Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn

Hrant Dînk li Meletiyê li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku cînayetên kiryarnediyar bên ronîkirin û Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê were avakirin.  

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya sala 2007’an de li Stenbolê hatibû qetilkirin. Dînk, li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû ya li Taxa Çavuşoglû ya Meletiyê hate bibîranîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiypê, Plotforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ÎHD, Komeleya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û endamên Platforma Demokrasiyê ya Meletiyê tev li bîranînê bûn.

Bîranîn, piştî rêzgirtinê dest pê kir û pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin. Pişre jî Serokê Şaxa PSAKD’a Orenê Mazlum Kose axivî û Dînk bi bîr anî. Kose, da zanîn ku Hrant Dînk ji ber nasnameya xwe, gotinên xwe û sekna xwe ya li dijî pergalê her tim dibû hedef û ji ber ku pêşî li ber van gefan nehat girtin, hate qetilkirin. Bi domdarî Kose ev tişt anî ziman: “Dînk, demokratîkkirina Tirkiyeyê diparast. Bi ser qetilkirina Hrant Dînk re 16 sal derbas bûn lê hêj jî berpirsyarên cînayetê nehatine aşkerekirin. Sedema parastina berpirsyaran û destpêkirina lêpirsîneke bibandor, encama polîtîkaya necezakirinê ye. Weke parastvanên mafên mirovan em ji vê polîtîkaya necezakirinê re dibêjin na.”

Divê komisyona heqîqetê were avakirin

Bi domdarî Kose diyar kir ku ji bo Tirkiye bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe, hewcehî bi avakirina Komîsyona Heqîqetê heye û wiha bi dawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku bi saya vê komîsyonê dê faîlên Hrant Dînk û bi hezaran kesan derkevin holê. Lê tu niyet û cesareteke wiha ya îktîdara siyasî nîne. Heta ku li welatê me bi rabûrdiya xwe hevrû dibe jî dê têkoşîna me bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar