Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...
Perşembe - 18 Temmuz 2024

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

HPJ’ê encama konferansa xwe ya asayî a 4’emîn ragihand

HPJ'ê anî ziman ku wan konferansa xwe asayî a 4’emîn di 1’ê adarê de li dar xistine û got: "Bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan azadî, ber bi Kurdistaneke azad û îraneke demokratîk ve em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxûyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan di 1’ê adarê de konferansa xwe ya asayî ya 4’emîn li dar xistine.

Di daxûyaniya nivîskî ya HPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî HPJ me konferansa xwe ya 4’emîn di dema xwe ya asayî de li dar xist. Di 1’ê adarê de bi tevlîbûna hejmarek têrker a delegasyonan konferansê destpê kir û çar rojan berdewam kir. Em vê konferansê di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û her wiha li jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz dikin. Di şexsê heval Rojda, Cihan û Rojbîn de ku di konferansa 3’emîn de amade bûn lê demek şûnde bi qehremanî şehîd bûn, em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Di heman demê di şexsê Jîna Emînî û Şilêr Resulî de hemû şehîdên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi bîr tînin û konferansa xwe ya 4’emîn diyarî hemû şehîdên serhildanên rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin.

Li hember feraseta zilamsalar têbikoşe û şer bike

Konferans bi rojevên bîrdozî, rêxistinî, siyasî, leşkerî û di nav de jî bi taybetî bi rojeva parastinê bi rê ve çû. Dema ku konferans dihat lidarxistin li rojhilatê Kurdistan û Îranê di pêşengiya jin û civakê de raperîn bi rê ve diçûn, lewma di konferansê de rewşa Îran û rojhilatê Kurdistan, bi taybet jî şoreşa jinê ku bi diruşma ‛Jin Jiyan Azadî’ pêş diket bi berfirehî hat nirxandin. Dema em him di hêlê jin de him jî di hêlê civakî de li vê dinamîkê mêze dikin bi rengekî şênber dibînin ku ev serhildanên ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş dikevin encamê bandora paradîgma û felsefeya Rêber Apo ye ku li tevahî Kurdistan, heta li tevahî cihanê daye avakirin. Rêber Apo dibêje: ‛Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinan e!’ Di rewşa ku em li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo azadiya jinan têkoşînê didin meşandin de em dibînin ku jin di dema xwe ya herî xwedî îrade, herî zana û têgihîştî de ye û nakokiyên wê ya li hember pergalê zilamsalar ji hemû deman bihêztir e. Li ser van bingeha konferansa me vê girt dest; di encama zihniyeta baviksalar de şer, her cure qeyran û nakokîyên ku pêş ketin bi taybet qeyranên ku ji bo jinan hatin pêşxistin ji bo jin jî, ji bo civak jî di her awayî de rewşên sosret derxist pêş. Ji bo vî jî Rêber Apo bi felsefeya xwe bi jinan da famkirin ku beriya her tiştî pêwîst e li hember feraseta zilamsalar têbikoşe û şer bike. Bi rengekî şênber li holê ye ku îro netewe dewlet di qeyranê de ye û hêza çareserî jî, hêza guhertin û veguhertinê jî jin in. Jin bi vê mîsyona xwe ya stratejîk wê bibe bingeha ku di sîstem de guhertin û veguhertinên girêdayî berjewendiyên jin û civak pêş bikeve.

Îran qeyraneke kûr ya civakî dijî

Rejîma Îranê di pêvajoya desthilatiya xwe ya 44 salan de rewşa ku bi civak, bi taybet jî bi jinan da jiyankirin ji qeyranên herî kaotîk wirdetir tiştekî din nebû. Ew qeyranên ku di her beşê jiyanê de pêş diketin di serî de ji bo jin û pêve girêdayî jî ji bo civak pirsgirêkên pir cidî dan avakirin. Jin her tim bi kuştîn, taciz, tecawiz, sêdare, zindanîkirin, zewaca temen biçûk û di her qadê jiyanê de bê statû mayînê re rû bi rû ma. Li hember hemû polîtkayên sîstema baviksalar ku van qeyranan ji bo jin wek çarenûs dibîne, bi zanebûna felsefeya ‛Jin Jiyan Azadî’ ve bi rêxistinbûneke her alî jin serî rakirin û ev rewş heya roja me ya îro jî berdewam e. Lê rûxmê daxwazên civakê yên demokrasî û azadiyê ewqas bihêz e û di pêşengiya jinan de xwe li derdorê van daxwazan rêxistin dikin jî rejîma dagirker ya Îranê di sîstema xwe ya dagirker û destpot de israr dike û xwe nêzî guhertinan nake. Mînakên vê yên herî berbiçav jî rûxmê evqas serhildanên bi maf, rêjîma Îran a dagirker bê rawestan polîtîkayên xwe yên qirêj; wek jehrîkirina jinên ciwan, zindanîkirina jinên pêşeng û sêdareyan didomîne. Civakên rojhilatê Kurdistan û Îranê di ferqa vê rastiyê de ne ku, Îran qeyraneke kûr ya civakî dijî û pêwîstî bi guhertinên bingehîn heye ji bo vî jî jin di daxwazên xwe de jî, di serhildanên xwe yên di asta şoreşê de jî bi israr in û gav paş de navêjin.

Îran bi guh dayîna jin û civakê dikare ji qeyranê derkeve

Li ser van esasan em wek HPJ li hember van serhildanên azadî û demokrasî ku di pêşengiya jin de pêş ketin û vegeriyan têkoşîneke berfireh xwe berpirsyar dibînin, ji bo parastin û pêşxistina xeta azadiya jinan têkoşînê didin meşandin. Û em dixwazin bidin diyarkirin ku Îran ger guh bide jinan wê li ser kokên xwe yên qedîm a çandî û dîrokî, her wiha bi mozaîka xwe ya gelan bikaribe bi pergalê modernîteya demokratîk li ser koka çanda Arî xwe rêxistin bike û ji bo giştî Rojhilata Navîn bibe modela jiyana nû.

Di konferansa me de yek ji mijarên ku bi rengekî berfireh hate nirxandin sekna îdeolojîk-rêxistinî ya kadro û xeta pêşengiya wê bû. Em wek hêza parastina jin, gerîlayên modernîteya demokratîk li ser bingeha îdeolojî û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dikin û bi erka pêşengiya şoreşa azadiyê radibin. Bi taybet di çarçoveya xweparastinê de li rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo hemû jinên kurd, fars, beluc, ereb, azerî û afgan têkoşîn dikin, berdêl didin. Têkoşîna ku li çiyayên Kurdistanê didin meşandin dibe bingeha serhildanên ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê tên meşandin. Li ser vî esasî em bawer in ku di serî de jin û bi giştî civakê rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hişmendiya xweparastinê wê xwe bihêztir rêxistin bikin û xwedî li mafên xwe yên hebûnî derkevin.

Rojeva dawî ya konferansê biryar û plansazî bûn. Bi rengekî berfireh li ser van xalan hate sekinandin û di encamê de plansazî û biryarên xurt derketin. Beşeke biryarên ku di konferansê me de hatin girtin bi vî şiklî ne;

1)    Ala HPJ’ê hate guhertin.

2)    Rêziknameya HPJ’ê dubare di ber çavan re hat derbaskirin.

3)    Konseya leşkerî ya HPJ hat hilbijartin.

4)    Di derheqê şehîdên gerîlayên Kurdistanê de û her wiha di derheqê şehîdên serhildanên rojhilatê Kurdistan û Îranê de hin biryar hatin girtin.

5)    Ji bo hevgirtin û parastina cewherî ya jinên li rojhilatê Kurdistan û Îranê biryar hatin girtin.

Wek encam, li ser bingeha ruh, hêz û ronakbûna ku di Konferansa 4’emîn a HPJ’ê de derket pêş, wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê îddiaya me ew e ku li her deverê rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî, ber bi îraneke demokratîk û Kurdistaneke azad ve’ em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û heta ku ev meşa me bi serfiraziyê pîroz nebe em ê tu carî ranewestin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar