Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

HPJ: Jin Jiyan Azadî textê qirkeran û pergalê hejand

Fermandariya HPJ’ê têkildarî 2’yemîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ wiha got: “Rêber Apo herîkîna civakê wek ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanî kir. Ev hem textê rejîma dagirker-qirker a Îranê û hem jî textê sîstema modernîteyê kapîtalîst a mêrsalar hejand.”

Piştî rejîma Îranê jina kurd Jîna Emînî bi êşkenceyê qetil kir, di serî de li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê bi pêşengiya jinan serî rakirin. Dirûşma Jin Jiyan Azadî li seranserê Îranê olan da û li cîhanê belav bû. Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya duyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî daxuyanî da. HPJ’ê diyar kir ku şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye.

Daxuyaniya Fermandariya HPJ wiha ye:

“Di dîroka desthilatdariyê de sîstema mêrsalar bi hemû hêz û derfetê xwe her tim xwest rastiya jinê ku di her alî de çavkaniyê jiyanê ye û heqîqetê mirovahî jîndar dike, tune bike û jinan bike koleyên dildar a jiyanê. Her çiqasî ev sîstema ceberud ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne serî li rê û rêbazên herî hovane da jî; jinan bi qetlîam, taciz, tecawiz û her cure kiryarên nemirovane re rûbirû hişt jî jin tu carî bi giştî teslîm nebûn, serî ne tewandin. Di hemû merheleyên dîroka desthilatdariyê de jinên ku li hember vê sîstema mêrsalar li ber xwe dan û têkoşiyan. Yanî ev sîstem her çiqasî xwestibe tune bike jî kok û cewhera jinê ku jiyan ava dike û hêviyê azadiyê geş dike nekarî bi giştî tune bike. Lewma em dibêjin dîroka azadiya jin xwedî kokeke kevnar e û di hemû merheleyên wê de rastiyên pir dewlemend veşartî ye. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe yê bê emsal li hember dîrok, civak û bi taybet jî li hember jin mêzekirinekî wisa ava kir ku bi ronîbûna dîroka jin ku di tarîtiyê de hatibû hiştin, civak roj bi roj nêzî rastiyê xwe dibe û heqîqeta jiyanê carekî din serweriyê xwe bi dest dixe. Rêber Apo vê herîkînê wek ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanî kir. Ev, felsefeya jiyana nû ya azad e. Lewma dema ku du sal berê jina kurd Jîna Emînî bi destê rejîmê Îran ya dagirker, qirker hate qetilkirin; di pêşengiya jinan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civak rabû serhildanan û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li hemberî rejîma qirker a Îranê û giştî sîstema mêrsalar sekinî û hesab pirsî. Ev serhildanên ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin roj bi roj geştir bûn, hîn bêtir bi rêxistin bûn û di giştî cihanê de berbelav bûn. Bi pêşketinê pêvajoyê re edî wisa lê hat ku giştî cihan di pêşengiya jinan de bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li dijî sîtema mêrsalar dînamîzmekî çalakiyan ava kir û di dîrokê de cara yekem felsefeyekî sînorên netew, ol, bawerî, çand û hwd. derbas kir û giştî mirovahî girte hindirê xwe.

Li hember vê rewşê hem textê rejîma dagirker-qirker a Îranê û hem jî textê sîstema modernîteyê kapîtalîst a mêrsalar hejiya û derzên ewqas mezin kete sîstema wan ku hemû rastiyên ku dixwestin biveşêrin ji wan derzan herikî meydanê û mirovahî belkû cara yekem di vê astê de rêxistinkirî mêzeyê pirsgireka jin a dîrokî kir û rastiya van sîstemên ceberud dît. Û mirovahî careke dîtir fam kir ku li hember her yek hêza hegemon, ya rastî li hember giştî sîtema modernîteya kapîtalîst yekane rêkê alternatîf paradîgmaya Rêber Apo ye û ew jî li ser bingeha azadiya jin pêş dikeve. Ji bo vê jî sedsala 21’emîn sedsala jinê ye û şoreşa Jin Jiyan Azadî jî di dîroka azadiya jinê de bû yek ji merheleyên esasî ku meşa azadiyê gihand qonaxeke nû. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi wate û rastiyên pir kur barkirî ye. Ev şoreş dînamîkekî heta dawî stratejîk e û her pêngavê ku pêş dikeve jî di her milî de îdeolojîk e. Em dikarin bêjin ku jinên Kurd ji bo giştî jinan pêşengî kir, rastiya hovane ya sîstema mêrsalar raxist ber çavan û li hember vê sîstemê çalakiyên cûrbicûr pêk anî û bi berdewamî jî pêk tîne. Di van çalakiyan de sekna rêxistinî ku pêşket, daxwazên îdeolojîk ku hatin ziman û asta xwe parastinê ku derket holê carekî din nîşanî me da ku şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşeke pir milî ye û dijmin di her çar alî de tengav dike. Ev dijminê ku tengav bûye û vê şoreşê ji bo xwe wek metirsiya herî mezin dibîne bi rê û rêbazên herî bê pîvan û bê exlaq êrîşî jin û civakê dike. Ji bo vê jî pêwîste bê rawestan daxwazê xwe ya azadî û demokrasî biqêrin, di hemû qadên jiyanê de hîn bêtir xwe rêxistin bikin û her dayîm têkoşîn xurt bikin.

Di dawî de em wek HPJ’ê dibêjin ku pêwîste hemû jin xwedî li destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo şoreşa jin ava kiriye derkevin. Bi ruhek yekgirtî, bi rêxistibûnek xurt, bi hezkirinek mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin da ku serkeftin bi dest bixin. Dema wê hatiye ku em parastina namûs, welat û şoreşa xwe bikin. Ev erk û berpirsyariya her yek ji me ye û ji ber vê jî pêwîste her kes xwedî rol û mîsyona xwe ya demê derkeve. Di xeta fermandar Aryen Arêyan de xwedî derketina nirxên şoreşê û şehîdên vê dozê talîmata vê rastiyê ne, ji bo vî jî xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser vê bingehê divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û heta dawî yekgirtî bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar