PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

HRE: 12 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên HRE`yê yên di navbera 12-17`ê gulanê de li Şera, Şehba, Bab û Marê, 4 leşkerên tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî birîndar bûn

HRE`yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên wan di navbera 12-17`ê gulanê de li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li navçeya Şera, Şehba û bajarên Babê û Marê yên dagirkirî, çalakiyên bi bandor kirine.

HRE`yê li ser çalakiyan ev agahî parve kirin: “Di roja 12`ê gulanê de, li pêşiya gundê Til Medîq di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Di roja 13`ê gulanê de, li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Di heman rojê de, li herêma Babê 2 baregehên artêşa tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî birîndar bûn.

Di roja 14`ê gulanê de, li xeta bajaroka Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 16`ê gulanê de, li Babê baregehek artêşa tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 3 çeper û 3 konteyner hatin rûxandin, 2 seyareyên zirxî yên bi tîpa kîrpî hatin derbkirin.

Di roja 17`ê gulanê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke taybet de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên di navbera rojên 12-17`ê gulanê de bi giştî; 4 leşkerên tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar