jin erk û misyona xwe hîn baştir fam kirine

Fermandar Faraşîn diyar kir ku pergala zilamserwer tê xwestin ku li ser koledariya jinan were domandin lê li dijî vê, raperîn û berxwedana jinan mîna pêlan disekine, têkoşîna jinan li cîhanê hatiye rewşeke ku nikare were astengkirin.

Faraşîn bal kişande ser girîngiya rêxistinîbûna jinan û wiha domand: “Her dema hişmendî û rêxistinbûna jinan geş dibe, hebûna xwe hîn kûrtir fêm dikin. Jin erk û mîsyonên xwe yên di nav jiyanê de jî hîn baştir fêm kirine. Ji ber vê yekê, rê nadin zilamtiya serdest, zordar û derewkar. Jinên cîhanê bi ruhekî wiha 8’ê Adara 2021’an pêşwazî dikin.”

Em bi yekgirtina jinan dawî li qirkirina jinan bînin

Faraşîn got ku ew bi dirûşma ‘Em bi yekgirtina jinan dawî li qirkirina jinan bînin’, 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedar a Cîhanê pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Serdemeke nû destpê dike. Ev serdem serdema jinan e. Ev serdem, serdema azadiyê, demokrasiyê û serdema jiyana bi sirûştê re ye. Bêguman wê pir zehmet be, berdelên wê pir mezin çêbibe. Lê bi pêşengiya jinan mirovahî teqez wê jiyana wekhev û azad a ku heq dike bi dest bixe.”

Di axaftina xwe de Faraşîn anî ziman ku Tevgera Azadiya Jinan a Kurd bûye xwedî artêş, partî û pergal, bi van hêlên xwe pêşengiyê li tevgerên jin ên herêmê dike û wiha pêde çû: “Jinên ku li her deverê Kurdistanê xwe rêxistin kirine, li Rojhilata Navîn de bûne hêviyê gelan. Jinên kurd her tim cihê xwe di nava cihên ku berxwedanî di asta jor de ye girtine, li gor ruhê demê têkoşiyane. Wek çiruskekê bûne bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê.”

Rêxistinkirina xweparastinê

Her wiha Faraşîn bal kişand ser zext û zordariya rejîma Îranê ya li dijî jinan, got di hedefa vê zext û terora rejîmê de jinên kurd hene û li dijî vê zext û terora rejîmê giringiya rêxistiniya xweparastinî destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên ku parastina xwe ya cewherî pêş xistiye, ew jinên ku ji pergala zilamê, serdest tol hilandine. Ji ber vê, pêwîst e tevahî jinan xwe li ser bingeha parastina cewherî rêxistinî bikin. Xweparastin ji bo jinan pêwîstiya herî jiyanî ye ji ber vê pêwîst e tu carî xwe radestê dewlet û zilam nekin. Ji bo qirkirina jinan bi dawî bibe xweparastin bivenevê ye.

Jinên ku ji HPJ’ê îlham digirin, xwe li her derê Kurdistanê li ser bingeha parastina rewa rêxistin dikin, ji bo jin û gelan bûne çavkaniya jiyan û hêviyê. Nûnerê yekemîn artêşbûna Jinan YJA-Star, li Rojhilat HPJ’ê, li Rojava YPJ’ê, li Bakur YPS-JIN û li Şengalê YJŞ’ê xwe rêxistin kirine, her wiha rêxistina jinên yekbûyî ya ku bi ruhê enternasyonel tev li şoreşa Kurdistanê bûne, tekoşîyane, tevahî jinan silav dikin.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi meşek û bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî, Bê Serok jiyan nabe” dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar